‘Helwesta Dadgeha Bilind faşîzan e'
‘Helwesta Dadgeha Bilind a li hemberî Cemxaneyê faşîzan e'
Bertekên li dijî biryara 7'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a "Ji bilî mizgeft û mescidan tu cih ne warê îbadetxaneyê ye" her ku diçe zêde dibin. Serokê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal a Amedê Cafer Koluman, diyar kir ku biryara dadgeha bilind biryarek faşîzane ye. Koluman, anî ziman ku dê dozê bibin DMME'yê. Endamê Lijneya Vakfa Dêra Ermeniyan a Surp Gragos Gaffur Turkay jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Hêj dewlet hemû warê îbadetxaneyê wekî mizgetf dibîne û ev nîşaneya înkarê ye."
Dozgerê Komarê yê Enqereyê bi hinceta Komeleya Avakirina Cemxaneyan di rêziknameya xwe de gotibû "Cemxane warê îbadetê ne" doza girtina komeleyê vekiribû. Li ser vê yekê 16'emîn Dadgeha Asliye Hukukê der barê rêziknameya komeleya elewiyan de bi hinceta li dijî xala 2'emîn a Makeqanûnê ye biryara girtina komeleyê dabû û şandibû 7'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind. Heyeta Dadgeha bilind jî biryar erê kir. 7'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind, der barê dozê de biryara "Ji bilî mizgeft û mescidan tu cih ne warê îbadetxaneyê ye" da. Li hemberi biryara dadgeha bilind Serokê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal a Amedê Cafer Koluman, bertekên hişk nîşan da û wiha got: "Biryara dadgeha bilind biryarek faşîzane ye. Em dê dozê bibin DMME'yê. Dadgehê bi Karê Diyanetê re axiviye û pişt re biryar daye. Li dijî peymanên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî û navneteweyî ne. Me elewiyan piştî vê biryara darazê bi tevahî bareriya xwe ya li hemberî darazê winda kir. Ev biryarek nijadperest e. Ev biryara çû Dadgeha bilind em bawer nakin bê guhertin. Ji ber ku hişmendî yek e. "
'Dewlet tenê warê îbadetê mizgeft dibîne'
Endamê Lijneya Vakfa Dêra Ermeniyan a Surp Gragos Gaffur Turkay jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Hêj dewlet hemû warê îbadetxaneyê wekî mizgetf dibîne û ev nîşaneya înkarê ye. Ev biryar li dijî hişmendiya welatên demokratîk û hiqûqê ye. Divê li welatên demokratîk hemû çand, bawerî û ziman azad bin û dewlet jî piştgiriyê bide vê yekê. Divê her ol û bawerî azad bijîn û her kes li îbadetxaneyên xwe îbadetê bikin. Ev helwesta dewleta Tirkiyeyê pir şaş e û divê bi lezgîn biryar bê guhertin."
(mae)