1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Her hefte li ber Girtîgehê çalakî
Her hefte li ber Girtîgehê çalakî,her,hefte,li,ber,girtîgehê,çalakî

Her hefte li ber Girtîgehê çalakî

Ji niha û şûn de her hefte li ber Girtîgeha Sêrtê çalakî heye

A+ A-

Şaxa TUHADDER'e ya Sêrtê ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafên girtiyan û girtiyên nexweş, dê her hefte roja duşemê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê çalakiyê pêk bîne.

Şaxa Komeleya Xizmên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHADDER) a Sêrtê ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafên girtiyan û girtiyên nexweş, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên TUHADDER, BDP û Hevserokên BDP'ê yên Sêrtê Seracettin Kayran û Dilber Sevim, endamên menclîsa şaredariyê Seroka ÎHD'a Sêrte Vetha Aydin û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de serokê TUHADDER'ê Îrfan Baykara, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe tecrîd, îşkence, îsolasyon, binpêkirina mafên zêde dibe û ev yek bi xwe re mirinê tîne. Baykara, da zanin ku heta nîsana 2012'an li girtîgehan 469 girtiyên nexweş rewşa wan giran e û divê bên dermankirin. Baykara, destnîşan kir ku niha 49 girtî rewşa wan gelek giran e û divê bi lezgîn bên dermankirin. Baykara xwest beri her tiştî tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê û hemû girtîgehên din bi dawî bibe.

Baykara, ji Saziya Tipa Edlî jî xwest girtiyên nexweş serbest berde û wiha got: "Ji bo em balê bikşîne ser binpêkirina mafên girtiyan û girtiyên nexweş, dê her hefte roja duşemê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê çalakiyê pêk bînin."

(mae)