1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Her diçe xwepêşandanên mamosta û karmendan berfireh dibin
Her diçe xwepêşandanên mamosta û karmendan berfireh dibin,her,diçe,xwepêşandanên,mamosta,û,karmendan,berfireh,dibin

Her diçe xwepêşandanên mamosta û karmendan berfireh dibin

A+ A-

ŞIRAM HEWRAMÎ / HEWREMAN

Wek rojên pêştir, îro jî mamostayên Silêmanî, Helebce û qezayên Seîdsadiq, Pêncwên, Şarezûr û Hewreman daketin qadan û çûna ser kar boykot kirin. Her wiha beşek ji karmendên saziyên hikûmetê jî dest bi çalakiyan kirine.

Yek ji mamostayên xwepêşandêr ê Seîdsadiq, Ferîdon Mecîd ji bo RojNews wiha ragihand; “Her çend aliyên peywendîdar ên Silêmanî û bi teybet rêveberiya giştî ya Silêmaniyê ji mamostayan daxwaz kirine vegerin dibistanan jî, belê ji ber daxwazên me nehatine pêk anîn, em ê çalakiyên xwe yên boykotê berdewam bikin.”

Mecîd diyar kir ku gelek mamosta ji ber malên wan ji dibistanên diçinê dûre, ev jî bandûra aborî ya li ser wan zêdetir dike û wiha got; “Her wiha ji ber bi heman şêweyê mamostayan, karmend, pêşmerge û xwendekar jî heman rewşê dijîn, direng ketina meaş bandûrek nerênî li ser wan jî çêdike.”

Bi heman armancê îro mamostayên qezayên Pêncwên, Şarezûr, Xûrmal û Hewreman cardin daketin qadan û dest bi xwepêşandanê kirin. Her wiha mamostan di xwepêşandanên xwe de ragihandin ku heya daxwazên wan neyên bicih kirin, wê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Dîsa îro karmendên li Seîdsadiq, xûrmal û Helebce çûna ser kar boykot kirin û daxwaza meaşê xwe kirin.

(sk)