1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Herêma Şehba destwerdana Tirkiyeyê qebûl nake
Herêma Şehba destwerdana Tirkiyeyê qebûl nake,herêma,şehba,destwerdana,tirkiyeyê,qebûl,nake

Herêma Şehba destwerdana Tirkiyeyê qebûl nake

A+ A-

EFRÎN – Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba, Meclîsa Rûsipiyan û Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya herêmên Şehba diyar kirin ku ew naxwazin herêmeke tampon li xaka wan bê avakirin û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku siyaseta xwe li dijî aştiya herêmê di ber çavan re derbas bike.

Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba, Meclîsa Rûsipiyan û Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya herêmên Şehba derbarê destwerdanên Tirkiyeyê û daxwaza wê ya avakirina herêmeke tampon li herêma Şehba, daxuyaniyek hevpar nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di vê demê de dîsa dewleta tirk behsa avakirina herêmeke tampon li bakurê Sûriyê, yanî li herêma Şehba di navbera Cerablus û Ezzazê de, dike. Koçberiya ber bi Ewrupa û metirsiyên welatên rojava yên berfirehbûna terorê jî, ji bo vê mirarê dike, bihane. Her wiha gelek bihaneyên din ên weke parastina koçberan û tirkmenan jî bikar tîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku tiştê ku AKP’ê dixwaze diyar e û tiştên ku ew idîa dike niyeta wê ya astengkirina çareseriya aştiyane ku ew jî di nêrînên navnetewî yên ku di civîna Viyanayê de eşkere bûn, derdixe holê .”

Di daxuyaniyê de hat destnîşnakirin ku hikûmeta tirkiyê ku li qada Sûriyê tu tişt di destê wê de nemaye ku bike bihane, dîsa vegeriya û behsa herêma tampon kir û wiha hat domandin: “Ew dixwaze bi avakirina herêma tampon li bakurê Sûriyê yanî li herêmên Şehba, bingehekê ji xwe re li Sûriyê ava bike û bi vê yekê zextê li ser aliyên ku li Sûriyê di nava pevçûnan de ne bike. Vê yekê jî dê li ser hesabê berjewendiyên gelên Sûriyê bike. Ew hin komên weke El-Nusra û hin komên din, weke opozisyona nerm bi nîşan dide. Her wiha ew pêkhateyên tirkmen jî dike hinceta destwerdanê. Ew idîa dike ku ew dixwaze tirkmenên Sûriyê ji lêdana balafirên kowalisyonê, biparêze û li ser vê yekê jî, ji konseya ewlekariyê dixwaze ku civîneke awarte lidar bixe. Tevî ku wê bixwe terorîst derbasî vê herêma ku niha tê bombebarankirin kirin, ew niha vê idîayê dike.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser serkeftinên QSD’ê û ev tişt hatin gotin: “Bi serkeftinên mezin ên ku vê hêzê bidest xistin û tevlêbûna gelek hêzên ji pêkhateyên kurd, ereb, tirkmen, sûryan û asûrî ev hêz ji bo tevahiya Sûriyê bû hêviya xelasiya ji trjêdiya kuştin, koçberî û wêraniyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku şêniyên herêma Şehba ji hikûmeta Tirkiyê dixwazin ku siyasetên xwe yên bê berpirsyarî yên ku xizmeta gelên xwe û Sûriyê nakin û çanda hevjiyana aştiyane ya di navbera gelan de, binpê dike dîsa di ber çavan re derbas bike.”

(dm)

ANHA