'Heke em nebin yek, em ê biçin yek bi yek
09:05 28.02.2014 1 / 5 AMED (DÎHA) - Ji bo xebatên hilbijartina herêmî hunermendên TEV-ÇAND'ê hatin herêmê. Hunermendan anî ziman ku ev hilbijartin referandûma azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û dê encama hilbijartinê xwedîlêderketina Şoreşa Rojava nîşan bide.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî xebatên hilbijartinan jî her ku diçe zêdetir dibe. Di çarçoveya hilbijartinên herêmî de hunermêndên TEV-ÇAND'ê ku azadiya Rojhilata Navîn û herêmê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan dibînin, li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn civînek li dar xistin. Nêzikî 50 hunermendên kurd ên bi piranî ji Ewropayê, beşdarî civînê bûn.
'Encamên hilbijartinê dê berxwedana Rojava bilindtir bike'
Hunermend Nuarin da zanîn ku serkeftina ji hilbijartinê herêmê bê girtin dê bibe sedema azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û encamên hilbijartina herêmî dê nişan bide ku gelê kurd çiqas xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdikeve û got: "Em li her kolan û taxên Ewropayê ji bo azadiya serokatî îmze kom dikin. Ev xebat hatiye asteke baş, lê ev têrê nake. Divê gelê kurd vê kampanyaya ku niha hatiye destpêkirin geştir bike. Ji ber ku azadiya serokatî azadiya me û Rojhilata Navîn e. Serokatî pêvajoyek daye destpêkirin. Her çiqas hikûmeta AKP'ê dixwaze vê pêvajoyê bide rawestandin jî serokatî vê pêvajoyê berdewam dike." Nuarin bang li gelê kurd û hunermandan kir ku zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku ev pêvajo bimeşe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî zêdetir bikare xebatên xwe baştir bimeşîne. Nuarin, di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ji ber ve pêvajoya ku hatiye destpêkirin giringiya hilbijartinan jî zêdetir dibe. Li Rojava berxwedanek mezin heye. Serkeftina van hilbijartinan dê nîşan bide ku em çiqas xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin. Em ê bi vê xwedîlêderketinê, berxwedana Rojava jî bilindtir bikin."
'Pergala hevşaredariyê ji bo cîhanê mînak e'
Hunermend Armanc jî anî ziman ku pergala hevşarediyê ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ji bo cîhanê bûye mînakek hêja û ev pergal ji bo cîhanê mînakek nedîtî ye û wiha got: "Hemû cîhan li hember têkoşîna jinên kurd şaş maye. Têkoşîna jinên kurd ji bo cîhanê bûye mînak." Armanc, da zanîn ku cara yekemîn e çapemeniya Swêdê û cihanê ev qas fireh li ser rewşa kurdan disekine û axaftina wiha domand: "Mirov çiqas bikaribe bi rêya medyayê dengê gelê xwe, rêxistinên xwe, dîl girtina serokê xwe li cîhanê belav bike ew qas serkeftiyên mezin bi dest dixe. Di vê dawiyê de çapemeniya Swêdî gelekî li ser Şoreşa Rojava rawestiya. Ev bi saya Rojava, bi taybetî jî pêvajoya ku serok daye destpêkirin çêbûye"
'Rêber Apo berjewendiyên hêzên kapîtalîst xistiye xetereyek mezin'
Hozan Diyar jî da zanîn ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di navenda berxwedana gelê kurd de ye û wiha axivî: "Di dîroka têkoşîna azadiya me de rojekî herî trajîk jî esareta serokatiya me bû. Lê berxwedana gelê kurd, berxwedana gerîlla, bi tevahi têkoşîna azadiyê ev qomplo vala derxistin. Berxwedana serokatî ku ev 15 sal in di hucreyekê de dimîne, tenê ji bo azadiya kurdan e. Berxwedana Rêber Apo berjewendiyên hêzên kapîtalîst xistiye xetereyek mezin." Diyar hilbijartinê herêmî jî wek referandûmê dît û wiha dirêjî da axaftina xwe : "Dewleta dagirker jî êdî dizane bê PKK, bê gelê kurd û bê serokatî çareseriyek mayînde çênabe. Ji ber wê jî azadiya seroktiya me azadiya Kurdistanê ye, azadiya gelê kurd e. Em ê jî ji bo bidesxistina şaredariyan gund bi gund, bajar bi bajar, tax bi tax bigerin. Bi hunera xwe, bi stranên xwe em dixwazin xwe tevl vê pêvajoyê bibin."
'Ev hilbijartin tê wateya hebûn û tunebûna kurdan'
Hozan Canê jî da zanîn ku ji bo xweseriya demokratîk divê gel zêdetir bixebite û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk were çalakiyên cuda jî bên lidarxistin û wida axivî: "Serxwebûna her çar parçeyên Kurdistanê ye bi girêdayî azadiya serokatî ye. Ji bo ku encamên baş bigirin divê em kampanyaya îmzeyan xurttir bikin. Heke hewce be bikevin grevên birçîbûnê. Ji bo xweseriya demokratîk em ê di vê hilbijartinê de ji sed qatê carên berê zêdetir bixebitin û îdeolojiya fikra serokatî bînin serî." Canê li ser hilbijartinan jî wiha axivî: "Dibe ku di nav vê pêvajoyê de hin kes aciz bûne û kesên xeyîdî hebin. Di vê hilbijartinan de van tiştan bidin aliyekî û ji bo mafên xwe bibin yek û ji bo azadiya serokatî şaredariyên xwe zêdtir bikin." Hunermend Rojda jî anî ziman ku ev hilbijartin tê wateya hebûn û tunebûna kurdan û heke kurd di vê hilbijartinê de serkeftinek baş bi dest bixin dê were dîtin ku kurd çiqas gelekî aştîxwaz e û dê bê dîtîn ku têkoşîna kurdan ji bo çand, ziman, hunera xwe ye. Rojda, li ser giringiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sekinî û wiha got: "Heke peyamên serok baş bê fêmkirin dê rizgariya gelê tirk jî pêk were û di Rojhilata Navîn û Tirkiyê êdî şer çênebin. Heya niha kurdan ji bo mafên xwe ji tu derdorê hêvî nekir, bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest xistin. Ez di vê baweriyê de me ku bi têkoşîna xwe em ê azadiya serokê xwe jî pêk bînin." Rojda anî ziman ku piştî hilbijartinan ew nizanin ku ka ew ê çi bibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev rewş jî gelej bi talûke ye ka hikûmet biçe an neçe. Ewrên reş li ser me hene. Ji ber vê ji divê em di van hilbijartinan de bi ser kevin."
(gka/mae)