1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Hemû welatî amade ne ku şehîdgehan ji nû ve ava bikin'
'Hemû welatî amade ne ku şehîdgehan ji nû ve ava bikin',hemû,welatî,amade,ne,ku,şehîdgehan,ji,nû,ve,ava,bikin

'Hemû welatî amade ne ku şehîdgehan ji nû ve ava bikin'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Gorîstana "Şehîd Amed û Şehîd Hevîdar" a ji alîyê leşkeran ve hat hilweşandin dê ji aliyê sazî û welatiyan ve ji nû ve bê avakirin. Endama Meclîsa Jînên Ciwan û DEM GENÇ'ê Sevîm Akdag, diyar ku ewê kêlên goran, mizgeft, cemxane û muzeyên goristanan ji nû ve ava bikin. Hevseroka MEYA DER'a Amedê Ayşe Dîcle jî anî ziman ku ji 7 salî heta 70 salî hemû kes amade ne ku tevlî xebatên avakirinê bibin.

Hikumeta AKP'ê piştî hilbijartina 7'ê hezîranê ji ber ku nekarîbû Serokomar Erdogan bikira Serok Dewlet, pişta xwe û Serokomar Erdogan da hev û li hemberî gelan şer da destpêkirin. Şerê ku li hemberî kurdan hat destpêkirin di demên dawî de bi gotinên Serokomar a 'Emê goristanan ser û bin bikin' ket merheleyekî nû û di vê çarçoveyê de ji aliyê artêşa tirk ve êrîş bi ser Şehîdgehên gerîllayên PKK'ê de pêk hatin. Di vê çarçoveyê de li Gever, Gimgim, Bedlîs, Cudî, Bagok, Licê goristanên din ên cenazeyê HPG'yiyan tê de ne, hatin hilweşandin. Artêşa tirk di 16 cotmehê de bi nêzî 2 hezar leşkeran bi ser Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar a li gundê Sîsê ya Licê ya Amedê de girtibûn û goristan xirab kiribûn. Goristana ku ji aliyê leşkeran ve hat xirabkirin dê ji nû ve bê avakirin. Endama Meclîsa Jinên Azad û Federasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM GENÇ) Sevîm Akdag da zanîn ku êrîşên li hemberî goristanan merheleya herî dawî ya şer e û wiha berdewam kir: "Feraset û pergaleke ku goristanan tahammul nake li holê heye."

Akdag, diyar kir ku li hemberî xirabkirina şehîdgehan ew dê dest bi avakirinê bikin û wiha got: "Dayikek aşitiyê li ser xirabkirina goristanan digot ku 'Heta ku gustîleke min bimîne ez dê mal û milkên xwe bifiroşim û goristanê ji nû ve ava bikim' vê gotinê li ser me hemiyan bandorekî mezin kir. Emê bi heman feraseta vê dayikê bi tekoşînek mezin dê kêlên goran, mizgeft û cemxane ji nû ve ava bikin. Emê di serî de kêl ê goran ava bikin. Pişt re mizgeft, cemxane û muzeyan ji nû ve ava bikin."

'Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes amade ne ku şehîdgehan ji nûve avabikin'

Hevseroka MEYA DER ya Amedê Ayşe Dîcle jî destnîşan kir ku ewê bi ciwan, jinên ciwan, dayikên aşitiyê û hin saziyên din ji nû ve şehîdgehê ava bikin û wiha axivî: "Bila pergal baş bizanibe ku şehîdgehên me ne bê xwedî ne. Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes amade ne ku şehîdgehan ji nû ve avabikin. Em bi biryar in ku ji nû ve şehîdgehên xwe ava bikin."

'Em ê ji nû ve goristanan ava bikin û herdem nobetê bigirin'

Dayika Aşitiyê ya 65 salî Nevriye Kaçar jî destnîşan kir ku hewce heye ku ji nû ve şehîdgehên xwe ava bikin û wiha got: "Em gerek li ser van mezelan hîn bêhtir gul û çîçekan biçînin. Ew ku xirab bike bila bike emê ji nû ve ava bikin. Em ê ji nû ve vê derê çêbikin û emê bi şew û rojan li vê derê nobetê bigirin. Ji ber ku ev kesên di vir de dimînin bi giştî zarokên me ne. Divê em nobetê li ber wan bigirin. Erdogan hişê xwe winda kiriye, ger Erdogan hişê xwe winda nekiribe kes goristana xirab nake. Em natirsin û çi bê kirin bila bê kirin em terka goristanên xwe nakin."

(ua-bb/mae/sy)