Helbestvan Arjen Arî dê li Amedê bê bibîr anîn
11:01 24.10.2013 1 / 4 AMED (DÎHA) - Helbestvanê navdar ê kurd Arjen Arî di 1'emîn salvegera xwe de dê di 27'ê Cotmehê de li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê bê bibîranîn. Nivîskarên kurd der barê Arî de diyar kirin ku kesekî pir bi înat bû û înada wî ya herî mezin jî parastin û pêşxistina zimanê kurdî bû.
Nivîskarê navdar ê kurd Arjen Arî di 1'emîn salvegera xwe de dê die 27'ê Cotmehê de li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê li salona şanoyê bê bibîranîn. Hevserokê Komeleya Nivîskaran Mehmet Yilmaz, der barê jiyana Helbestvan Arjen Arî de diyar kir ku Arî xeleka zincira dawî ya Cegerxwîn, Osman Sebri û Celalet Ali Bedirxan e û wiha got: "Di helbestê Arî de polîtîkayên bişaftina dewletê ya li ser gelê kurd hatine nivîsandin. Arî pir bi înat bû. Bi taybetî di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de pir bi înat bû. Digot 'Ziman her tişt e. Ger ku ziman nebe gel û maf jî nabin" Bi helbestên xwe modernite vedigot. Mexdûriyet û azadî vedigot."
Yilmaz, anî ziman ku Arî di hemû jiyana xwe de bi kurdî diaxivî û ji bo pêşxistin û parastina kurdî têdikoşiya. Yilmaz, ani ziman ku Ari soz dabû gelê kurd û rêxistina azadiya gelê kurd û wiha got: "Bi helbest, jiyan û sekna xwe helbest anî asta îro."
Yilmaz, da zanîn uk Arî li ser komkujiyên Roboskî, Geliye Zilan, Koçgirî, Dêrsimê jî helbet nivisandin. Yilmaz, da zanîn ku ew dê mîrateya wî berdewam bikin û wekî Komeleya Nivîskarên Kurd dê di 27'ê Cotmehê de li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwinê bi bîr bînin.
Arjen Arî kîbû?
Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1956'an de li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Wekî gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbêstê kir. Di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hat girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî.
Heta niha di weşanên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşen, Tîroj, W'yê helbestên wî hatine weşandin. Di sala 1992'yan de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat. Ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê ve li Amedê dijiya.
Arî heta niha li dor deh pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneyên kurdî kiribû û bi nivîsên xwe jî di kovar û rojnamegerên kurdî de cih digirt. Arî ku demekê di nav rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih girt, endamê komeleyê bû.
Berhemên wî:
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Helbest, Avesta, 2000 Ev çiya rûspî ne, Helbest, Avesta, 2002 Destana Kawa, Helbest, Weşanên Elma, 2003 Eroûtîka, Helbest, Weşanên Lîs, 2006 Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên .Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê, 2007 Çil Çarîn, Helbest, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008 Şêrgele, Helbest, Avesta, 2008 Bîhoka li pişt sînor, Çîrok-bîranîn, Wêşanên Avesta, 2010 Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, 2012 Kulîlkên Be’îvan / Hevbestî, Weşanên Ronahî, 2012
(mae)