Her diçe tevlîbûna nava refên YPG’ê zêde dibe
SERÊKANIYÊ 23.09.2013 ANF Piştî êrîşên dijwar ên komên çete li dijî bajarê Serêkaniyê û banga seferberiyê, endamên sazî û tevgerên sivîl jî beşdarî nava xebatên YPG’ê bûn.
Li Serêkaniyê Endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Konfederesyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û Rêxistina Kar û Barê Xwendekaran serî li navenda YPG’ê dan û tevlî nava xebatên YPG’ê bûn.
Xwendekarên ku serî li YPG’ê dan û ketin nava xebatên parastinê dan zanîn ku ji erkê her welatparêzekiye destkeftiyên gelê xwe biparêze.
Piştî ciwan ji aliyê rayedarên YPG’ê ve hatin perwerdekirin li gorî pêdiviyan li eniyên parastinê hatin belavkirin.
Ciwanan bang li hemû welatiyên koçber bûne kir ku vegerin welatê xwe û di hêmana parastinê de cihê xwe bigrin.
Di demên dawî de piştî banga seferberiyê û destketiyên ku hêzên YPG’ê bi destxistin hejmara ciwanên ku tevlî nava refên YPG’ê bûne zêde bû ye.