1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hemû nivîs ji bo azadiya Ocalan in
Hemû nivîs ji bo azadiya Ocalan in,hemû,nivîs,ji,bo,azadiya,ocalan,in

Hemû nivîs ji bo azadiya Ocalan in

A+ A-

AMED (DÎHA) - Welatiyên tên serdana Berxwedêrên Çalakiya Greva Birçîbûnê, di “Lênûska Nîşeyên ji bo Gravê” hest û girêdana xwe ya bi Ocalan re dinivîsînin.

Çalakiya 50 Berxwedêran ya Greva Birçîbûnê ku ji bo agahiyek şênber ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan bê girtin, li avahiya DBP’ê ya Amedê dane destpêkirin di roja 5’an de bi hemû moral û coşa xwe berdewam dike. Di têketina salona çalakiyê de “Lênûska Nîşeyên ji bo Gravê” jî rastî eleqeyek mezin tê û welatî bi nivîsan dilsoziya xwe bi Ocalan re di lênûskê de dinivîsin.

‘Brêz Ocalan heyîna me ye’

Welatiyê bi navê Şukru Tekîn (56) ê ku di lênûskê de dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nivîsand diyar kir ku ji bo ew hevrêyê xwe berxwedêr slav bike hatiye vê derê û wiha got: “Dema mirov dibêje Brêz Ocalan mirovatî, azadî û biratiya gelan tê bîra mirov. Taybetmendiyek Ocalan a sereke jî ew e ku wekheviya jin û mêr derxistiye holê. Kesê di rêça Ocalan de dimeşe di riya hiqûq û edaletê de dimeş e. Kesê di vê rêçê de dimeşe tu cudahiyê naxe navbera mirovan û têkoşînê dide meşandin. Ev jî ji ramanên Ocalan tê. Em ji rêberê ku tu cudahiyê naxe navbera bawerî, ziman, gelan û olan dixwazin agahî bigirin û bila azad bibe. Demildest bila heyetek, parêzer û malbat biçin Îmraliyê û agahî ji vîna gelan bê sitendin. Brêz Abdullah Ocalan heyîna me ye.”

‘Serokê me jiyan û hebûna me ye’

Dayika bi navê Nedret Demîr a ku nizane nivîsê binivîsîne û bi alîkariya berpirsa lênûskê hestên xwe nivîsand anî ziman ku eger tiştek ji canê wê bi nirxtir hebûya dê ji bo Serokatiya xwe bidaya û wiha axivî: “Dê girêdana me bi Serokê me re bêtir zêde bibe. Bila viya herkes baş dizanibe. Em ê heta dawiya jiyana xwe bi Serokê xwe re bin. Ez ji vê çalakî û berxwedana dîrokî ji Serokê xwe re slav dişînim. Di serî de dayik bang li hemû gelê kurd dikim kul i derdora Serokê xwe bibin xelek û lê xwedî derbikevin. Doza Serokê dozek pîroz e. Serokê me jiyan û hebûna meye. Kes nikare girêdana me û Serokê me ji hev qut bike.”

(kom/bg/mae)