1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Hestiyê pişta artêşa Tirk şkest´
´Hestiyê pişta artêşa Tirk şkest´,hestiyê,pişta,artêşa,tirk,şkest

´Hestiyê pişta artêşa Tirk şkest´

Dûran Kalkan: Hestiyê pişta artêşa Tirk şkest

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku êdî artêşa Tirk nikare şer bike, hestiyê pişta wê şkestiye û got ku dê hemleya şoreşger belav bibe û berdewam bike. Kalkan diyar kir ku gelê Kurd li nûqteyekê dibin yek û got; “ Ji Rêber Apo re azadî ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna da rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de diyar kir ku şert û mercên zivistanê yên dijwar ji bo artêşa Tirk jî asteng in û got; “Helbet di rêbaz, taktîk û şêwazê de dê guhertin çêbibin. Awayê serweriya herêmê, rêbaz dê bên guhertin.”

Kalkan bal kişand ser pêvajoya şoreşgerî ya ku gerîlayan ji 19’ê hezîranê ve li Bakûrê Kurdistanê dane destpêkirin û got; “ Hemle ji îro pêve meha xwe ya çaremîn tije dike. 19’ê hezîranê bi çalakiyên Oremar-Şitazinê dest pê kir, bi Şemzînan, Çelê, Bêşebab, Çewlik û Dêrsimê berdewam kir; di meha îlonê de jî li seranserê Bakûrê Kurdistanê belav bû.”

HESTIYÊ PIŞTA ARÊTŞÊ ŞKEST

Kalkan diyar kir ku ne tenê gerîla, Ocalan û girtiyên di zindanan de û hemû gelê Kurd li ber xwe didin û got; “Hemû li ser nûqteyekê dibin yek; Ji Rêber Apo re azadî! Her kes baş dizane ku bi parçebûna sîstema Îmraliyê, azadiya Rêber Apo, dê hemû azadiyên li Kurdistanê bêne bidestixstin û jiyana demokratîk pêş bibikeve.”

Kalkan da zanîn ku di şerê 30 salan ê li Kurdistanê de, operasyon, pevçûn û hemleyên şoreşgerî yên herî mezin di van 4 mehan de pêk hatin û got; “Ji bo pêkhatina çareseriya Xweseriya Demokratîk divê ev hemleya gelê Kurd a bi pêşengiya gerîlayan wek hemleya şerê gel ê şoreşgerî bînin.”

Kalkan diyar kir ku di vî şerî de bedelên bêhempa hatine dayin û got; “Ji bo aliyan ev şerek pir zor e. Divê ev bê zanîn. Li aliyeke din artêşa Tirk hat rewşeke wisa de ye ku êdî nikare şer bike. Ziyaneke mezin dît. Hestiyê pişta artêşa bi pere ya ku AKP’ê dixwest bi rêxistin bike, şkest. Bi kurtî, artêşê li gelek cihan serweriya xwe wenda kir, xwe xistiye pozîsyona parastinê.”

JI BO ZIVISTANÊ AMADEKARIYÊN GERÎLAYAN HENE

Kaklan ji bo şert û mercên zivistanê jî got; “Gerîla şert û mercên erdîgarî û demsalî li ber çavan digire. Li gorî her taybetmendiyên her demsal û cihekê xwe bi plan dike û taktîkek a şer peyda dike.” Kalkan de diyar kir ku şert û mercên zivistanê yên dijwar ji bo artêşa Tirk jî asteng in û got; “Helbet di rêbaz, taktîk û şêwazê de dê guhertin çêbibin. Awayê serweriya herêmê, rêbaz dê bên guhertin. Ev zivistan dê ji hemû zivistanan zêdetir bibe qada têkoşînê. Amadekariyên gerîlayan ji bo vê yekê heye.”

Kalkan bal kişand ser kirîna helîkoperên Super Kobra û fuzeyên menzîla wan dirêj û got; “Helbet rolek girîng a teknîkê di şer de heye” û got; “Lê heta niha jî hêmana herî bi bandor a şer mirov in. Di şeran de dilsoziya mirovan a bi armanca wan re û xwe fedakirina ji bo van armancan, xweperwerdekirin û xwerêxistinkirin, diyarker in.”

Kalkan diyar kir ku artêşa Tirk kêmasiyên xwe bi teknîkê ji holê rabike û got; “Artêşa Tirk hatiye vê rewşê. Hatiye rewşa ku tu tecrubeyên wan tune ye, berjewendperest, ji bilî berjwendiyên xwe tiştek din nafikire. Artêşa AKP’ê ev e.”

Dûran Kalkan diyar kir ku ev artêş nakeve şer û got; “Gelek general û sûbayan wezîfe qebûl nekirin. Dixwazin van lawaziyên xwe bi teknîkê dabigirin. Hukûmeta AKP’ê hemû derfetên xwe ji bo şer seferber dike. Hema bêje hemû maliyeya xwe ji bo şer şandiye. Em bala xwe bidin ser zam dane pey hev.”

Kalkan destnîşan kir ku ya ku AKP’ê teşwîqê şer û teknolojiya modern dike DYA ye û got; “Qaşo dibêjin modela Bin Ladin, qaşo dikarin rêveberên PKK’ê bikujin, qaşo ger bikujin, dê pirsgirêka Kurd ji holê rabe! Evane hemû gotinên vala û beyhûde ne. Ev têkoşîn tenê bi çend kesan nameşe. Ji bo Rêberiyê jî wiha nêzîk bûn, lê encam negirtin.”

Dûran Kalkan ji bo tezkereya dersînor a ku di Meclîsê de hate qebûlkirin jî got; “Ev tezkereya şeşemîn e. Encamên pênç salên borî, nîşan didin ka dê ya sala şeşemîn çawa derbas bibe. Hukûmet û dewlet lawaz bûn û gerîla bihêztir bûn.”

Kalkan got ku ger tezkere tune be jî tu astengiyek li pêşiya AKP’ê tune ye û got; “Kontrola qada hewayi ya Iraqê di dest DYA’yê de ye. DYA ji mêj ve mafê binpêkirina qada hewayi ya Iraqê daye Tirkiyeyê. DYA ewqas piştgirî dide dewleta Tirk.”

Kalkan da zanîn ku tezkereya duwemîn a li hemberî Sûriyeyê ji bo valakirina Rojavayê Kurdistanê, dagirkirin û bêmirovkirina wê ye û got; “Dixwazin bikin qadek a leşkerî. Li gorî vê çeperên xwe li ser sînoran çêkiriye.”

DAGIRKIRINA ROJAVA DÊ ŞERÊ KURD-TIRK BELAVÊ HER DERÊ BIKIN

Kalkan wiha domand; “Li Sûriyeyê dê şer çêbibe, çênebe, Tirkiye dê têkeve, tênakeve, em ji bo vê tiştek nabêjin, lê ger artêşa Tirk Kurdên Rojava tehdît bike, êrîşê wan bike, ji bo armanceke herêma tempon Rojavayê Kurdistanê dagir bike, dê li hemberî vê yekê Kurdên li her çar parçeyan û li derveyê welêt li hemberî wê derbikevin. Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê dê pêşengiya vê yekê bikin. Şerê Kurd-Tirk dê libher derê belav bibin. Divê bi taybet rewşenbîr, siyasetmedar, aşitîxwaz û mirovên demokrat ên li Tirkiyeyê divê vê yekê bibînin. “

ANF NEWS AGENCY