Hejmara girtî û hikûmxwaran ji dema darbeyê derbastir kir
ENQERE (DÎHA) - Di nava 14 salan de hikûmeta AKP'ê 139 girtîgehên nû avakirin û di van girtîgehan de ji rêjeya wan zêdetir girtî û hikûmxwar bi cih kirin. Li gorî Wezareta Edaletê di nava 3 mehên dawî de ji ber girtinan rêjeya girtîgehan ji 7 hezar 391 kesan zêdetir kiriye, rêjeya giştî ya girtîgehan niha 187 hezar 647 kes in. Bi vê hejmarê re hejmara girtiyan ji dema 12'ê Îlonê hat derbaskirin, di dema 12'ê Îlonê de 79 hezar kes hatibû girtin.
Li gorî daneyên Midûryeta Giştî ya Malên Tevkîv û Cezayê ya Wezareta Edaleyê, li Tirkiyeyê di sibata 2016'an pê ve 290 girtîgehên girtî, 60 girtîgehên mustakîl, 2 malên islahê yên zarokan, 5 girtîgehên girtî yên jinan û 3 girtîgehên girtî yên zarokan heme. Dîsa 105 girtîgeh û 34 avahiyên pêvek di navbera 2006 û 2016'an de, yanî di 10 salê AKP'ê de hatin avakirin. Bi van girtîgehan re bi giştî hejmara girtîgeh û saziyên înfazê li Tirkiyeyê derket 362 hevan.
Di dema derbeyê de girtîgeh tijê bûn
Dîsa di sala 1971'an de li Tirkiyeyê hejmara girtiyan 60 hezar 968 hezar bû, di serdema Bulent Ecavît a 1973'yan de ev rêje peyayî 24 hezar 860 kesî hat kirin. Berî derbeya 12'ê Îlonê ya di sala 1980'ê de ji hêla Kenan Evren ve pêk hat, hejmara girtiyan 52 hezar 653 kes bû, ev hejmar piştî derbeyê di sala 1981'an de 27 hezar 133 kes zêde bû û derket 79 hezar 786 kesî.
Piştî da sala 1984'an de derbe bi dawî bû, hejmara girtiyan peyayî 73 hezar 64'an hat kirin û hejmara hikumxwaran, di sala 1986'an de heta 52 hezar 150 kesan peya bû.
Dema derbeyê ya Çîllerê zêde bû
Di serdema Turgut Ozal a di sala 1991'an de di bin navê sererastkirina "Têkoşîna bi Terorê re" hejmara girtiyan peyayî 26 hezar 851 kesî hat kirin. Piştî di sala 1993'yan de desthilatdarî ji hêla Tansu Çîllerê ve hat dewrgirtin, hejmara girtî û hikûmxwaran derket 34 hezar 805 kesan, di sala 1997'an de piştî desthilatdarî dewr kir, hejmara girtî û hikûmxwaran 60 hezar 606 kes bûn.
Gel ji faşîzma AKP'ê bêzar bû
Hikûmeta AKP'ê ya di sala 2002'yan de hejmara girtî û hikûmxwaran bi 55 hezar 609 kesan desthilatdarî dewrr girt, heta nîsana 2016'an hejmara girtî û hikûmxwaran 4 qatî zêde bû û derket 187 hezar 647 kesî.
Di sala 2004'an de li girtîgehan 57 hezar 930 girtî hebûn, bi şerê PKK û hêzên dewletê re, ev hejmar di kanûna 2007'an de, ev hejmar derket 90 hezar 837 kesî. Disa di sala 2013'an de hejmara girtî û hikûmxwaran 145 hezar 478 kes bûn, di sala 2015'an de ev hejmar derket 178 hezar 89 kes an.
Rêhe her çû zêde bû
Bi polîtîkayên AKP'ê yên demên dawî re hejmara girtî û hikûmxwaran her ku çû zêde bû. Di 60 rojên sala 2016'an de 9 hezar 558 kes hatin girtin û hejmar derket 178 hezar 89 kesî. Dema AKP desthilatdarî dewr girt, hejmara jinên girtî 903 û ya zarokan 352 kes bû, di adarê 2016'an de hejmara jinên hikûmxwar derket 5 hezar 631 î, hejmara zarokên hikûmxwar jî 432 kes zêde bûn û derket 784 kesan.
(ms)