HESê qadên jiyanê tune kir!
ŞÎLAN OZHAN
Di salên dawî de HES'ên ku di qirkirina xwezayê de roleke mezin dilîzin herî dawî li navçeya Pasûrê ya Amedê hate çêkirin. HES a ku li Pasûrê hatiye çêkirin û yekem santrala li Amedê hatiye çêkirin e tenê zirarê nade xwezayê li aliyê din mexdûriyetên mezin bi xwe re aniye û qadên jiyanê yên xwezayî tune dike.
Di salên dawî de Santralên Hîdroelektrîk (HES) ên ku bi taybeti li Herêma Deryaya Reş Têne çêkirin û ji ber nerazîbûnên welatiyan gelek ji wan hatin betalkirin ji bo şîrketên mezin bûne qadeke îstîhdamê. Li navçeya Pasûrê ya Amedê jî li ser çemê Pasûrê HES hatiye çêkirin. Çemê Pasûrê ku tekana xweşikbûna xwezayî ya Pasûrê ye bûye sedema miçiqandina çem û giyanewerên nava çem de jî hemû tune bûne. Ji ber ku ava çem miçiqiya darên derûdorê jî hemû zuwa bûne û xweze hatiye texrîbkirin. Tê texmînkirin ku ji bo HES-1 û HES-IV bi tevahî 40 metre rê hatiye çêkirin û ji bo vê yekê gelek dar jî hatine birîn. Welatiyen ku nizanin HES çi ye jî dibêjin ceryan tê hilberandin lê ava wan tê gemarkirin, çemê wan tune dikin. Hate zanîn ku Şîrketa Anomîn a Yildizlar ê ku HES çêkiriye niha jî li Îspartayê santralê çêdike.
HES di 2007'an de ji aliyê Şîrketa Yildizlarê ya ku Şaredariya AKP'î jî di nav de ye li ser çemê Pasûrê hatiye çêkirin û di 2009'an de jî hatiye temamkirin. Santrala din jî di 2011'an de hatiye temamkirin. Niha herdu santral jî dixebitin û ji bo wan 150 mîlyon dolar pere hatiye xerckirin. Ji ber van HES'an xweze pir hatiye texrîbkirin û şîrketan ji niha ve çav berdane du çemên din ên ku li herêmê ne. Tê gotin ku HES'ên nû dê li ser çemê Heskar û çemê Misûrê bê çêkirin. welatiyên ku hita niha nedizanîn HES çi ne diyar kirin ku ew ê heta dawî li dijî çêkirina santraylên nû derkevin. Welatiyan anîn ziman ku ew ê destûrê nedin çavkaniyên avê ben tunekirin û ji ber vê yekê jî dê Platforma Parastina Hewirdora Xwezayî ya Pasûrê (PADÇEK) damezirînin.
Mekîn Kiliç ê ku berdevkê PADÇEK'ê ya diyar kir ku ji bo ku ew welatiyan der barê HES'an de agahdar bikin dê panel û semîneran li dar bixin. Kiliç anî ziman ku çemê Pasûrê berê dişibiya çemê Munzurê û li derûdora çem pir texrîb bûye. Kiliç destnîşna kir ku ji bilî texrîbta xwezayê mirov û sewal jî pir zirar dîtine û wiha berdewam kir: "DEma ku ev HEs hate çêkirin ji bo vê yekê rê hatin guhertin. 150 sewal ketibûn nava heriyê û telef bûbûn. Xwediyên sewalan dê doz vekiriba lê me bîhist ku şîrketê pere daye û ji ber vê yekê jî doz venekir. Dîsa wesayîtek ji zinaran qulibî. 3-4 kes mirin." Kiliç got ku ji bo sewal nemirin divê nava çem de av kêm be jî av hebe lê qet av nayê dayîn, carna jî mirov di nava çem de ne av pir tê berdan û mirov xetera xeniqînê re rû bi rû dimînin.
Kiliç da zanîn ku dema HES hate çêkirin soza kar hatiye dayîn û bi vî rengî mirov hatine bêdengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bilî vê jî gotin dê tesîsên parizandinê li vir çêkin û avê bidin malan lê ev jî nehat çêkirin. Qasî ku ez dizanim rapora ÇED'ê li gel re bê parvekirin lê ev jî nehat kirin." Kiliç da zanîn ku şîrketên ku HES'an çêdikin ji hikûmetê piştgiriyê digirin û wiha got: "Hevalekî me bi kesên ku HES çêdikirin re hevdîtin pêk anî û got ku ew HES'ê bi kêfî bi kar tînin. Wan jî gotibûn dikarin dozê vekin. Ango ev qas rehet in."
Welatiyên ku ji ber ava wan bi herî diherike bi gazinc in jî diyar kirin jî ji mizgeft û kaniyên derûdorê avê tînin. Jin, zarok, kal û pîr serê sibehê avê dikişînin malên xwe û ji ber ku ava wan bi herî diherike aciz in. Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Kartal der barê mijarê de wiha axivî: "Tişte ku dibêjin HES çêkirine. Ji ber vê yekê çemê me miçiqî. Dema ku tê jî bi herî ye. Ji ber ku em nikarin vê avê vexwin mecbûr dimînin avê bikîşinin malên xwe. Zeviyên me bê av ma û zuwa bû. Em ji ceryana ku ji vir tê hilberandin sûdê nagirin. Rojî ye em nikarin ava destmêjê jî bibînin." Welatiya bi navê Herdem Can jî nerazîbûnên xwe bi gotina "dema ku em ava malê vedikin naherike, tenê herî tê. Ji bo ku pere qezenc bikin bendavê çêdikin. Lê derdên wan em dikîşen. Ev ji ber heriyê perîşan bûn" anî ziman.
Welatiyên ku li derûdora çem rûdinên jî ji HES'ê zirarê dibînin. Welatiyê bi navê Beşîr Çelîk ê ji gundê Kaniyê Bizû rûdinê jî got ku sewalên wan telef bûne û sewalên wan jî nikare avê vexwe. Çelîk destnîşan kir ku ji ber bêaviyê zeviyên wan jî zuwa bûye, carna nişkava avê zêde vedikin vê carê jî zeviyên me zirarê dibîne.
'Wekî şaredarî ji bo çareseriyê çi ji destê me tê dikin'
Şaredarê Pasûrê yê BDP'î Mehmet Nesîp Şîmşek jî der barê mijarê de got ku ew ji bo pirsgireka avê çareser bikin çi ji destên wan tên dikin û projeyan amade dikin. Şîmşek wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku em ava paqij binînin em ketin nava hewldanan. HEs bû sedema zuwabûna çem. Ev qetlîama xwezayê ye. Li aliyê din jî welatî dema ku ava xwe vedikin herî diherike. Ji bo ku em vê pirsgirêkê çareser bikin çi ji destên me tê em dikin. Projeyeke me ya ku em ji çeme din avê bînin heye. Ev proje di asta dawî de ye. Em ê di demeke kin de çaraser bikin."
'Cerdevan nobetê digirin'
Di nava welatiyan de jî gotegotek heye. Tê gotin ku dema ku HES hatiye çêkirin xwediyên Şîrketa Yildizlarê wê demê bi fermandarê wir yê wê demê re axivîne û cerdevanên herêmê li HES'ê nobet girtine û heta ji bo vê yekê ji fermandar re wesayîtek jî kiriye. Piştî vê jî cerdevanan li wir nobet girtine. Cerdevan hê jî li vir nobetê digirin. Cerdevan jî dibejin ew çima li vir nobetê digirin nizanin û wiha diaxivin: "Dewlet ji me çi bixwaze em ê wî bikin. Ji me re bibêjin biçin em ê ji vir biçin. Bibêjin deh salan bibînin em ê bimînin. Em cerdevan in û mecbur in."
'Dixwazin avê kontrol bikin'
Berdevkê Demî yê Platforma Biratiya Çeman Omer Şan jî der barê mijarê de got ku xebatên HES'an di 1960'an de dest pêkiriye û tê xwestin ku çavkaniyên avê yên paqij bên desteserkirin. şan diyar kir ku ew ava jiyanê ya ku li cihên HES têne çêkirin qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Em ava li çem û rubaran ji xwe ava can dihesibînin. Ev desteserkirina avê ye. Nexşeyê digirin ber xwe û cihên ku ev heye diyar dikin. Li van deran jî HES'an çêdikin." Şan got ku li gorî lêkolîna wan li Tirkiyeyê 2 hezar û 300 HES hatiye plankirin. DÎHA (sa)