1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hedrîşî: Qerîna me bibhîzîn!..
Hedrîşî: Qerîna me bibhîzîn!..,hedrîşî,qerîna,me,bibhîzîn

Hedrîşî: Qerîna me bibhîzîn!..

Welatiyên Gundê Hedrîşê: Qerîna me bibhîzîn!..

A+ A-

Di 5'ê tebaşê de li navçeya Qilebanê erdeheja hêzawê 5.3 pêl û navenda wê gundê Hardişê bû pêk hat. Di erdhejê de gelek malên welatiyan hilweşiyabûn û zerar dîtibûn. Welatiyên malên wan hilweşiyan li derve man. Welatiyan xwest rayedar alîkariyê bidin wan û dengê wan bibhîzin.

Li Navçeya Qilebana Şirnexê di 5'ê tebaxê de erdheja hêza wê 5.3 pêl û navenda wê Gundê Gerurê û Hedîşê bû pêk hat. Di erdhejê de gelek malên welatiyan hilweşiyan û zerakek mezin çêbû. Lê 4 roj di ser erdhejê re derbas bû, heta niha hêj rayedarên dewletê bi gaziya welatiyan neçû û alîkarî nedane welatiyan. Gundê Hedrîşê ya Qilebanê 9 xanî hilweşiyan. Welatiyên ku xaniyê wan hilweşiyan, niha li kolanan û derve mane û li benda alîkariyê ne. Gundê Hedrîşê ku nifûsa wî hezar û 500 e û 140 xaniyê wê heye 9 mal hilweşiyan û 50 mal jî gelek malan zerar dît. Welatiyan bertek nîşanî rayedarên dewletê da û anîn ziman ku heta niha rayedarên dewletê halê wan nepirsiye.

Welatiya 47 salî Aliye Sagan, anî ziman ku piştî erdhej pêk hat 3 rojin li derve dijîn û heta niha kesî nehatiye halê wan nepirsiye. Sogan, anî ziman ku bi roj germ e û bi şev pir sare û li derve radizên û wiha got: "Ez û 12 zarokên xwe li derve radizên. Niha cihê em lê bistirin tune. Kes halê me nabîne. Em dixwazin êdî dengê me û halê me bihîstin û dîtin.

'Dengê me bibhîzin!'

Çîgdem Saka 22 salî jî hawar û fîgana xwe wiha anî ziman: "Kes halê me nabîne. Xaniyê me hilweşiya ye û em li ber dîwar dijîn. Niha tu tiştê me nema tev di min xanî de ma. Ger ku alîkarî bi mere neyê kirin dê zivistanên me çawa derbas bibe. Em bi roj li bin siya daran dijîn. Em dixwazin alîkarî bi mere bê kirin. Em dixwazin rayedar û xêrxwaz dengê me bibhîzin.

Welatiya 35 salî Fehmi Sak, anî ziman ku xaniyê wan xera bû û perîşan bûne. Sak, anî ziman ku duh 2 kes ji qeymeqamiyê hatin û wiha got: "Hatin 2 wêne kişandin û çûn. Em li vir perişan bûne, kes halê me nabîne. Dayika 65 salî Naze Sagan jî hawara xwe anî ziman û xwest halê wan û rewşa wan bê dîtin. Welatiya bi navê Şemiran Ata jî anî ziman ku xaniyê wan xera bû û 7 zarokên wan li derve mane. Sagan, anî ziman ku ew li derve dimînin û cihekî lê bistirin tune."

(mae)