Her sê jinên Kurd bi girseyî hatin oxirkirin
Bi hezaran kes tevlî merasima oxirkirinê ya her sê siyasetmedarên Kurd ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bûn.
Bi hezaran kes tevlî merasima oxirkirinê ya her sê siyasetmedarên Kurd ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bûn. Cenaze bi dirûşim û hesirên çavan anîn salonê û bi saetan bi hezaran kes hatin serdana cenazeyan.
Cenazeyên sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê hatibûn qetilkirin, îro saet di 08.00-09.00 bi karwanekî ji Morga Tiba Edlî ya Quai de la Rapeeyê hatin wergirtin.
Bi hezaran Kurdistaniyên ji Franse û welatên din ên Ewropayê hatin, li salona Place de Villers ya li berbajara Parîsê Villiers-le-Belê li hev kom bûn. Girseya qelebalix, li gel serma, ba û barînê bi seatan li benda cenazeyên her sê jinên Kurd man. Girseyê wêneyên her sê jinên siyasetmedar û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Girse bê navber dirûşiên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” qêriyan û bi pankaran peyamên weke “Vê hovitiyê em lewaz nekirin”, “Rastiyan bi her awayî aşkere bikin” û “Em dadê dixwazin” dan.
Gava cenaze gihiştin cihê merasimê, komek li pêşiyê darbestên bi alên PKK’ê hatibûn xemilandin hilgirtin û li gel dirûşiman dest bi meşê kirin. Beriya hilgirtina cenazeyan deqeyek ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.
Sê ciwanan li pêşiya her kesê wêne Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin û di meşê de gelek alên KCK, PKK, KJB û posterên Ocalan û flamayên Kurdan hatin hilgirtin.
Cenaze bi qasî çend sed metreyan danîn ser milê xwe. Girse nekarî hesirên çavên xwe zebt bike û heta dawiya meşê dirûşimê qêriya.
Salona ku cenazeyên her sê jinan anîn, wêneyên Ocalan û alên Koma Jinên Bilind (KJB) hatibû xemilandin.
Her wiha, ji bo oxirkirina cenazeyan korîdorekek kesk-sor-zer hate çêkirin û cenazeyan danîn li ser dika ku li vir hatibû amadekirin. Li salonê çesirên çavên heval, dost, malbat û Kurdistaniyan mîna taviyên baranê bariyan û her kes di nava hestiyariyê de ma. Li kêleka dika cenaze li ser hebû ala PKK’ê ya ji kulîlkan hatibû çêkirin balê kişand û peyama “Em edaletê dixwazin, cinayetê zû ronî bikin” hate dayin.
Merasima rêwîkirinê dê heta êvarê berdewam bik. Girse bi hejmareke diyar dikeve hundirê salonê û xatir cenazeyan dixwazin.
Kurdistaniyan kulîlk danîn ser darbestên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku li kêleka hev hatibûn danîn. Li pişt cenazeyan jî çelengên bi navê PKK, Kongra-Gel, KNK, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJKE) û Komalên Ciwan hebûn û mûm hatin vêxistin.
Tevgera Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (CDK), Civaka Tamîlan a li Franseyê, Federasyona Komeleyên Êzidî (FKÊ) Federasyona Civaka Îlsamî ya Kurdistanê (FCÎK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) çeleng şandin.
Di merasimê de MLKP, rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê, Ermenî, Asurî-Keldanî û nunerên Tamilan, Delegasyona Rêveberiyên Xwecihî yên Konseya Ewropayê ya Franseyê, Partiya Komunîst a Franseyê, Komeleya Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP) gelek rêxisitnên sivîl ên Franseyê, Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê, Parlementer Ewropa Marie-Christine Vergiat, Ji Partiya Komunîst Joelle Dutto, Sylvie Jan, ji Partiya Sosyalîstan Şaredarê Sarcelles François Pupponi ve gelek dostên Kurdan peyam pêşkşêş kirin..
PARTIYA ÇEP A EWROPAYÊ: TÊKOŞÎNA WAN TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ YE
Serokê Partiya Çep a Ewropa û Serokê Partiya Komunîst a Franseyê Pierre Leaurent peyamên nivîskî şand û got: “Bawer bikin ku milîtanên tevgera jinan yên Çepên Ewropayê, piştgiriyê dide jinên azadîxwaz, demokrasî û bi tabet jinên bi bihayê jiyana xwe ji mafên gelê Kur têdikoşin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye, têkoşîna mirovahiyê ye.”
Her wiha di peyamê de hate diyarkirin ku divê Franse û welatên YE’yê li ser axa xwe cih bidin Kurdan û komeleyên çandî û got: “Divê tundî raweste. Divê Franse dawî li welatê xwe dawî li girtinên bi zextên Erdogan pêk tîbne. Em bi xwazin peyama (wezîrê navxweyî yê berê yê Franse) Claude Gueant peymana 6’ê cotmeha 2011 bi Tirkiyeyê re îmze kiribû betal bike.
Daxwaza azadiya Ocalan û derxistina navê PKK’ê lîsteya terorîst a Înterpolê de daxwazeke rewa ye û em piştgirî bidin.”
Piştre careke din darbest saet di 15.05 de danîn ser milê xwe bi dirûşimên Şehîd Namirin bi rê kirin. Di dema oxirkirina cenaze de gelek kes ji ser hişê xwe çûn û hesir barandin. Cenaze dê bibin balafirgehê û sibê jî bişînin Amedê.
ANF NEWS AGENCY