1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Helwesta Bextiyar helwesta YNKê ye´
´Helwesta Bextiyar helwesta YNKê ye´,helwesta,bextiyar,helwesta,ynkê,ye

´Helwesta Bextiyar helwesta YNKê ye´

'Gotara Mele Bextiyar ya di kongeya BDP’ê de ya YNK’ê ye'

A+ A-

Berdevkê Ragihandinê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Azad Cundiyanî pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku helwesta Endamê Polîtburoya YNK’ê ya di kongreya awerte ya BDP’ê de nîşan da, helwesta YNK’ê ye.

Berdevkê Ragihandinê yê YNK’ê der barê pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê de ji rojnameya Hawlatî ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî û diyar kir ku wana beriya niha helwesta xwe ya li hemberî grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd diyar kiriye.

Cundiyanî da zanîn ku wana her tim helwesta xwe ya li hemberî pêşketinên Bakûrê Kurdistanê diyar kiriye û bi bîr xist ku Nunerê Mam Celal û Endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiya li ser navê YNK’ê beşdarî kongreya awerte ya BDP’ê û da zanîn ku helwesta Mele Bextiyar di kongreyê de nîşan daye, helwesta YNK’ê ye.

Hêjayê gotinê ye ku Mele Bextiyar di kongreya awerte ya BDP’ê ya 14’ê cotmehê de de axivî û diyar kir ku rêberên ku di dîrokê de weke terorîst dihatin dîtin îro welatan bi rê dibin. Mele Bextiyar got, “Ez bawer im ku dê Tirkiye jî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, Ocalan dê bibe serokê welatê xwe." Mele Bextiyar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza azadiya Ocalan kir.

ANF NEWS AGENCY