Heta Kobanê azad bibe dê çalakî bidomin
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê bi sedan welatî êrîşên li ser gel bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. serokê DBP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak got ku heta Kobanê azad bibe dê Edene li ser lingan be.
Li Edeneyê bi pêşengiya DBP, HDP û Saziyên sivîl ên civakî bi sedan kes ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kantona Kobanê diqewime şermezar bikin meşek hat lidarxistin. Girse li Parka Înonuyê kom bûn û xwestin bimeşin avahiya AKP'ê ya Edeneyê. Girseya ku xwest bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Gel li destpêka Parka Ataturkê seatekê çalakiya rûniştinê li dar xist. Gel bi berxwedanêke mezin astengiya polîsan şikand. Di rûniştinê de jinan li ser Kobanê klam gotin. Girse bi pankarta "AKP alîkariyê bes bide DAIŞ'ê, ev agira dê we jî bişewitîne" û dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" , "Bijî Serok Apo" , "Şehîd namirin" û "PKK gel e, gel li vir e" hatin berzkirin.
'Heta Kobanê azad nebe dê em ê li ser lingan be'
Piştî girse gihîşt nêzîka avahiya AKP'ê polîsan dîsa barîqat çêkir û pêşiyan wan girtin. Gel li ser Kolana Ataturkê rawestiya, dîsa çalakiya rûniştinê li dar xist û li mevkî ya Sûlarê daxuyaniyek hat danîn. Li ser navê girseyê Serokê DBP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak axivî û got ku heta Kobanê azad nebe dê Edene li ser lingan be.
'Polîs û aligirên çeteyan bi hevdu re dixebitin'
Bayrak da zanîn ku hikûmeta AKP pişgiriyê dide çeteya. Bayrak diyar kir ku polîs û aligirên çeteyan bi hevdu re dixebitin û wiha axivî: "Îro 2-3 roj li taxên kurd lê dijin ji aliyê polîsan û çeteyan êrîşî gel dikin. Li Kobanê nêzîka mehekê hêzên YPG-YPJ'ê berxwedanek bêhempa dimeşînin. Em wan xwişk û birayên xwe tenê nahêlin. Heta Kobanê azad nebe em ê li ser piyan bin. Li Edeneyê nêzîkî 8 birîndarên me hene. Ger ev wiha bidomê dewleta Tirkiyeyê nikar ji bin vê barê giran derkeve."
Çalakî bi tilîliyan bi dawî bû.
(msd/wk)