1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Helwesta Herêma Kurdistanê li ser komkujiya Zergele
Helwesta Herêma Kurdistanê li ser komkujiya Zergele,helwesta,herêma,kurdistanê,li,ser,komkujiya,zergele

Helwesta Herêma Kurdistanê li ser komkujiya Zergele

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê li ser bombebaran kirina gundê Zergele yê Qendîlê belav kir

A+ A-

HEWLÊR / ROJNEWS

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê komkûjiya gundê Zergele ji aliyê balafirên Tirkiyê hatî hatî pêkanîn, daxwaz ji PKK’ê kir ku ji Herêma Kurdistanê dûr bikevin. Herwihah daxwaz ji Tirkiyê jî kir ku sivîlan bombebaran neke.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê li ser bombebaran kirina gundê Zergele yê Qendîlê belav kir. Serokatiyê daxwaz ji Tirkiyê kir ku tenê bombebaran kirina welatiyên sivîl dûbare neke û daxwaz ji PKK’ê jî kir ku şer ji xaka Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Di daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: “Em di demek ku vê bombebarana bûyî sedemê şehîd bûna welatiyên Herêma Kurdistanê şermezar dikin, daxwaz ji Tirkiyê dikîn ku bombebaran kirina welatiyên sivîl dûbare neke. Ti bihaneyek ji bo şehîd kirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê nîne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bêyî balê bikişîne ser êrişên Tirkiyê, PKK ji şer berpirs dibîne û wiha dibêje: “Pêwîste hêzên PKK’ê meydana şer ji Herêma Kurdistanê dûr bixe û êdî welatiyên Herêma Kurdistanê nebin qûrbanê van şer û nakokiyan.”

Balafirên şer ên Tirkiyê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve bê navbera Herêmên Parastina Medya û xaka başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Roja 25’ê Tîrmehê serokwezîrê Tirkiyê derbarê êrişa li dijî baregehên PKK’ê ragihand ku wî ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axiviye û ew ji êrişan agehdar kiriye. Davutoglu diyar kiribû Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo êrişan nîşan daye.

(rn)