Hejîrên Dêrikê rastî eleqeyek mezin tên
Hejîrên dêrikê ku taze taze ji nava rez û baxçeyan tên komkirin, li ser dezgehên esnafên Amedê rastî eleqeyek mezin tên.
Hejîrên baxçeyên Dêrikê derketin ser dezgehên esnafan. Komkirin û firotina Hejîrên Dêrikê ku bi reng û tama xwe xwedî xweseriyek taybet in, piştî demsala havînê ji nava baxçeyan tên komkirin û li ser dezgehên esnafan tên firotin. Hejîrên ku li bazaranên semtan li ser dezgehên esnafan tên firotin rastî eleqeyek mezin tên. Esnafên ku hejîran difiroşin, diyar kirin ku herî zêde Hejîrê Dêrikê rastî eleqeyek mezin tên û bi erzanî tên firotin. Esnafê bi navê Hasan Yilmaz ku bi salan e esnafiyê dike, diyar kir ku her diçe team û fêkiyê bê hormon û organîk kêm dibe. Yilmaz, da zanîn ku ji ber hejîrên Dêrikê bê hormon in û xwezayî ne, bi tam û ekla xwe bala her kesî dikişîne. Yilmaz, anî ziman ku hem bi rengê xwe hem bi zindîbûn û tama xwe Hejîrê Dêrikê pir navdar in û kesên ku dikirin û dixwin poşman nabin. Yilmaz, bilêv kir ku wekî hingiv şerînin û ji ber vê yekê ji van hejîran re Hejîrê Hingivîn tê gotin.
Yilmaz, da zanîn ku rojê nêzî 200 kîlo hejîr difiroşe û kîloya wan bi 1.5 TL difiroşe. Yilmaz, bibîrxist ku hejîrên ku ji Hejîrê xerabtir li marketan bi 3-4 TL tê firotin û tu ekl û tama wan jî tune. Yilbaz, da zanîn ku ji ber Hejîrê Dêrikê erzan û tama wan xweş in kiryar eleqeyek mezin nîşan didin.
(mae)