"Helwesta Erdogan neguheriye"
Kişanak: Helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî Roboskiyê neguheriye
ALPER ATALAY Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Tayyip Erdogan da û diyar kir ku helwesta Erdogan a li hemberî komkujiya Roboskiyê nehatiye guhertin. Kişanak, da zanîn ku Erdoganê ku ji Serfarmandarê Artêşê yê komkujî pêk anî re spasiyê xwe anî ziman îro jî heman ferasetê nîşan dide ûdê di dawîya dawî de derkevin pêşberî dadgehê û bên darisandin.
2 roj şûnde yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an a balafirên şer ên tirk ên F-16 bombe barandin û 19 jê zarok 34 welati hatin qetilkirin e. Li gel ku heta niha hikûmetê der barê ronîkirina komkujiyê de tu gav neavêt jî Serokwezîr Erdogan bi daxuyaniyê xwe komkujiyê diparêze û kujeran mafdar derdixe. Erdogan ku piştî komkujiyê ji Serfermandarê Artêşê Necdet Ozel spasî kiribû niha jî got 'Ne sivîl in' û kuştina wan rewa dît. Li hemberî vê yekê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bertekên xwe anîn ziman û ev helwesta Erdogan şermezar kir. Kişanak, nerînên xwe yên li hemberî feraseta hikûmet û Serokwezîr Erdogan bi ajansa me DÎHA'yê re parve kir.
Kişanak, anî ziman ku helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiyê ji roja ewil heta niha qet nehatiye guhertin û komkujiyê diparêze. Kişanak, anî ziman ku wê demê ji kujer û Serfermandarê Artêşê pîroz kir û niha jî bi gotinên "Ne sevîl bûn" komkujiye diparêze. Kişanak, destnîşan kir ku salek derbas bû lê hikûmetê heta niha ji bo ronîkirinê tu gav neavêtiye, lê li şûna ku hesap bide bêtir vê helwesta xwe diparêze û wiha got: "Hemû kesên hatin heqitkirin piraniya wan zarok in û tev li gund dijîn. Serokwezîr Erdogan raste rast dibêje vê mijarê nexin rojeva xwe. Dixwazin ji nûve medya bêdeng bikin û ser bûyerê veşêrin."
'Bi destûra Erdogan ev komkujî pêk anîn'
Kişanak, destnîşan kir ku ji ber ev komkujî bi destûra Erdogan pêk hatiye Erdogan dixwaze ser komkujiyê veşêre û wiha got: "Ji bilî serfermandar û Serokwezîr Erdogan tu kesê din nikarin fermanê bide. Li gorî pivanên zagonî jî qisa ye. Operasyonên dersînor jî bi fermana Serokwezîr pêk tê. Ev bi destûra Serfermandar û Serokwezîr pêk hatiye.
'Her ku dilebitin winda dibin'
Kişanak, da zanîn ku ji bo ser bûyerê bincil bikin her tim dilebitin, lê her ku bilebitin dê bêtir winda bibin û têk biçin. Kişanak, daxuyand ku Erdogan bi her axaftinên xwe bêtir dilê dayikan dişêşîne û dayikan bi gotinê xwe dikuje.
Kişanak, anî ziman ku dê her tim hesap ji komkujiyê bipirsin û ji bo bûyer ronî bibe û kujer bên darizandin dê li gel malbatan cih bigirin û bi şopa wê bikevin. Kişanak, bang li her kesî kir ku ji bo edalet cihê xwe bibîne û hesap bê pirsîn di 28'ê Kanûnê de tev li meşa Roboskiyê bibin.
(mae)