1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HES û bendav dê bibin sedema sirgunê
HES û bendav dê bibin sedema sirgunê,hes,û,bendav,dê,bibin,sedema,sirgunê

HES û bendav dê bibin sedema sirgunê

A+ A-

GOKHAN ALTAY

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê çêkirina HES û bendavên ku rê li talana siruştê vedikin û zirar didin hevsengiya ekolojîk bi hatina havînê re dîsa dest pê kir. Li bajêr nêzîkî 20 HES û bendav dê ji nû ve bên çêkirin û dê ji ber vê gelek gund di bin avê de bimînin û gelek welatî jî ji cîh û warê xwe bibin.

Bi dehan projeyên HES û bendavên ku di dema hikumeta AKP’ê de li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber hilberîna enerjiyê tên çêkirin, ligel xerakirina hevsengiya ekolojîk talankirin siruşta dîrokî ya gelan jî tê tunekirin. Yek ji navendên HES û bendavan a ku herî zêde lê bê Colemêrg e û li bajêr ev proje dê gelek gundan jî di bin avê de bihêle. Ji bo Colemêrgê bi temamî projeyên 20 HES û bendavan heya niha hatine perijandin û ji wan 4 heb bendav û 3 HES jî di faaliyetê de ne.

Dê gelek kes sirgûn bibin

Her çiqas rayedarên dewletê di her derê sedema çêkirina wek hilberîna enerjî û bejewendiyên welatiyan nîşan bidin jî di bingeha xwe de HES û bendavên ku li bajêr tên çêkirin hem xwezaya bajêr xirab dike hem jî bi armanca “ewlehiyê” tê girtin. Bi temamkirina van projeyan gelek gundên ku di ser riya Çelê-Colemêrgê de ne dê di bin avê de bimînin û gelek welatî ji cîh û warê xwe bibin.

HES coşa ava Zê dibire

Ji ber van HES û bendavên heyî Ava Zê ku beriya 2 salan bi coş diherikî hêdî hêdî dimiçike. Bilindahî 3u coşa ava Zê ku beriya 2 salan bi hatina biharê digihişt 3-4 metreyan niha 2 metreyê jî nabîne. Ev jî bi xwe re gelek guhertîn û zirarê tîne. Di geliyê Zapê de gelek gund hene ku welatiyên lê dijîn debara xwe bi vê avê dikin û Zê can dide vê geliyê. Di geliya ku bi salan e gelek cureyên fêki lê digihijîn û çandinî gelek bi pêş ketibû de niha demsala çolistanê hema hema heye.

‘Ava jiyanî' nayê dayîn

Bi çêkirina HES û bendavan jî bi tonan darên şil hatin birîn û qadên çandiniyê tune bûn. Bi taybetî HES’a Yenikopruyê ku niha di faaliyetê de yê zirarek mezin daye ekolojiya derdorê. Zindiyên ku derdorê de dijîn jî bi tunebûnê re rû bir û ne. Divê di HES’an de sedî 10 ‘ava jiyanî’ bê dayîn lê di HES’a gundê Kırıkdağê de ev jî nayê dayîn.

Rêyên alternatîf yên HES û bendavan careke din tên çêkirin

Ev projeyên ku ev demeke ji ber bertekên welatiyan hatibûn rawestandin piştî hilbijartinê careke din dest pê kirin. Rêya ku ji ber HES û bendavan li hember alternatîfa rêya Çel-Colemêrgê ku nêzîkê 15 kîlometraya wî dê were betalkirin careke din tê çêkirin. Nêzikê 15 kîlometre rê niha tê çêkirin û di çiyayên bilind de tunelên mezin tên vekirin. Ev rêya alternatîf ku tê çêkirin di ser girên mezin de tê çêkirin û bi taybetî zivistanê jî gelek aloziyan dê bi xwe re bîne. Diwarên îstinatê ku ji bo ewlehiyê hatine danîn ji niha ve piranî qelişîne û hildiweşin.

(gka/bd)