Hespêreş xistin bin parastinê
Welatiyan sembola gundê xwe Hespêreş xistin bin parastinê
MUTHA ÇETÎN Li gundê Hespêreş yê navçeya Ebexa Wanê, peykerê Hespêreş ku wekî sembola gund tê zanîn ji aliye welatiyan ve tê parastin. Peykerê Hespêreş ku nayê zanîn kengî û ji aliyê kêve hatiye çêkirin di sala 20057an de walî xwestibû hilweşîne, lê welatiyan destûr nedabûn û parastibûn.
Li gundê Hespêreş ye navçeya Ebexa Wanê, peykerê Hespêreş ku nayê zanîn kengî û ji aliyê kêve hatiye çêkirin, piştî walî xwest hilweşîne, welatiyan xist bin parastinê. Peykerê Hespêreş ku ji aliyê welatiyan ve pekî remz û sembola gund tê zanîn, walî di sala 2005'an de xwest hilweşînin. Lê welatî li hemberî vê yekê derketin û şer derketibû. Di şer de gelek leşker birîndar bûbûn. Peykerê Hespêreş ku bi kevirê reş hatiye avakirin ji bo welatiyan pir bi wate ye. Keyayê gundê Hespêreş Veysî Altaç diyar kir ku sala 2005'an kesên ji aliyê walî ve hatin peyvidarkirin şev nîvê şevê xwestin peyker hilweşinin û wiha got: "Peyvirdarên Walî xwestin şev nivê şevê peyker rakin û bibin. Lê piştî welatiyan ev yek dît bûn asteng. Piştî 10 roj şûnde vê varê leşker ji dan pişt xwe û xwestin peyker bibin. Lê vê carê jî welatiyan destûr neda ku peyker bibin. Ji ber vê yekê şer derket û gelek leşker birînrdar bûn. Hespekî din jî li gund hebû. Navê wî jî Hespêsipî bû. Lê peykerê hespê sipî ji aliyê kesên nediyar ve hate revandin. Piştî 2005'an êdî min hesp li ser xwe zîmmet kiriye û hesp diparêzim. Ji ber ku ev hesp ji bo me gelek bi wate û girîng e."
(mae)