1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Her derê Kobanê wê ji DAIŞ’ê re bibe gor!
Her derê Kobanê wê ji DAIŞ’ê re bibe gor!,her,derê,kobanê,wê,ji,daiş,ê,re,bibe,gor

Her derê Kobanê wê ji DAIŞ’ê re bibe gor!

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ ANF Fermandarên berxwedanê Meysa Ebdo û Meryem Kobanê diyar kir ku wê xetên parastina bajar heta dawiyê biparêzin û gotin wê her cihê Kobanê ji DAIŞ’ê re bibe gor.

Pevçûnên di navbera Hêzên YPG-YPJ’ê û dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê de yên li dora Kobanê didomin. Hêzên YPG-YPJ’ê darbeyên mezin li DAIŞ’ê dixin û li Kobanê gerîla bi cesaret û berxwedaneke mezin berxwedana xwe didomînin.

Fermandarên berxwedana li bajar Meryem Kobanê û Meyse Ebdo der barê asta ku niha pevçûn lê ne de axivî.

DAIŞ HAT SEKINANDIN

Meryem Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji 10’ê Îlonê û vir de li herêma ku cih çêkirine çekên ku ji Mûsil û Balafirgeha Tabga bidest xistibûn bicih kirine û ji 15’ê Îlonê û vir ve jî êrîşên xwe didomînin û got: “Kobanê ku ev 3 roj e pêşveçûna wan hatiye sekinandin û niha nuqteya herî nêz a DAIŞ lê ye eniya Başûr û li vir êrîş zêde ne. Girên stratejîk ên Başûr û Rojava di bin kontrola YPG’ê de û darbeyên mezin li DAIŞ’ê dixin.

EM Ê BAJAR JI BO WAN BIKIN CEHENEM

Kobanê bi lêv kir ku DAIŞ bi hemû hêz û çekên xwe dixwaze bikeve bajar û wiha got: “Biryara me ev e, em heta yek bimînin em ê li ber xwe bidin. Em niha li ser ketina DAIŞ’ê ya bajar hesaban nakin. Em tu car destêrê nadin. Tedbîrên me gelek mezin û bi hêzin. Lê ger DAIŞ bikeve navendê em ê vî bajarî ji bo DAIŞ bikin cehenem."

ME BI ROJAN TÎ Û BIRÇÎ ŞER KIR

Meryem Kobanê diyar kir ku şervanên YPG û YPJ’ê di bin şert û mercên zehmet de li ber xwe didin û got: “Di vî şerî de me bi rojan tî û birçî li ber xwe da. Erazî ji ber ku zêde çol e me nedikarî lojîstîkê pêk bînin. Ji ber ku wesayîtên me yên zirxî tune me gelek caran nekarî av û xwarin bibira ji hevalên xwe re. Carina ji bo ku em av û xwarinê bigihînin me bi saetan şer dikir. Ji ber vê gelek hevalên me wisa têdikoşin. Hevalên me berxwedaneke bi rûmet didin. Carinan hevalên me ji bo cebilxaneyê bigihînin xwe feda kirin.

KOBANÊ WÊ J BO WAN BIBE GOR

Meysa Ebdo jî got wê li dijî DAIŞ’ê operasyonên berfireh pêk bînin û wiha axivî: “Bêguman em her îhtîmalê dikin hesab. Em amadekariyên xwe dikin. Her derê Kobanê wê ji bo DAIŞ’ê bibe gor. Ji ber vê amadekariyên me yên cidî hene. Xistina bajarekî ne hêsan e. DAIŞ bi hemû piştgiriya xwe jî bê wê bê şikandin. Ez wek fermandareke şer diyar dikim ku DAIŞ wê nekaribe bikeve Kobanê. Hemû amadekariyên me di vê çarçoveyê de ne.

PLANA WAN XEYALE

Plana DAIŞ’ê ya xistina Kobanê xeyal e. DAIŞ hê îrade û hêza Kurdan nizane. DAIŞ digot wê di hefteyekê de bajar bixînin. Lê Kobanê ne wek Mûsilê ye.

ÎDÎAYA TANKÊN TIRK

Ebdo bal kişand ser îdîayên ku tankên DAIŞ’ê nû ne û Tirkiyeyê daye wan de wiha got: “Jixwe tê zanîn ku dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Ji ber îhtîmala rastiya van îdîayan zêde ye.

PIŞTGIRYA DEWLETA TIRK LI DIJÎ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ XIYANET E

Ebdo got ku dewleta Tirk her tim piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û wiha pêde çû: “Rola ku di demên dawî de dewleta Tirk dilîze gelek qirêj e. Ev nêzîkatiya dewleta Tirk li dijî pêvajoya çareseriyê xiyanet e. Ev xiyaneta dewleta Tirk wê Tirkiyeyê bibe taritiyeke mezin. Gelê Kurd û şervanên Kurd wê destûrê nedin ku ev konseptên şer bikevin jiyanê. Divê dewleta Tirk dest ji van polîtîkayan berde.

VOLKANA FIRAT DARBEYÊ MEZIN LI ÇETEYAN DIXE

Ebdo diyar kir di meha Îlonê de pêkhateyên OSO, tifaqa Firat Volkan ava kirine û li eniyên başûr û rojava di şerê parastinê de bi fedayî tevlî dibin û piştî êrîşan li bajaran bi sedan ciwanî çek girtiye û li bajar û derveyî bajêr parastinê dikin.

CIWANÊN ME YÊN KOÇ KIRINE BILA VEGERIN Û TÊBIKOŞIN

Ebdo bang li hemû Kurdên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê koç kirine, kirine kir ku vegerin Kobanê û got: “Em di nava şer de ne. Li nava bajar tiştek tune lê li derdora bajar pevçûn hene. Ji bo ewlehiya bajar em banga vegerê dikin. Ji xwe her roj bi hezaran kes vedigerin bajar. Ez banga xwe li jin û mêrên ciwan dikim. Bila bên û parastina bajarê xwe bikin.

DIVÊ GELÊ BAKUR SÎNOR BERNEDIN

Çalakiya gelê Bakur a li sînor moralek mezin da me. Divê çalakiyên xwe yên li ser xetê bidomînin.

KOBANÊ TU CAR WÊ TÊK NEÇE

Divê hemû raya giştî ya cîhanê vê baş bizane. Em teslîmiyetê qet qebûl nakin. Kobanê tu car wê têk neçe. divê ev baş bê zanîn. Meşa me ya azadî û berxwedanê didome.”