'Her rojê 6 milyon zaroken kurd asîmile dibin'
KURD-DER'ê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhana sempozyûma modela pirzimanî li Salona Odeya Endezyarên Înşaatê ya Enqereyê li dar xist. Di sempozyûmê de Serokê Komeleya KURD-DER'ê Ahmet Aday, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan li Elmanyayê adibêje 'Bişavtin sûcê mirovahiyê ye' yê li Tirkiyeyê her rojê 6 milyon zarokên kurdan rastî polîtîkayên bişavtinê tên.
KURD-DER'ê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhana sempozyûma modela pirzimanî li Salona Odeya Endezyarên Înşaatê ya Enqereyê pêk anî. Gelek endam û nûnerên saziyên sivîl û civakî amade bûn. Li salonê pankartên "Sînorê zimanê min, sînorê cîhana min e", "Zimanê me nasnameya me ye", "Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin" û "Di her qadê jiyanê de bi kurdî binivîsin, bixwînin û biaxivin." daliqandin. Beriya sempozyûmê muzîka bi kurdî, tirkî, lazî, çerkezî, suryanî û girekî hate ghudarkirin. Cîgirêkê Hevserokên Giştî yê BDP'ê Tuncer Bakirhan, endamê Meclîsa BDP'ê Yuksel Mutlu, nivîskar Nacî Kutlay û gelek navdarên din amade bûn. Serokê KURD-DER'ê Ahmed Aday, axaftina vekirinê kir. Aday, Serokwezîr Erdogan da ber rexneyan û anî ziman ku Serokwezîr di gera xwe ya Elmanyeyê de dibêje 'bişavtin sûcê mirovahiyê ye' lê li Tirkiyeyê polîtîkayên bişaftinê dimeşîne. Aday, bal kişand ser polîtîkaya bişavtinê û wiha got: "Li vir xuya dibe ku dewletên netew dijminên ziman û çandê ne. Li Tirkiyeyê hişmendiya yekpare heye. yek ziman, yek milet, yek al... serdest e. Li Tirkiyeyê 34 ziman û çandên cuda hene. Lê ji ber hişmendiya yekpare ev hemû çand û ziman tên astengkirin û rastî polîtîkayên bişavtinê tên. Erdogan li Elmanyayê dibêje 'başavtin sûcê mirovahiyê ye' lê li welatê wî Tirkiyeyê mixabin her rojê 6 milyon zarokên kurd rastî polîtîkayên bişavtinê tên. 6 milyon zarokên kurd her sibe hebûna xwe dikin qurbana hebûna tirkan. Her sibe sonda bişavtinê dixwin. Her wiha dîsa li her derê "Ne Mutlu Turkum diyene" hatiye nivîsandin. Ev bişavtin bi xwe ye."
'Heta perwerdehiya zimanê zikmakî nebe ziman rizgar name'
Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn jî bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û wiha got: "Kurd di dîrokê de her tim rastî polîtîkayên bişavtinê hatine. Di serdema Îttaatperverleran de xwestin yek ziman, yek çand û yek alê pêş bi bixin. Nijadperestiya tirk pêşxistin û çandên din ketin bin polîtîkaya bişavtinê." Şahîn, da zanîn ku Îsmet Înonu bi gotina 'Em nîjadperestin, hîmê ku me bi hev dikelîne nîjadperestiye. Ji bilî tirkan kesekî din li vi welatî tune. Em dê yên din jî bikin tirk." nijadperestiya xwe aşkere kiriye û wiha got: "Polîtîkya bişavtinê pîştî peymana Lozanê bêtir bi rêk û pêk kete jiyanê. Li dijî vê polîtîkayê di sala 1925'an de serhildana Şex Saît pêk hat û heta 1938'an li Dêrsimê berdewam kir. Her çend UNESCO li dijî bişavtina zimanê zikmakî ketibe nava parastinê jî dîsa 88'an li dijî çand û zimanê kurdî diome."
Şahîn, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo parastina zimanê zikmakî perwerdehiya zimanê zikmamî gelek girîng e. Ger ku netewek bi zimanê xwe neyê axaftin zimanê wî tê bişavtin. Zimanê wî têk diçe. Ji ber vê yekê jî ger ku perwerdehiya zimanê zikmakî nebe, ziman rizgar nabe."
DÎHA (mae)