'Heta em bi şêwazê qetilkirina jinan re mijûl bibin...'
09:55 25.04.2014 1 / 3 MELTEM OKTAY
AMED (DÎHA) - Sosyologa Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Amîda Evîn Guleker diyar kir ku di qetilkirina jinan de divê mirov bi hejmaran mijûl nebe û got, "Jiyana her jina tê qetilkirin, jiyana wê ji destê wê tê girtin û mafê wê tê binpêkirin pir bi qîmet e. Ez wer difikirim ku heta em bi şêwazê qetilkirina jinan re mijûl bibin em ê cinayetan xwedî bikin."
Di 4 mehên destpêkê yên 2014'an de 62 jin ku hatine qetilkirin, ev qetilkirin tevî wek agahiyên îstatîstîkî tên tomarkirin jî saziyên pêwendîdar ji bo astengkirina wan gavan navêjin. Tê dîtin ku jinên herî zêde tên qetilkirin ên ji dewletê daxwaza "parastinê" kirine. Ligel vê, hejmara zarokên rastî destdirêjiya cinsî tên û jinên xwe întîhar dikin zêde bûne. Li hember komkujiya jinan bêdengî ku didome, saziyên jinan ên li Amedê komkujî rexne kirin û gotin ku dema civak ji tundûtûjiyê rizgar bibe wê pirsgirêk çareser bibin.
Sosyologa Navenda Jinan a Ekîn Ceren, Ayşe Çaçan anî ziman ku qetilkirina jinan a her roj zêde dibe divê ji xalên cuda bên destgirtin û ji ber der barê jinên pêwîst e bên parastin de tiştek nayê kirin qetilkirin pêk tên. Çaçan got ku dewlet li şûna parastina jinê di nav hewldana bihêzkirina zilam de ye.
'Em ê xebatên xwe bihêz bikin'
Çaçan da xuyakirin ku zîhniyeta nêrza her roj hîn zêdetir xwe pêş dixe û têkoşîna li hember vê kêm dimîne. Çaçan wiha domand, "Divê em kêmasiyên heyî pir zelal bibînin û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan bikevin nav hewldanan. Û em ji vir careke din nîşan didin, em ê xebatên xwe yên di vê mijarê de bihêztir bikin."
'Jin bi polîtîkaya dewletê re hatin qetilkirin'
Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Derûnî û Perwerdeyê ya Jinan (EPÎDEM) a Şaredariya Yenîşehîr Neslîhan Başak diyar kir ku jinên hatine qetilkirin, bi polîtîkaya dewletê re hatine qetilkirin. Başak wiha got, "Komkujî, destdirêjiya cinsî bi destê polîsan an jî bi destê zilamên bi wan re di nav têkiliyan de ne pêk tên."
Başak diyar kir ku ji bo komkujiyên li hember jinan, destdirêjiya cinsî ya li hember zarok û jinan bi dawî bibe divê polîtîkayên cinsiyetperest ji destûra bingehîn bên derxistin û li şûna wan polîtîkayeke wekheviya jinan di destûra bingehîn de cih bigire. Başak, da xuyakirin ku divê saziyên civaka sivîl, ên jinan û demokratîk li hember komkujiyên jinan bêdeng nemînin û wiha domand, "Em ê jî di vê mijarê de kampanyayên xwe bidin destpêkirin. Em ê refleksên hîn bihêztir pêş bixin. Yanî em ê bi qiriqa dewletê bigirin."
'Zîhniyet zilam e, pêkanîn a zilaman e'
Sosyologa Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Evîn Guleker jî anî ziman ku hilweşîna civakî wek pirsgirêkeke ciddî li pêşiya wan disekine û wiha axivî: "Zihniyet zilam e, pêkanîn a zilam e. Em dibînin ku herî zêde jinên daxwaza parastinê dikin, dibin qurbanên van qetilkirinan. Di encam de kaoseke mezin a civakî û li pêşiya wê jî desthilatdariya AKP'ê heye."
'Komkujiyên jinan di nêrîna civakê de dibe mijareke ji rêzê'
Guleker di dewama axaftina xwe de got ku civak di komkujiyên jinan û destdirêjiya cinsî ya li hember zarokan de di aliyê nêrînan de ji rêzê destgirtinek pêk tê û wiha domand, "Divê em vê li pêşiya xwe wek talûkeyeke herî mezin bibînin. Jiyana her jina tê qetilkirin, jiyana wê ji destê wê tê girtin û mafê wê tê binpêkirin pir bi qîmet e. Ez wer difikirim ku heta em bi şêwazê qetilkirina jinan re mijûl bibin em ê cinayetan xwedî bikin."
(yş)