Heta aştiya civakî neyê em naxwazin zarokên me vegerin
MEHMET DEMÎR - AMED 22.06.2014 07:00:00 'Jinên ji bo aştiyê li ber xwe didin' yên ev çar roj in li parka li pêşberî Walîtiya Amedê çalakiya rûniştinê ya bêdem lidar dixin, rastî destekeke mezin tên. Malbatan destnîşan kirin ku heta aştiya civakî neyê ew naxwazin zarokên wan vegerin.
'Jinên ji bo aştiyê li ber xwe didin' ên ji bo zarokên xwe yên li çiyê û girtîgehê dest bi çalakiya bêdem a rûniştinê kirine, ji ANF'ê re axivîn. Piştgiriya ji bo jinên ku berî çar rojan bi şeş kesan dest bi çalakiyê kir, roj bi roj zêde dibe. Rojane bi sedan kes diçin serdana dayikan û destekê didin wan. Dayikan peyamên girîng dan û diyar kirin ku zarokên wan bi daxwaza xwe derketine çiyê û ewê heta dawiyê hurmetê nîşanî biryara zarokên xwe bidin.
HETA AŞTÎ NEYÊ EZ NAXWAZIM KEÇA MIN VEGERE
Ji dayikan Yildiz Damla ya keça wê ya li Zanîngeha Dîcleyê dixwend beriya 3 mehan derket serê çiyê, anî ziman ku ew ji bo aştiyê çalakiya rûniştinê lidar dixin û got, "Rêberê me azad bibe, hemû zarokên me wê azad bibin. Ez ne tenê ji bo zaroka xwe, ji bo vegera hemû zarokên me li vir im. Ji vê derê bang li hemû dayikên şehîdan, dayikên leşkeran û dayikên gerîla dikim; bila werin destekê bidin me, eger em bibin yek emê karibin şer bisekinînin, aştiyê pêk bînin. Ancax em jin dikarin vî agirî vemirînin. Em êdî naxwazin rondikê çavên me dayikan bibarin. Li Liceyê zarokên me yên ciwan hatin kuştin. Li şûna qereqolan bila dewlet li vê herêmê febrîqeyan çê bike. Ji ber ku zarokên me ji zilma AKP'ê reviyane, derketine serê çiyê. Em zarokên xwe ji dewletê dixwazin. Jinên li ber şaredariyê rûniştin bi tenê zarokên xwe xwestin, lê em hemû zarokan dixwazin. Bila werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Kesî zarokê me bi zorê nebiriye. Keça min bi vîna xwe çû. Ji ber ku hurmetê nîşanî biryara keça xwe didim, ez li vir im. Heta ku aştiya civakî pêk neyê, di van şert û mercan de naxwazim keça min vegere. Ji ber ku eger vegere wê di zîndanê de birize, ji ber bi vê dizanim naxwazim vegere. Piştî ku aştiyeke mayînde çê bû, dixwazim hemû zarokên me vegere."
EGER AŞTÎ ÇÊ BIBE KES WÊ NEÇE ÇIYÊ
Dayika bi navê Ferîda Pervane ku keçeke wê beriya 2 salan li refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da û kurekî wê ev 5 sal in di girtîgehê de ye got, "Em ji bo aştiyê hatin. Zarokên me ji bo ziman û çanda xwe derketin çiyê. Em jî heta dawiyê hurmetê nîşanî biryarên wan didin. Serokwezîr dibêje 'PKK bi zorê zarokan dibe serê çiyê', ev ne rast e. Ji ber ku tevahiya cîhan dizane ku ev ne rast e. Ev 30 sal in li vê herêmê şerek tê jiyîn. Em çareseriyê dixwazin. Heta ku ev pirsgirêk nebe xwedî statuyeke destûra bingehînî, aştiyeke mayînde pêk nayê. Malên me hatin şewitandin, mirovên me bûn qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar, zimanê me hat tinekirin. Di 30 salan de bi hezaran zarok ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Li zîndanan bi sedan girtiyên nexweş hene. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Zarokên me ji ber ku ji zilma AKP'ê reviyan, derketin serê çiyê. Çiya ji bo wan azadî ye. Erdogan gava ji bo zarokên Fîlîstînî digirî, ji bo kuştina zarokên Kurdan fermanê derdixîne. Eger gelekî wicdanê wî hebe, bila vê pirsgirêkê çareser bike. Di çareseriya pirsgirêkê de jî mûxatab diyar e, tevahiya cîhan dizane ku mûxatab kî ye. Eger aştî pêk were, wê kes neçe serê çiyê. Dema li Derya Reş mirov horonê dileyzin, gelo kes lêpirsînê vedike? Na. Lê belê dema ciwanên Kurd li Kayseriyê bi zimanê xwe govendê digerînin, dikevin ber lêpirsînê. Em li gundê xwe qereqolan naxwazin. Keçên me, zarokên me her roj bi kamerayên termal tên şopandin. Em di hundirê mala xwe de jî ne rehet in, ji ber vê yekê divê ew bê sekinandin."
KESÎ KEÇA MIN NEXAPAND, BI VÎNA XWE ÇÛ
Şehrîzade Anar a keça wê beriya 3 mehan di dema pola dawî ya lîseyê de derket çiyê, anî ziman ku keça wê nehatiye xapandin û bi daxwaza xwe derketiye serê çiyê. Anar got, "Ez weke dayikekê, li dû biryara keça xwe me. Hin dibêjin zarokên wan hatine xapandin û birine çiyê. Kesî keça min nexapand, bi daxwaza xwe çû. Keça min, ji ber bêpolîtîkabûyîna vê dewletê berê xwe da çiyê. Hikûmeta AKP'ê ev sal û nîveke Kurdan mijûl dike. Serokwezîr li Amedê ji Kurdan re dibêje birayê min, li Enqereyê gazê berdide. Biratiya vê li ku ma. Dayikên li ber şaredariyê rûniştin, di manşeta hemû rojnameyan de cih girtin, lê belê çalakiya me ji nedîtî ve tê. Bila her kes vê baş bizanebe ku aştî neyê çareserî nabe. Eger îro zarokên me vegerin jî, bi xeteriya ketina girtîgehê re rû bi rû ne. Keça min xwe ji bo zanîngehê amade dikir, kesî ew nexapand, bi daxwaz û vîna xwe çû. Di vir de eger yek hebe divê li xwe bipirse, ew jî Serokwezîr e."
LI ŞÛNA FEBRÎQEYÊ QEREQOL TÊ ÇÊKIRIN
Anar diyar kir ku li herêmê li şûna febrîqeyan qereqol û kalekol tên çêkirin û got, "Li cihekî ku qereqol û zîndan tên zêdekirin, zarok çima diçin. Dema ev zarok vê rewşê dibînin, berê xwe didin çiyê. Berpirsyarê vê serokwezîr e. Her dayik dixwaze zarokê wê li cem be. Em weke dayik dixwazin Rêberê me azad bibe û zîndan bên valakirin. Eegr ev bibe, aştî wê nêz be. Em ji bo hemû dayiklan li vir in. Em ne dixwazin dayika Tirk bigirî ne jî ya Kurd. Dibe ku nîjad û zimanê me ji hev cuda bin, lê belê rengê rondikê çavê me hemûyan weke yek e. Weke dayikekê ji vir bang li Emîne Erdogan dikim. Zarokên wê jî hene; em bang li wê dikin ku bê vê derê cem me. Bila were em bi hev re ji bo dawîanîna li şer, bibin yek."
BILA DAYIK WERIN Û DESTEKÊ BIDIN ME
Dayik Anar da xuyakirin ku ji roja wan dest bi çalakiyê kirine û vir ve mirov wan û yên li ber şaredariyê rûniştine tevlihev dikin û got, "Mirov dema di ber me re derbas dibin, me û dayiklên li ber şaredariyê rûniştine tevlihev dikin û nerazîbûnê nîşan didin. Lê belê piştî em daxuyaniyê didin tên li cem me rûdinên. Ji ber ku çalakiya dayikên li wê derê baweriyê nade mirovan, mirov di wê baweriyê de ne ku ew tên bikaranîn. Ji ber ku şaredariyê zarokên wan dernexist serê çiyê, PKK nehat nava bajêr kes nebir serê çiyê. Hemû zarok dema daxuyaniyê didin dibêjin ew bi vîna xwe diçin. Eger sibê hemû ewladên me werin, gelo ew malbat wê bi çi rengî li rûyê zarokên xwe binêre. Cihê wan dayikan kêleka me ye."