Heleb navenda hesabpirsînê
Heleb, navenda hesabpirsînê- Xeyrî Baran
Efrîn - Yek ji bajarên mozaîka gelên bi hev re dijîn Heleb e. Êdî bûye yek ji dikên dîmenên tirsnak û trajedîk. Ev bajarê pirzimanî, pirçandî, pirolî û pirnasnameyî, nêzî nîv sedsal e di bin desthilatiya dîktatoriya Baasê de ye û li benda demokrasiyê ye, niha jî di nava kaoqsek ne diyar de maye.
Heleb yek ji navendên şerê navxweyî yê ku 18 meh in li Sûriyeyê dest pê kiriye û duwemîn navenda mezin a pîşesaziyê ye. Ev sê meh in li vî bajarî navbera hêzên rejîmê û dijberên rejîmê de pevçûnên dijwar diqewimin. Bîlançoya rojane; bi dehan mirî, bi sedan birîndar, ewqas jî koçberî...
Ez jî yek şahidên rastiyên bi êş ên van sê mehên dawiyê yên li vî bajarî me.
DÊ ÇARESERNÛSA ŞER DIYAR BIKE
Şerê niha li Helebê diqewime, dê çarenûsa şerê navxweyî yê li Sûriyeyê diqewime diyar bike. Rejîma Sûriyeyê di van demên dawiyê de bi hemû hêza xwe ve êrîşê bajêr dike. Rejîma Sûriyeyê bi şev û roj bi helîkopter, balefirên şer, tank, obîs û hewanan li cihên ku hêzên çekdar ên dijberê rejîmê lê dimînin dibarîne. Êrîşên herî dijwar li dijî taxên Selhedîn, Hederiye, Bistan Başa, Mesekkîn û Henanoyê pêk tê. Êrîşên hêzên çekdar ên ku destekê ji hêzên navneteweyî jî digirin berdewam dike. Êdî pevçûn gihiştine navenda bajêr û Keleha Helebê.
Îro ji sedî 90’ê Helebê bûye qada şer.
BIHA LI GEL ŞER BILIND BÛN
Ji ber rewşa xwezayî ya şer, şert û mercên jiyanî jî êdî awerte bûne. Bihayê lîtreya benzînê ku bi 50 lîreyê Sûriyeyê bû, gihişt 150 lîreyî. Bi heman rêjeyê bihayê mazotê jî zêde bû, bihayê wesayitên hilgir û taksî jî ewqas giran bûn.
Yek ji pirsgirêkên herî girîng jî nan e. Nexêre ne we şaş nexwend, peydakirina nan dibêjim... nane ku berê bi 20 lîreyî bû, niha gihiştiye 60 lîreyî. Ew jî her tim peyda nabe. Hinek ji wana ji bo dora firinê, li ber firinê dimînin û bê nan vedigerin malê.
Birrîna ceyranê jî, bêceyranî jî derdek herî mezin e. Carna bi qasî deh seatan ceyran qut dibe. Girêdana telefon û înternetê rojê carekê an jî qet tune ye.
Li Helebê her tişt bi biha ye, lê mixabin tenê tiştek erzan heye. Mixabin ew jî jiyana mirovan e! Li Helebê zimanê şer û rastiya şer serdest e. Ne kes hesabê dide, ne jî distîne. Ne qanûn hene, ne jî yên guh didin qanûnan hene...
HERÊMÊN KURDAN DI BIN KONTROLA YPG’Ê DE NE
Li Helebê 600 hezar Kurd dijîn. Piraniya Kurdan ji ber polîtîkayên cûdakar û embargoyên rejîma Baasê ya li ser Kurdan li vir bi cih bûne. Ji sedî notê şêniya Kurdên li Helebê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dijîn. Ligel destpêkirina pevçûnên li herêmê, Kurdan dest bi avakirina rêxistina xwe kir û hêzên xweparastinê avakirin. Li hemberî vê jî Kurd li rastî provakasyonên rejîma Sûriyeyê hatin. Heta îro bi dehan Kurd li vir jiyana xwe ji dest dane. Dîsa bi dehan malbat ji ber ewlekariyê ji Helebê koçberê bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bûn. Herêmên Kurdan ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tê parastin. Ketin û derketina hemû herêmên Kurdan ji aliyê YPG’ê ve tên kontrolkirin.
YEKANE MUXATAB MALA GEL E
Herêmên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye, her çiqas ji pevçûnan bandor bibin, jî xebatên xwe yên rêxistibûnê didomînin. Êşên şer, li hemberî zehmetiyan tên cem hev û sekna xwe ya xweser parastin. Li vir yekane muxatabên pirsgirêkên li vir çêdibin Meclisa Gel yanî ‘Mala Gel’ e. Mala Gel cihê çareseriya pirsgirêkên civakî yên pêk tê . Mala Gel bi şev û roj deriyê wan vekirî ye û 24 saetan gel diçin û tên. serlêdan tên kirin û gazinc tên guhdarkirin. Hemû pirsgirêk yên wekî siyasî, aborî û hwd tên nîqaşkirin û çareserkirin. Derfeta min çêbû ku ez nêrînên kurd, ereb û tirkmenên ku van malên gel kar dikin, bigirim. Hemû jî gelek kêfxweş in.
DI ŞER DE RÊWÎTÎ
Bi qasî ku ketina Helebê derketina wê jî zehmet e. Bi taybetî jî ji Helebê çûyîna bajarê kurdan a Kobanê, gelek tiştan tîne hişê mirovan ku ka dê di rê de çi tê serê mirovan. Ji Bistan Başa ya ku di demên dawî de pevçûn zêde lê çêdibin, mirov diçin Kobanê. Di dema derbasbûna Bistan Başayê de di rê de gelek wesayîtên şewitandî, avahiyên hatine bombebarankirin, welatiyên ku di ruyê wan de bêçaretiyeke mezin heye û tu cihê wan tuneye biçe, tên dîtin. Belê dema mirov di nava vê dîmena bi xof û tirs de, derbas dibin ne mumkune ku mirov bi awayekî rehet derbas bibin.
Komên çekdar yên li pêş me û balafirên li hewayê difiriyan, mirovan tenê nahêlin. Bê qeza û bela dema mirov digihêjin Kobanê mirov dibêjin qey nû hatine dinê. Riya Heleb-Kobanê ku du saetan berdewam kir, carna mirov rastî xalên kontrolê yên muxalîfên çekdar yên Suriyeyê ‘Ceyş-î-Hur’ tên. Piştî sînorên bajarê Rojavayên Kurdistanê Kobanê nokteyên kontrolê yên Yekineyên Parastina Gel a yanî YPG cih digirin.
RIYA HELEB-ERFÎN
Bajarê din yên kurdan Efrîn jî çûyîn û hatina wê bi pirsgirêkan derbas dibe. Di navbera Heleb-Efrînê de Handan, Haretan, Daret Aza heye. Ev bi mehane li vir pevçûn pêk hatine û piştî pevçûnan niha ev der di destê muxalîfan de ne. Herêmên navborî niha ji sedî 80 hatine valakirin. Di şert û mercên normal de riya Efrîn û Helebê 45 deqeyan didome, lê niha bûye saetek û nîv. Ji ber ku rê li veguhestinê hatiye girtin wesayit di cihên cuda re neçar in derbas bibin.
Dema mirov ji Helebê diçin Efrînê di derketina bajar de pêşî nûqtreya kontrolê ya rejîmê cih digire. Hema 500 metre wêde komên muxalîf nûqteya kontrolê danîne. Dema mirov digihêjin sînorê Efrînê herî kêm 4 nûqteyên kontrolê yên muxalîfan hene. Riya Heleb-Efrînê bi qasî riya Kobanê rîska wê tune be jî, mirov nezanin balafirên şer kengî bombeyan bi ser mirovan de bireşînin. Carna wesayitên di van riyan de derbas dibin jî rastî êrîşên balafiran tên.
DÎTIN Û VEGOTIN….
Vegotin û jiyan, dîtin pir tiştên ji hev cuda ne. Ne mumkun e ku tiştên min bi xwe çavên xwe dît, ez bûm şahidê jiyanên bi êş û trajîk, binivîsim. Ez nikarim bedenên hatine parçekirin û bajarên wêran bûne vebêjim. Ez nizanim pêşeroja Suriyeya k udi nava xofeke mezin de, dê çawa be. Lê tenê evqasî dizanim; heta ku pevçûna desthilatdariyê ya hêzên navnetewî li ser Sûriyeyê sor bibe, dê gelê vir bedelên hêj girantir bidin/didin..
ANF NEWS AGENCY