1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hefteya Mafên Mirovan
Hefteya Mafên Mirovan,hefteya,mafên,mirovan

Hefteya Mafên Mirovan

A+ A-

Li Amedê 5 saziyen sivil ên civakî dê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan çalakî û şahiyên hevpar pêk bîne. Dê di hundirê hefteyê de li gelek deverên bajar afîş, bîlboard û pankart bên vekirin û daliqandin. Li aliyê din dê konê bi navê "Mafên Mirovan û Azadî" bê vekirin. Starta şahiyê dê di 10'ê kanûnê de bi meşekê dest pê bike.

Li Amedê bi minasebata 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan dê gelek şahî û çalakî cuda yên hevpar bên lidarxistin. 5 sazî dê bi çalakiyên hevpar hefteya mafên mirovan pîroz bike. Saziyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MAZLUMDER, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Tebîbên Amedê, dê hevpar di hefteya 10-17'ê Kanûnê de hevpar çalakiyan pêk bînin. 5 sazî dê di 10'ê kanûnê de saet di 10,30'an de li Anit Parkê ya li hemberî Walitiyê bi meşekê srarta çalakiyan bidin. Girsê dê ji Anit Parkê heta Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu bimeşin. Girse dê di meşê de belavokên mafên mirovan ên gerdûnî lê hatiye nivîsandin li welatiyan belav bikin. Girse piştî meşê dê saet di 11.30'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê bi girseyî daxuyaniyê bide çapemeniyê.

Beşdarên meşê dê pişt re tev li çalakiya Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'e ya Amedê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li ber Bîrdariyê pêk tîne bibin. Girse piştî çalakiya rûniştinê ya saet di 12.00'an de dê saet di 13.00'an de dê heta Sümerparkê bimeşe û beşdarî Pêşengeha "Rastiya Girtîgeha Amedê" ya li salona pêşengihê ha tiye vekrin bibin. Dêpêşgeha "Girtîgeha Leşkerî la Hêjmar 5 a Amedê li ku dikeve" bi girseyî bê vekirin.

'Konê Mafên Mirovan û Azadiyê'

Di roja 2'yemin a şahiyê de dê li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu "Konê Mafên Mirovan û Azadiyê" bê vedan. Vekirina kon dê saet di 12.00'an de bi merasimekê pek bê. Kon dêhefteyekê vekiribî bimîne. Çadir dê hefteyekî vekirî bimîne û pêşengeha wêneyên ku binpêkirina mafan tîne ziman dê bê pêşandan. Her wiha dîsa dê belavokên danezana mafên mirovan a gerdûnî a "Hûn mafê xwedizanin" li kon û derve bên belavkirin. Disa dê li kon deftera ziyaretvanan bê vekirin. Dê li kon panel û semîner bên li darxistin.

Li bajar dê afîş û pankart bên vekirin

Dê bi minasebeta hafteyê di hundirê hefteyê de li gelek deverên bajar afîş, bîlboard û pankart bên vekirin û daliqandin. Di 12'ê kanûnê de jî dê ji siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan ên girtî re kart bên şandin. Di 15, 16 û 17'ê kanûnê de jî dê her roj li 2 dibistanên seretayî û li saziyên jinan li ser nafên zarok û jinan panel û semîner bên lidarxistin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî