1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hemleya dawîn a pîlanên li dijî Rojava
Hemleya dawîn a pîlanên li dijî Rojava,hemleya,dawîn,a,pîlanên,li,dijî,rojava

Hemleya dawîn a pîlanên li dijî Rojava

A+ A-

SEYİT EVRAN 15.09.2013

Ji ser êrîşên li dijî Rojava yên îslamiyên radîkal re ji sê mehî zêdetir dem derbas bû. Ev êrîşên vê carê, bi giştî li dijî hemî gund û navçeyên kurdan ên li herêmên ereban e, dabûne destpêkirin. Em çavek li hin pêşkeftinên ku bi van êrîşan re di heman demê de bûn, bigerînin: Girtina deriyê sînor ê Sêmelka, civîna Koalîsyona Sûriyê ku nêzî heftiyekê li Stenbolê domiya û serokê xwe guherandin, piştre civîna qaşo rêveberên AAS (ÖSO) ya li Dîlokê, pîlansaziyên van civînan û herî dawî tevlîbûna ENKSê ya Koalîsyona Sûriyê. Tevlîbûna ENKSê ya Koalîsyona Sûriyê, bû perdeya dawîn a van êrîşan. Bê guman ku ev perdeya dawî, bû sedema aşkerebûna ruyê hêzên navneteweyî, herêmî û nîjadperestên paşverû yên Tirkiyeyê û paşverûyên kurd. Bi van êrîşan re diyar bû ka armanc bi van êrîşan çi ye û ji bo vê kîjan hêzî, çi rolî girtiye. Armanca sereke ya van êrîşan, rêlibergirtina vîna kurd û destkeftiyên şoreşa Rojava ye ku ev şoreş xwedî bingeheka dîrokî ye. Ev yek pir zelal e êdî. Hêzên navneteweyî yên mîna DYA, Fransa û Îngilîstanê, ji destpêkê ve polîtîkayên li dijî vê şoreşê bi rê ve birin. Hin hêzên herêmê yên mîna Siûdî Erebistan, Katar, Urdun jî ku li ser Sûriyê xwedî hesab in jî, bi heman rêbazî tevgeriyan. Urdunê dixwest heman polîtîkaya ku di doza Filistînê de kiribû, pêk bîne. Siûdî Erebistanê jî, piştî ku bi mudaxeleya Îraqê re xwe radestî DYAyê kir, dixwaze xeta DYAyê bi nasnameya xwe ya îslamî bîne herêmê û ji bo vê jî, ji ser Sûriyê re, ji bo xwe parek dixwaze. Ji ber vê yekê jî, ji destpêkê ve polîtîkaya wê ya li herêmê, hevkariya DYAyê ye. Di Şoreşa Rojava de, du hêzên grîng ên din jî, Tirkiye û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ne. Tirkiyeya ku di bin rêveberiya AKPê de ye, ev bi salan e siyaseta tunekirin û înkarkirinê li dijî gelê kurd bi rê ve bir. Qaşo polîtîkayên wê yên Sûriyê jî, di rastiya xwe de, hemî ji bo Rojava ne. Ji ber wê yekê, desteka ku dide Muxalefeta Sûriyeyê jî, ji avakirina Sûriyeyeka nû zêdetir, pîlanên ji bo têkbirina Şoreşa Rojava ye. Ji par û heya niha civînên ku tê de êrîşên li dijî Rojava hatin pîlankirin, li Tirkiyeyê hatin kirin. Ev jî delîla herî mezin a vê rastiyê ye. Par êrîşên ku ji Eşrefiyeya Helebê dest pê kirin û heya bi gundê êzidiyan a Kastel Cindo ya Efrînê domandin, bi Koma Asîfel Şîmal a Omer Dadixî dane kirin ku ev kes ji aliyê her kesekî li herêmê ve tê zanîn ku mirovê MÎTa Tirkiyeyê ye. Piştre ev êrîş li dijî Serêkaniyê domiyan û baş tê zanîn ku biryara van hemî êrîşan, li civîna li Rihayê hatine girtin. Lê gelê Rojava û hêzên parastina wan bi berxwedaneka mezin, van hemî êrîşan berteref kirin.

Êrîş ne tenê ji aliyê leşkerî ve, lê bêtir ji aliyê siyasî ve hatibû pîlankirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi hin partiyên siyasî ku tu bandora wan li Rojava nîne re hevkariyek kir û xwest PYDê ji derveyê vê xebatê bihêle. ENKS, berhema vê pêvajoyê ye ku li dijî Meclîsa Gel a Rojava hatiye avakirin. Piştî ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi avakirina vê rêxistinê re tu encam bi dest nexistin, neçar ma û pejirand ku bi hevkariya her du meclîsan ve, rêxistineke bilind bê avakirin. Konseya Bilind a Kurd jî wiha ava bû. Lê li gel vê jî lîstikên di qada siyasî de domiyan.

Pîlana jihevdexistin û parçekirinê

Pîlan ev bû: Bi pesendkirina DYAyê re, dê Rojava bikirana du parçe. Cizîr û Kobanê-Efrîn. Di bin koordînatoriya DYAyê de, li gor pîlana parçekirina Rojava, herêmên petrolê Cizîr -û bi taybet jî herêma Rimelan û Dêrikê- dê ji PDKê re bimana. Kobanê û Efrîn jî ku herêma zeviyên çandiniyê ne dê ji Tirkiyeyê re bihiştana. Hemî êrîş, li gor pêkanîna pîlana vê parvekirinê têne kirin.

Êrîşên ku par payizê dane destpêkirin, piştî Gir Zîro, Rimelan, Tirbespiyê û Çil Axa ji aliyê kurdan ve hatine azadkirin, bi rêbazên nû ve domiyan. Lewra ev herêm, herêmên petrolê ne û bi desteka DYAyê, dixwazin van herêman ji PDKê re bihêlin. Ji ber wê yekê êrîşên li dijî van herêman niha êdî bêtir bi pîlan, tektîk û rêbazên cuda bi pêş dixin. Ji bo pêkanîna vê pîlanê, di meha adarê de ji bo bala kurdan bikşînine Helebê, pêşî li dijî taxên kurdan ên li Helebê êrîşan dane destpêkirin. Kurd ji wê derê hatine koçberkirin. Piştre, di dawiya meha adarê de, komên çete ku li ser navê ÖSO ´yê tevdigerin, şerê xwe yê qaşo li dijî rejîmê dane rawestandin û berê xwe dane herêma Efrînê. Li vir jî armanc ew bû ku bala kurdan bikşînin ser Efrînê û Rimelanê bi dest bixin. Û ev êrîş hemî jî bi hevkariya DYA, AKP û PDKê ve hatine pîlankirin. Ji bo pêkanîna pîlanê jî, gelek rêbazên cuda ceribandin. Piştî aloziya çêkirî ango sunî ya Deriyê Sêmelka, bi girtina derî û destpêkirina ambargoyê re pîlan ketine dewrê û domiyan. Pîlana kete dewrê ev bû: Komên girêdayî El Qaîdeyê ku ji aliyê DYA û NY ve mîna terorîst hatine binavkirin, bi desteka Tirkiye û PDKê ve êrîşê herêma Cizîrê dane kirin. Di van êrîşan de ku ji Serêkaniyê dest pê kir û heya Dêrikê domiyan, komên çeteyan tu serkeftin bi dest nexistin û vê carê jî berê xwe dane herêmên ereban, deverên ku kurd lê dijîn sêgoşeya Cerablus-Azaz û Helebê. Azadî û El Partî ku di bin kontrola PDKê de ne, serkêşiya van êrîşên li dijî vê sêgoşeya ku gund û navçeyên kurdan lê ne, kirin. Piştî daxuyaniya kurdên Rojava ”Em dixwazin rêveberiya xwe ya demî ava bikim û ji bo vê jî xebatan dimeşînin” ev hemû êrîşên vê dawiyê hatin kirin. Beriya her kesekî, Tirkiyeyê aşkere nerazîbûna xwe li hemberî vê daxuyaniyê diyar kir û got; ”Li sînorên me pêşkeftinên xetere dibin”. Piştre bi rengekî aşkere bi komên çeteyên ku dibêjin em girêdayê ÖSO yê ne, li Dîlokê civîn dane kirin û pîlana êrîşa li dijî kurdan da ber wan. Piştre di çavçoveya vê pîlanê de êrîş dane destpêkirin.

Di bin komkujiya li Til Eran, Til Hasil, Kubbeysîn, Kefer Zixir, Nêrebiyê, Sed Şehap û 117 gundan de, hevkariya El Partî û Azadî derket. Daxuyaniya PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê ku dibêjin ”Li van herêman komkujî nebûye. Bi tenê di nav du hêzên çekdar de şer qewimîne” jî, delîla herî aşkere ya hevkariya wan a vê pîlanê ye. Niha malbatên ku kesên wan bûne goriyên van komkujiyan meraq dikin eger pirs bikin ka di navbera kîjan hêzên çekdar de ev şer qewimî ne, dê bersiva Serokê Herêmê çi be gelo?!

Perçeyeka din a vê hevkariyê jî, bi van êrîşan re paralel, bombebaranên ku têne kirin in. Di heman dema ku li herêmên cuda yên Rojava li dijî komên girêdayî El Qaîdeyê şer heye de, El Partî û Azadî ji bo ji hundir ve destekkirina van êrîşan, ketin nava hewldanan. Ji xwe tê zanîn ku di êrîşa li dijî Efrînê de bi komên çete re li hev kirin û ji wan re gotin; ”Hûn ji derve ve êrîşê bikin, em ê jî ji hundir ve dest pê bikin.“ Li gor vê pîlanê, li Efrîn û derdora wê hin bombe hatin teqandin. Li Qamişloyê jî, beriya wê hin çalakiyên wiha yên bombeyî hatibûne kirin û siyasetmedarê kurd Îsa Heso di êrîşeke wiha de, di encama bombeya ku di erebeya wî de bi cî kiribûn de jiyana xwe ji dest da. Hewldanên bi vî rengî li Efrînê jî kirine dewrê, lê bi ser neket. Di 22yê tebaxê de, car din êrîşên bombeyî dane destpêkirin. Li Efrînê bombeya yekem, li dijî Saziya Civaka Sivîl ku mîna Qada Civakî tê zanîn, hate teqandin. Di encama teqandina vê bombeyê de dayikek li gel du keç û kurekî xwe, jiyana xwe ji dest dan. Piştî nêzî heftiyekê, li dijî Akademiya Çapemeniya Azad êrîşeke bombeyî hate kirin. Di vê bombekirinê de bi tenê xisara madî bû. Ekîbên Asayişa Efrînê, di encama operasyonekê de kesên ev bombe teqandine, girtin. Ev êrîşkar hemî jî derket holê ku endamên El Partiyê ne û êrîşkar li xwe mukur hatin ku bombeyên ku teqandine, ji navenda El Partî ya Efrînê girtine. Her wiha aşkere bû ku El Partî û Azadî, navenda El Partiyê bi hev re bikar tînin. Serokên Giştî yên van her du partiyan jî niha li Hewlêrê, li gel Hukûmeta Herêmê, li deverên ku ji bo wan hatine veqetandin, dimînin.

Armanc Lêzgînkirina Pêla Koçberiyê ye

Di dema ku ev hemî tişt diqewimin de, fêde tê de heye ku em pêşkeftineke par jî bi bîr bînin; Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê, talîmateka nivîskî ya Wezareta Karê Derve ya Tirk ku ji balyozxaneya Hewlêrê re şandibû, hatibû bidestxistin. Di xalên sereke yên vê pelgeyê de koçberkirin û ji mirovan valakirina Rojava cî digirt. Ji bo pêkanîna vê polîtîkayê ji aliyekê ve Tirkiye, ji aliyekê ve komên ku tetikkêşiya Tirkiyeyê dikin û pê re tevdigerin û ji aliyê din ve jî, Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê, li dijî Rojava ambargo pêk anîn. Bi vî rengî, bingeha zemîna pêla koçberiyê hate amadekirin. Bi ambargoya ku ev nêzî salekê ye didome re, êrîşên leşkerî dest pê kirin. Dê bi van êrîşan re, di nav gel de bêmoraliyekê ava bikirana, dê di serî de derman, kêmasî û tunebûna zad û qût der bidana. Bi êrîşên çeteyan û bombeyên ji hundir ve têne teqandin re jî, dê kaoseka civakî biafirandana. Her wiha bi rêya çapemeniyê û rêbazên şerê taybet, dê propogandaya ku li van deveran jiyan nemaye, tu tiştek nayê dîtin bihata kirin û dê gel neçarî koçberiyê bikirana. Ku ev yek ji xwe bi berfirehî jî hatine kirin. Û di heman demê de jî, bi tenê ji bo koçberiyê, deriyê sînor ji bo çend rojan hate vekirin. Li aliyê Tirkiyeyê jî, bi rengekî ne fermî, derî ji bo koçberiyê vekirî hatine hiştin. Di nav çend rojan de bi hezaran kesî koçberî Başûr û Tirkiyeyê dane kirin. Bi bombeyên ku teqandin re jî, xwestin vê pêla koçberiyê bilindtir bikin. Armanc ew bû ku li seranserê Sûriyê baweriyeke wisa bidine çêkirin ku li Rojavaya ku ji her derî ewletir e, tu ewlehî nemaye.

Kurd hay ji van hemî rastiyan hene

Li ser bingeha hevkariya DYA, Tirkiye û PDKê, êrîşên ku li dijî tevahiya Rojava têne kirin, her roj bêtir zelal dibin. Gelê Rojava hay jê dibe ku armanc çiye. Hay jê dibe ku herî dawî tevlîbûna ENKSê ya Koalîsyona Sûriyê jî, encama biryarên civînên li Stenbol û Hewlêrê ye. Di nav derdorên siyasî, rewşenbîr û gel de, ev yek dibine sedema nîqaşan ku ev yek li dijî Rojava gavên berçav ên pîlanên parvekirina Rojava ne. Di van nîqaşan de tê diyarkirin ku ji Serêkaniyê bigire heya herêma Helebê, di hemî êrîşên li dijî kurdan de, para vê hevkariyê heye.

Dema qala van hemî pîlanan tê kirin, divê rola Fethullah Gulen ku li DYAyê dijî jî, neyê jibîrkirin. Tugaya Fethullah di hemî êrîşên ji Serêkaniyê bigire heya Helebê de cî digire ku ev jî tiştekî tesadufî nîne bê guman.

Çavkanî: ANF Wergera ji tirkî: Amîda Kurd