1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Helepçe wekî dîmena dojehê tê ber çavê min'
'Helepçe wekî dîmena dojehê tê ber çavê min',helepçe,wekî,dîmena,dojehê,tê,ber,çavê,min

'Helepçe wekî dîmena dojehê tê ber çavê min'

A+ A-

MİHEMED ORHAN/SALİH FİRAT

HEWLÊR (DÎHA) - Şahidê komkujiya Helepçeyê Mamosta Sadiq Heme Xerîb ku di sala 1988'an de rizgar bû, diyar kir ku dema wê rojê tîne bîra xwe, wekî dîmenek ji dojehê tê ber çavê wî. Xerîb, anî ziman ku çapemeniya kurdî wekî pêwîst behsa komkujiya Helebce nake û tenê 3'ê rojan behs dike û got: "Divê ku Helebce tenê bi çend roja neyê bibîranîn."

Mamosta Sadiq Heme Xerîb yek ji kesên ji komkujiya 16'ê Adara 1988'an a Helebce rizgar bûye. Ew niha li Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Selahedîn ê mamosta ye. Berî ku Helebce were bombebarankirin, wî li Zanîngeha Mûsilê beşa Biyolojiyê dixwend. Lê ji ber ku ew nebû Baasî, biryara girtina wî tê dayîn û neçar dibe dest ji zanîngehê berde û biçe bajarê Helebce. Mamosta Sadiq derbarê kîmyabarankirina Helebce de ji DÎHA'yê re axivî.

Helebce yek ji armancên Partiya Baasê bû

Sadiq Heme Xerîb diyar kir ku Helebce gelek caran rastî karesatan hatiye û wiha got: "Berî komkujiya Helebce, Helebce rastî gelek karesatên din jî hatiye. Salên 1970'yan carekê hat wêrankirin. Li sala 1987 jî Helebce û hemû herêma Şarezûr serî hildan û ev jî bû sedem ku were wêrankirin. Bi sedan ciwanên Helebceyî wê demê hatin binçavkirin." Heme Xerîb, destnîşan kir ku piştî rawestandina şerê navbera Îran û Iraqê 16'ê Adara 1988'an Helebce hat kîmyabaran kirin û got: "Berî kîmyabaranê gelek şoreşger di nava bajêr de hebûn. Ji rêzên artêşa Iraqê vekişiyabûn. Helebce yek ji armancên Partiya Baasê bû. Di rojên 13, 14 û 15'ê Adara 1988'an li derdora Helebce şer hebû. Ez bi xwe wê demê li wir bûm. Me li ser serbanan şer bi çavê xwe di dît."

Wê rojê hemû hêzên rejîma Baasê ji Helebce derketin

Derbarê roja 16'ê Adarê de mamosta Sadiq wiha axivî: "Berî nîvro hemû hêzên rejîma Baasê ji Helebce derketin û ber bi Silêmaniyê ve diçûn. Bi rêya helîkopteran li çiyayên derdora Helebce leşker dihatin komkirin. Hêzên rejîmê dişkestin. Lê sibehê rewş aram bû, ango şer tune bû û dengê gulleyan nedihat bihîstin. Li hemberî vê rewşê gel ne dizanî çi bike û ditirsan ku Helebce were kîmyabaran kirin. Xelk pir ditirsiyan û dizanîn rejim bi hêsanî ji Helebce dernakevin." Sadiq Heme Xerîb wiha got: "Saet derdora 12.00'an balafirên rejîmê hatin ser Helebce û bombebaran kirin. Gelek kes ji ber bombebaranê şehîd bûn. Êdî derfet çênebûn welatî ji bajêr derkevin. Hemûyan xwe xistin di bin jêrzemînan (bodrum) de. Welatiyan berê ji tirsan di malên xwe dejêrzemîn (sığınak) çêkiribûn û ji bo xwe biparêzin."

Me texmîn dikir bûyerek nexweş rû bide

Mamostayê Zanîngeha Selahedîn da zanîn ku bihaneyên rejîma Baasê yên ji bo Helebce bê bingeh in û wiha got: "Dibe ku pasdarên Îranê jî li wan navçeyan ligel hêzên pêşmergeyan şer kiribin. Lê bihaneyên ku rejîma Baasê û Elî Kîmyayî, kudi got pêşmerge û hêzên Îranê li Helebce bûn û ji ber wê hatiye bombebarankirin, bihaneyekî bê bingeh bû. Ji ber dema Helebce hatî bombebarankirin, hemû welatiyên bê guneh şehîd bûn. Ez bi xwe li Helebce bûm û çûm nava bazarê. Xelk li ber deriyan bûn û min texmîn dikir ku tiştek rû bide. Ji ber wê yekê wê rojê min gelek tişt kirîn. Rejîmê cihên ku herî zêde sivîl lê, bombebaran kir. Herwiha cihê derketina mirovan dihat kîmyabaran kirin." Mamostayê Zanîngeha Selahedîn diyar kir ku berî Helebce were kîmyabarankirin, balafirên şer bi nizmî li ser bajêr de difiriyan û wiha got: "Dema bajar dihat bombebarankirin, ji erde ti êrişek li dijî wan çênedibû. Derdora êvarî re jî bajar hat kîmyabaran kirin."

Li ser pirsa 'Wê demê we çawa xwe parast û hûn çawa rizgar bûn?' Mamosta Sadiq wiha got: "Malbata me û ya hinek xizmên me yên din, em çûn jêrzemînê de. Ji berku berê min hinek tişt li ser kîmyayê xwendibû, min ferq kir ku bajar tê kîmyabarankirin. Me bi paçên şil, rû û çavê xwe parast. Di dema kîmyabaranê de me li ser serban temaşe dikir, xizmekî me yê ligel min got , ez hest pê dikim ku bêhnek tê. Wê demê em ji serban hatin xwar. Min ji wan re got ku Helebce tê kîmyabarankirin."

Çawa xwe parastin û rizgar bûn

Derbarê ka çawa xwe parastin de, mamosta Sadiq ev tişt gotin: "Me teştekî avê anî, me paç şil dikirin û datînan ser rûyê xwe û zarokan. Me her yekê paçek şil xist ser rûyê wan. Ji bo tirs çênebe, me ji zarokan , re ne got Helebce hatiye kîmyabarankirin."

Li ser pirsa 'Hûn çawa rizgar bûn?'mamostayê Zanîngeha Selahedîn wiha got: "Di dema bombebaranê de tiraktorek li pêşiya mala me xirab bibû. Jin, zilam û du zarokên di tiraktorê de hatin ligel me û me birin di jêrzemînê de. Dema kîmyabarankirin rawestiya, çû hinek destkarî kir û tiraktor dûbare xebitî. Min jî hemû zarok li tiraktorê siwar kir û em çûn. Dema em gihiştin ser cadeya serekî, me temaşe kir karesatekî pir mezin çêbûye. Me gelek kes dîtin kûr bibin û kesê ne dikarî xwe ji piya de bigirin."

Zaroka xwe hêla û reviya

Mamosta Sadiq da zanîn ku wê demê dîmenek dît û ti carî ji bîr nake. Derbarê wî dîmenê de Mamosta Sadiq wiha got: "Jinek bû û zaroka wê li ber singa wê bû. Zaroka wê mîrî bû, min dît zaroka xwe danî û bi xwe reviya." Sadiq Heme Xerîb wiha got: "Em ber bi çiya ve çûn. Xelk direviyan û ne dizanîn ber bi kûve diçin. Baran dîbarî û gelek sar bû. Em heta Deryaya Sîrwan meşiyan. Me dît ku termê hesp û lawiran di ber avê diçûn û ji ber kîmyabaranê miribûn. Me nekarî em di wir re derbasî aliyê din bibin û me rêyek din şopand. Em heta şevê li çiya mam. Tişta em rizgarkirin jî, dayîka min berî nîvro xwarinek zêde amade kiribû û me ligel xwe biribû. Di rê de her zarokê birçî dibû, me tiştek didayê. Em şev dinava şikeftekê de man û av tûne bû. Me agir pê kir û zarok razan. Piştî bû sibeh jî em çûn cihek ku jêre dibêjin, Şêxan. Kurdên Rojhilat ji aliyê din hatibûn wir û alîkarî ji me re anîbûn. Erebeyên Îranê hatibûn wir û her kes ber bi aliyekê ve dibir."

Mirov bi komî dihatin veşartin

Derbarê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de jî, mamostayê Beşa Ragihandinê yê Zanîngeha Selahedîn wiha got: "Heta niha statîstîkekî diyar tune ye. Piştî heftiyekê me dît ku hemû şehîd bi kom dihatin veşartin. Bi mîsogerî zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûne, di navbera 7-10 hezar kesî de jî birîndar bûne. Gelek ji wan birîndaran heta niha jî dinalênin. Heta niha jî birîndarên wê demê şehîd dibin û roj bi roj ew hêjmar zêdetir dibe." Sadiq Heme Xerîb diyar kir ku Helebce ji bo wî dîmenek ji dojehê bû û wiha got: "Mirov nikare bi peyvan behsa wê karesatê bike. Mirov nikare, bi film, dokument an jî şanoyekê behs bike. Enceq dikare behsa beşek ji wê bike. Dema em bi ser çiya diketin, min jinek dûcanî dît û ti kes ligel nebû. Dema zarokbûnê jiyan dikir. Dikir qêr û hewar. Mirov çawa dikare vî dîmenî bike film? Heftiyek piştî kîmyabaranê zarokekî keç a bi navê Zemzem ya 6 salî di ber sînga dayîka wî hat dîtin û hê jiyan dikir. Dayîka wî mirî bû û piştî demekê min ew zarok li Rojhilat dît." Heme Xerîb da zanîn ku diviya bû Helebce wekî xwe maban û wiha got: "Ez xwediyê wê dîtinê bûm, pêwîst bû çawa Helebce hat kîmyabarankirin û wêrankirin, wekî xwe maban û nehatiban destkarîkirin. Derdora wê bi surhekê hatiban dirûstkirin. Ji bo dîrokê û wekî mûzaxaneyekê maban. Pêwîst bû Helebce wekî Hîroşîma bibûya sembol û hêmaya çewisandina gelekê. Bila Helebce li cihek din hatiban avakirin."

Mamostayê Beşa Ragihandinê yê Zanîngeha Selahedîn Sadiq Heme Xerîb rexne li dezgehên çapemeniyê yên kurdî jî girt û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Salê tenê 3'ê rojan Helebce bibîrtênin. Di van 3'ê rojan de ne raya giştî li ser dirûst dibe û ne jî dikarin mafê wê bidinê. Divê çapemeniya kurd bi berdewamî behsa trajediyên li ser gelê kurd bike."

(mo/mae)

15.03.2014 - 09:35:18