Hemo: Hemû hesab dê li Hesekê bên binaxkirin
SEYÎT EVRAN 02.08.2014 07:01:08 Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo diyar kir ku piştî êrîşên li dijî Kobanê hewl didin Hesekê bixînin û da zanîn ku ji berê deh qatî zêdetir li ber xwe bidin û wê Hesekê biparêzin. Hemo got: “Berdêl çi dibe bila bibe, Hesekê wê nekeve, wê bibe fînala gihandina azadî û statuya Kurdistanê.
Fermandarê giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku DAIŞ’a ku piştî Mûsilê berê xwe daye Kobanê ji sedî 80 şikestiye; komkujî hatiye astengkirin; ev hefteyeke jî bi operasyonan hewl didin qadan vekin.
Hemo got ku niha jî dixwazin Hesekê bixînin û diyar kir serkeftin û parastina Şoreşa Rojava di vir de derbas dibe û da zanîn ku berdêl çi dibe bila bibe wê Hesekê neyê xistin.
Hemo di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dê ji berê zêdetir 10 qatî li ber xwe bidin, berdêlan bidin û got: “Dê bibe fînala gîhandina statu û azadiya Kurdistanê. Li ser Hesekê lîstikên ku li vir li ser Kurdan tên lîstin dê vala bên derxistin.”
Sîpan Hemo der barê êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê, planên dagirkirina li ser Kobanê û Hesekê, li ser berxwedan û seferberiya Rojava ji ANF’ê re axivî.
Sîpan Hemo destnîşan kir ku ew Gelê Bakur ku di van şert û mercên dijwar de peywira xwe ya dîrokî anîne cih silav dike û wiha berdewam kir: “Tevlibûn, helwest û xwedîderketina wan dilê hemû êrîşkaran tirsand. Berxwedana pîroz a gelê Kurd êrîşan bê bandor dihêle. Vê helwesta wan sînorên sunî û polîtîkayên mêtingerî û parçekirinê ji holê rakirine.
EV 3 SALE ÊRÎŞ DIDOMIN
Hemo wiha berdewam kir: “Ev 3 sal e di her demê de û bi rêbazên cuda gelek êrîş pêk hatine. Yekane armanca van êrîşan eve ku qezencên gelê Kurd xesb bikin. Bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewletên herêmî re, komên Îslamî berê xwe dan Sûriyeyê, ev hêz ji rejîmê zêdetir bi hêzên şoreşger re şer dikin. Ev komên ku wesfa çeteyan heta dawiyê heq dikin, her tim rastî êrîşan hatin û gelekên wan hatin tasfiyekirin. Di aliyê me de ev kom destpêkê zêde nedihatin naskirin.
MÛSIL WEK MORAL Û PRESTÎJEKÊ PÊŞKÊŞÎ DAIŞ'Ê KIRIN
Piştî îlankirina xweseriya demokratîk cara yekemîn em bi van çeteyan re dem bi dem hatin rû hev. Piştre jî em neçar man li Kobanê, Efrîn û Cizîrê têbikoşin. Hedefa wan zelal û vekirî bû. tasfiyekirina qezencên gelê Kurd bû. Ev salek zêde ye li Kobanê berxwedan didome. Bi berdêl dayînê rê nedan ber çeteyên çavsor. Piştî ku DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, fikarên me dîsa derketin holê. Ev çete li sê kantonan têk çûn. Bi taybet sala buhrî bi berxwedana Kobanê re bi giştî şikestibû. Hêza xwe winda kiribû. Li gorî patronaja ku ew şandibû herêmê, peywir hê neqediyaye. Ji bo DAIŞ’ê moral û prestîj pêwist bû. Ji bo vê jî şert û mercên dewrgirtina Mûsilê hatin afirandin. Mûsil dewr kirin û di 24 saetan de dîsa zindî bûn. Bi moral û prestîja ku ji vir girtin, ji nû ve berê xwe dan herêmên Kurd.
EM PIŞTÎ MÛSILÊ LI BENDÊ BÛN
Hemo bi lêv kir ku wan dipa ku piştî Mûsil dewr bê girtin dê dîsa çete berê xwe bidin ser axa wan û got: “Tişta ku me dipa pêk hat. DAIŞ’ê hema piştî Mûsilê berê da Rojava û ji bo dagirkirinê êrîşê Kobanê kir. di civîna ku li Mumbîjê hat kirin de sîmulasyona dagirkirinê girt. DAIŞ’ê fêm kir ku dikare Mûsilê dagir bike, heta belkî dikare Bexdayê bigire lê Kobanê tu car. Fêm kir ku Kobanê ji Bexda û Şamê bi hêztir û berxwedêrtir e. Ji ber ku rastiyeke gel a şoreşger heye. Nêzî 15 rojan pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Dixwazin Kurdan di komkujiyek nû re derbas bikin û travmayek mezin bidin jiyîn. Ji bo vê jî hemû hêzên xwe yên aktîf ên Iraq û Sûriyeyê vekişandin dora Kobanê. Pevçûnên wan ên li dora Heleb û Dery Zor hatin sekinandin. Hemû hêzên xwe yên Reqqayê kişandin.hemû li dora Kobanê bi cih kirin. Bi saya Mûsilê hêviya wan mezin bûn. Li pey hev êrîş pêk anîn. Li Gundê Zormîxar, Evdiko, Kun Afta û Cinê êrîş pêk anîn lê YPG’ê berxwedaneke dîrokî nîşan da.
JI SEDÎ 80’Ê VALA HAT DERXISTIN
Sekna biryar a gelê Başûr, Bakur û Rojhilat û bi taybet jî sekna ciwanên Bakurê Kurdistanê, xwedîderketina wan û berxwendanê çeteyên DAIŞ’ê tê kir.
Ji sedî 80’ê êrîşên li ser Kobanê vala hatin derxistin. Ev nêzî hefteyekê ye şervanên me li dijî wan operasyonan dikin. Gundên me yên ku di bin kontrola DAIŞ’ê de bû yek bi yek tên girtin. Gelê Kurd û Şervanên YPG/YPJ’ê serkeftin bi dest xist. Planên DAIŞ’ê vala derxist.
SENARYOYA NÛ DI DEWRÊ DE YE
Ji ber vêk çûnê, ji bo ku DAIŞ belav nebe, senaryoyek nû ya wek Mûsilê hat amadekirin. Senaryoya nû wiha ye. Li dijî 21’emîn Tugaya ku biryargeha mezin a rejîma Baas bû ya li dora Çiyayê Kewkeb a qada Hesekê, êrîş pêk anîn bû. Ev tugaya herî mezin a Sûriyeyê Rojhilat bû. Tugaya ku herî zêde leşker lê hene. ji bo ku ji nû ve prestîjî qezenc bike, bi ser vê tugayê de birin. Ger ev tugay bigirtana dest dê dîsa moral bidîta û dîsa çek bigirtana. Propogandayek mezin ligel vê bû.”
GIRÎNGIYA HESEKÊ YA JI BO ROJAVA
Sîpan Hemo destnîşan kir ku parastina Hasekê gelekî girîng e û wiha berdewam kir: “Serkeftin û parastina Şoreşa Rojava di vir de derbas dibe. Ji ber ku Hesekê bajarê herî mezin yê Rojava ye. Rejîmê xwest nifûsa Kurdan li wir kêm bike. xwest gelên din bîne li wir bicih bike. Yanî bi demografiya wê lîst. Lê negihişt hedefa xwe. Girêdayîna Kurdan a bi çand û dîrokan wan re li pêş vê bû asteng. Em wek YPG parastina Hesekê wek garantiya azadiya gelan û Şoreşa Rojava dibînin.
BERDÊL ÇI DIBE BILA
Ji ber vê yekê em niha li Hesekê kolan bi kolan, tax bi tax û pêngav bi pêngav diparêzin. Ji destpêka şoreşê heta niha li Cizîr, Kobanê û Efrînê berxwedana hatiye nîşandan, 10 qatî wî zêdetir dê li Hesekê bê nîşandan. Bila hemû dost û dijmin vê bizane. Berdêl çi dibe bila bide em ê Hesekê biparêzin. Em ê fînala azadiya Kurdistanê li Hesekê pêk bînin. Em ê lîstikên li ser Hesekê vala derxin.
GER KETIBANA HESEKÊ...
Hemo di berdewamiya axaftina xwe de got plana dagirkirina Hesekê berhema hesabên demdirêj e û got: “Ger Hesekê bihata girtin dê ji Til Temir bigire heta Qamişlo êrîş pêk bihatana. Dê dewlemendiyên binerd û sererd ên Cizîrî bihatana girtin. Heta niha hemû planên wan vala hatin derxistin. Di nava van planan de Kurdên xayîn û hevkar jî hebûn. Niha dixwazin bi destê DAIŞ’ê bikin.
DAIŞ’ê ji roja destpêkê de êrîşû Tugaya 21’emîn kir û xwest di nava bajar de aloziyekî biafirîne. Rejîm wisa difikîrî ku hêzên Kurdistanê ji ber hebûna hêzên din nikare mudaxale bike. lê çi dibe bila bike, kî dibe bila bibe em ê Hesekê biparêzin.”