1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Her 8 gardiyanên mêr êrîşî jinekê kir
Her 8 gardiyanên mêr êrîşî jinekê kir,her,8,gardiyanên,mêr,êrîşî,jinekê,kir

Her 8 gardiyanên mêr êrîşî jinekê kir

A+ A-

11:09 15.11.2013 1 / 3 HASAN YOLDAŞ

WAN (DÎHA) - Seyran Demîr a nexweşîna losemiyê ye ku hem şahidî û hem jî ew bixwe îsyana girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê de pêk hat jiya, di rûniştina 12'ê mijdarê de hate tahliye kirin. Demîr, diyar kir ku di îsyanê de her serê girtiyekê 8 peywirdar ketibûn, bi awayek hovane hatin derbkirin û girtiyên jin ji hêla gardiyanên mêr ve hatin tacîz kirin û got: "Ew dem resmen me darbeya 12'ê îlonê di girtîgehê de jiyan kir. Hovîtiyek bû. Heta niha min tiştekî wiha ne jiya bû."

Di îsyana girtiyên jin a di encama îdareya Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê xwestibû dest deyine ser pirtûk, kincên gelerî û xwestin koxûşên girtiyan bigûherînin derket de, Seyran Demîr (25) a nexweşîna losemiyxê ku di girtîgehê de bû, bûyerê bûye û tiştê hatiye serê wê vegot. Demîr ku 9 meh bi îdeaya "endamê rêxistinê ye" di girtîgehê de hatiye girtin û di 12'ê mijdarê de ji hêla dadgehê ve hate tahliye kirin, diyar kir ku dema îsyanê de di girtîgehê de hovîtiyek hatiye jiyandin. Demîr, da zanîn ku pêkûtiyên li ser girtîgehan piştî firara girtiyên PKK'yî yên di Girtîgeha Çewlikê zêde bûn. Demîr, destnîşan kir ku di hefteyên dawî de bi talîmata girtîgehê heta derengê şevê ji hêla gardiyanan ve her tim di koxûşan de lêgerîn pêk dihat. Demîr, diyar kir ku beriya îsyanê dozgerê girtîgehê, midurên girtîgehê û gelek gardiyanan ve davêtin ser koxûşan. Demîr, anî ziman ku pêşî ji wan re gotine "Em ê tenê lêgerînê bikin" lê ev lêgerîn ji van lêgerînên din pir cuda bû û da zanîn ku di lêgerînên heta wê demî de dozger û midûrên girtîgehê tevlî lêgerînê nedibûn.

'8 kesan êrîşê girtiyek dikirin'

Demîr, diyar kir ku di lêgerîna ku ji lêgerînên din cuda bû de dest danîn ser radyo, pirtûk, rojnîvisk û kincan. Demîr, da zanîn ku dema wan ji bo dest daneyinin ser pirtûkan asteng dibûn dozgerê girtîgehê bi gotina "Çi dibe bila bibe" re gardiyanan êrîşê girtiyan kirin. Demîr a girtiyê nexweş, wiha got: "Ew dem midurê girtîgehê jî got 'ez li ser peywira ku Wezaretiya Dadê daye min pêwîst bike ez dê îşkenceya fîzîkî jî bikim' bi vî gotinî re gardiyanan êrîşê me kir in. Gardiyanan me di pêlpêlokan de avêtin gelek hevalên me birîndar bûn. 75-80 gardiyan, 4 girtiyên adlî, mamosteyek û bi personelê tendûristiyê re êrîşê 11 girtiyên jin kirin. 3 hevalên me, ji hêla gardiyanên mêr ve hatin tacîz kirin. Her 8 kesî êrîşê hevalekî me dikirin. Ji ber tiştê li me dikirin me qebûl nedikir me bi awayekî hovane derb kirin."

'Em dê êşa Çewlikê ji we derxin'

Demîr, diyar kir ku beriya îsyan derkeve ya 7 girtiyên jin birin koxûşa girtiyên adlî. Demîr, da zanîn ku 4 girtiyên jin jî di koxûşa siyasî de man û derî di ser van de girtin. Demîr, destnîşan kir ku ji ber hemû amûrên wan girtibûn kincên ser xwe şewitandin û bi vê awayî îsyan destpê kir. Demîr, anî ziman ku girtiyên di koxûşa siyasî de man wana jî agir berda betaniyan. Demîr, got "Me gotibû çi dibe bila bibe em dê pirtûkan nedin", her çiqas dozger û îdareya girtîgehê zanibû dê îsyan derkeve jî bi zorê xwestin pirtûk û amûrên wan bigirin. Demîr, da zanîn ku îsyan di saet 03.00'an de derket, lê her çiqas ji hêla gardiyanan ve agir derketiye hatiye girtin jî heta saet 05.00'an tu mudaxele nehate kirin. Demîr ku dema tiştên di dema îsyanê de pêk dihatin vedigot pir zahmetî dikşand, wiha got: "Ew dem me resmen darbeya 12'ê îlonê di girtîgehê de jiyan kir. Tişteke hovane bû. Heta niha min tiştekî wiha ne jiya ye. Cara yekemîn e rastî tiştekî wiha hatime. Ez wê demî jî nexweşbûm û di nava livîna de bûm. Gardiyanan min rakirin û birin xwarê. Dema ya hevalên me di merdiwena de davêtin, min ya hevalan digirt, ez ji hêla mamosteyê di girtîgehê de bi merdîwenan de avêtim û ez darb kirim. Piştre min di xwaringehê de kilît kirin. Hin hevalên me yên di pêlokan de avêtin birîndar bûn. Hemû hewildan bi hatina dozgerê ku nû hate girtîgehê re destpê kir. Ji me re digotin 'em dê êşa Çewlikê ji we derxin' û wisa dikirin. Derbarê hatî jiyandin de qaşo me zirarê daye malê gelemperî dan nîşandan. Lê tenê me kinc û betaniyên xwe şewitandibû. Ji bo vê jî derheqê me de lêpirsîn vekirin."

'Ji bo em bên surgun kirin di nava hefteyekî de me derxistin dadgehê'

Demîr, diyar kir ku derheqê wan de bi hinceta "Zirarê dane malê gelemperî" lêpirsîn hate vekirin û da zanîn ku bi awayek lezginî lêpirsînê dawî kirin û derxistin dadgehê. Demîr, wiha got: "Di lêpirsînê de dozgerê ku emrê êrîşê dabû me didarizand. Ji ber me îfadegirtina wî red kir me bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê kir. Em niha ji doza ku ji ber me îsyan derxistiye hatiye vekirin wek e bê girtin tên darizandin. Piştî dadgeha me çêbû çênebû ji hêla gardiyanan ve ji me re ragihandin ku dê bên surgun kirin. Armanc ji ber îsyana derketiye demek kurt de me surgun bikin e. Em di 12'ê mijdarê de di saetên sibehê de surgunê Girtîgeha Oltu yê hatin kirin."

'Ji ber ez nehatim tedawî kirin ketim 36 kîloyê'

Demîr, diyar kir ku her çiqas di dosyaya tê darizandin de delîleke şênber tune bû û nexweşê losemî bû jî 9 meh di girtîgehê de ma ye. Demîr, da zanîn ku balkêş e roja ew dê derkeve dadgehê serê sibehê ji Girtîgeha Mûşê surgunê Girtîgeha Oltuyê hatiye kirin û di heman rojî de bi awayê telekonferansê tevlî dadgehê bûye û hatiye tahliye kirin. Demîr, destnîşan kir ku ji ber ew nexweşîna losemî bû dema di girtîgehê de dima baş nedihat tedawî kirin. Demîr, anî ziman ku dema ew di girtîgehê de bû ji ber bi awayek baş nedihat xwedî kirin ketibû 36 kîloyê û nexweşîna wê di girtîgehê de pêştedir ketibû. Demîr, ev tişt gotin: "Di dema îsyanê de ew ji hêla gelek kesan ve hatibû derb kirin jî dema em rakirin nexweşxaneyê her çiqas me xwest jî rapora derbê neda me. Berovajiyê vê hate gotin ku girtiyên jin êrîşê gardiyanên mêr kirine û rapora derbkirinê dane wan."

(ea/mae)