1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Heta muzakere destpê bike wê gel xwe biparêze
Heta muzakere destpê bike wê gel xwe biparêze,heta,muzakere,destpê,bike,wê,gel,xwe,biparêze

Heta muzakere destpê bike wê gel xwe biparêze

Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin ku li dijî girtin, binçavkirin û kuştinê gel xwe dipareze û destnîşan kir, ku heta muzakere ji nû ve destpê bike, wê gel xwe biparêze.

A+ A-

ŞIRNEX - FERHAT ARSLAN

Li dijî operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê, ku pêvajoya çareseriyê ji holê rakir, li gelek bajaran gel xwerêveberî ragihand û li hemberî polîtîkaya înkarê ya dewletê helwesta xwe nîşan da. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin ku li dijî girtin, binçavkirin û kuştinê gel xwe dipareze û destnîşan kir, ku heta muzakere ji nû ve destpê bike, wê gel xwe biparêze.

Encu xwerêveberiyên li Botanê hatin ragihandin û xweparastina gel ji ANF'ê re nirxand. Encu bibîr xist ku li hemberî serketina HDP'ê ya hlibijartinên 7'ê Hezîranê pêla girtin û binçavkirinan hatiye destpêkirin.

'LI HEMBERÎ HIQÛQA DIJMINATIYÊ GEL BIRYAR DA Û MODELA XWERÊVEBERIYÊ ÎLAN KIR'

Encu destnîşan kir ku ciwanên nexwestin bên binçavkirin û girtin, li hemberî vê derketin û got, "Weke ku tê zanîn, her ciwanek piştî darizandineke kurt bi 15-20 salan hatin cezakirin. Lewma, ciwan ji bo xwe biparêzin li kolanên xwe dest bi kolandina xendekan kirin. Di heman demê de bi tinehesibandina vîna nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, dewletê rewşa neçareseriyê derxist holê. Di nava vê demê de, dewletê guhê xwe li daxwazên gel girt û neçareserî ferz kir. Cenazeyên 17 şervanên YPG/YPJ'ê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin sekinandin, bi rojan teslîmî malbatan nehatin kirin. Li hemberî hiqûqa dijminatiyê ya li ser gel hat ferzkirin, gel biryarek da û li hemberî saziyên dewletê yên ku nirxên gel tine dihesibîne, modela xwerêveberiyê îlan kir. Gel biryar da ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Dewleta ku nekarî xwe li vê biryara gel a beyana vînê rabigire, hem bi hêzên xwe yên ewlekariyê, hem jî bi hêzên xwe yên din ên qirêj, êrîşî Cizîrê kir."

Encu ragihand ku roja 4'ê Îlonê dema qedexeya derketina derve hat îlankirin ew li Cizîrê bû û anî ziman ku dewletê weke ku dest bi tevgera dagirkirinê dike çar aliyên bajêr dorpêç kir û dest bi êrîşên tinekirinê kr.

'LI HEMBERÎ BOMBERDÛMANÊ ME ŞOQ BÛN, LÊ GELÊ CIZÎRÊ BI TILÎLIYAN BERSIV DIDA'

Encu got, "Dema êrîşan destpê kirin em çûn nexweşxaneyê. Li wê derê bi sedan tîmên taybet li ser navê dewletê teror dimeşandin. Ji bo birîndar neyên nexweşxaneyê, serî li her rê û rêbazan didan. Min hingî nerazîbûn nîşanî tîmên taybet da. Wê şevê operatorên telefonê qutkirî bû û êdî têkiliya me ya bi cîhanê re bi temamî qut bûbû. Li taxeke Cizîrê me agahî ji taxa din nekarîbû werbigirta. Bi tenê me li topbaranê temaşe dikirin. Di sbeha roja duyemîn de dema me xwe gihand Taxa Nûrê, me bi awayekî vekirî dît bê dewletê qetlîameke çawa kiriye û dike. Tevî ku em di jêrzemîna xaniyekî de bûn jî, cihê em lê bûn tespît kiribûn û bi bombeavêjan re xanî bombe dikirin. Mirovan hewl didan bi tilîliyan dengê topan bibirin. Em li hemberî êrîşan şoq bûbûn, lê gelê Cizîrê bi tilîliyan bersiv dida. Vê yekê cesaret û moraleke mezin dida me."

Encu bibîr xist ku Cizîr di roja îro de jî hînê di rojeva cîhanê de ye û destnîşan kir ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ku ev pirsgirêk ji aliyê dewletê ve hatiye derxistin. Encu da xuyakirin ku her çend dewlet bi medya xwe re gelê Cizîrê hedef digire jî, tevahiya raya giştî ya cîhanê haya xwe ji her tiştî heye.

'MUZAKERE DESTPÊ BIKE WÊ XENDEK JÎ JI HOLÊ RABIN'

Encu diyar kir ku kengî gelê Kurd beyana vîna xwe kir, hingî li hemberî vîna gelê Kurd şer hat destpêkirin û got, "Hemû ciwanên di xebatên hilbijartinê de cih girtin hatin tespîtkirin û pêla binçavkirinê dan destpêkirin. Hema hema her roj bi dehan ciwan dihatin girtin. Lewma, ji bo xendek werin rakirin divê dawî li operasyonên qirkirina siyasî bê anîn û li maseya çareseriyê vegere. Bila dev ji şerxwaziyê berdin, guh bidin daxwazên vî gelî, hingî wê xendek ji ber xwe ve ji holê rabin. Ev xendek, dagirkirina cihekî nîne, pozîsyona xweparastinê ya gelekî ye. Ji bo ciwan neyên girtin, xendek hatin kolandin. Eger maseya muzakereyê careke din bê danîn, hingî wê xendek nemîne. Lê belê eger tu li hemberî gelê Kurd biryara şerê topyekûn werbigire, Kurd jî wê li hemberî te bikeve pozîsyona parastinê. Yekane pozîsyona parastinê ya gelê Kurd xendek in. Ji bilî vê tank, topê Kurdan nîne."

Encu destnîşan kir ku yekane berpirsyarê şerê heyî, Erdogan e û got, "Eger Erdogan bixwaze, ji bo çareseriyê diyalogê pêk bîne, wê di rojekê de ev şer bisekine. Yê ku vî welatî ji hev cuda dike, cihêkariya ol û etnîkê dixe navbera gelan, Erdogan e. Lewma nîşandana nerazîbûnên li hemberî Erdogan divê normal bê dîtin."