Hejmara komkujiya Zergelê derket 10 kesan
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Zergelê yê Qendilî bombebaran kirin. Hejmara welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 10'an. Hat ragihandin ku di nava welatiyên hatine qetilkirin de jinek ducanî jî heye.
Balafirên şer ên artêşa tirk ji 24'ê tîrmehê vir ve herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike û şevê din komkujiya sivîl pêk anî. Hat ragihadin ku balafirên şer şevê din ji saet 04:00 û vir ve herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin. Hat zanîn ku gundê Zergelê ji êla balafiran ve hatiye bombebarankirin. Hat diyarkirin ku gelek malên gund bi fuzeyên ji balafiran hatine avêtin hilweşiyane. Welatiyên gundên derdorê çûn hawara gundiyan û hewl didin cenazeyên di bin avahiyên hilweşiyane de rizgar bikin. Heta niha hejmara welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane 10 welatî ne û 15 welatî jî birîndar in.
Hat ragihandin ku di nava welatiyên jiyana xwe ji dest dane jinek ducanî heye û cenazeyê gelek welatiyan parçe bûne.
Navê welatiyên di bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dane aşkera bûne wiha ne: Mihemed Emîn, Nedîm, Pîro, Necîp, Salih, Karox, Hemîne, Eyşê û Abdulkadir.
(wk)