Heta niha 10 caran birîndar bûye lê, dev ji berxwedanê bernedaye!
ÎSMAÎL ESKÎN
KOBANÊ (DÎHA) – Şervanên YPG û YPJ'ê ku bi berxwedana Kobane, dîroka berxwedanê ji nûve didin nîvîsandin, li gel ku pir caran birîndar dibin jî dîsa dev ji şer bernadin. Fermandarê Eniya Rojhilat ê YPG'ê Şerwan Feraşîn ê ku heya niha 10 caran birîndar bûye û çeperên şer terk nekiriye berxwedana Kobanê radixe ber çavan.
Berxwedana gel a Kobanê di 12'emîn roja xwe de bi hemû tundiya xwe didome. Çeteya DAIŞ'ê ku hemû hêza xwe ya Iraq û Suriyeyê li Kantona Kobanê berhevkiriye, êrîşên xwe didomîn e. Li hemberî van êrîşên tund yên çeteyan berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê jî li sê eniyên şer didome. Gelê Kobanê jî li eniyên şer piştgiriyê dide şervanan û li nava bajar jî xeta parastinê ava kirine. Çeteyên ku li eniyên şer yên rojhilat û başûr êrîşên wan hatin şikandin, ev çend rojin bi çekên giran ji eniya rojava êrîş dikin. Çete niha ji eniyên rojhilat û rojava dest bi erîşa kirine û hewl didin pêş ve biçin. Çete pêşiyê çeperên şervanên YPG/YPJ'ê bi çekên giran lêdixe, pişt re jî bi hezaran endamên çeteyan êrîş van çeperan dikin. Çete hewl didin li her dû eniyan jî berxwedana şervanên kurd bişkêne. Çete her wiha li ser sînor gule berdide çeperên leşkerên tirk. Li ser vê yekê jî leşkerên tirk ku bi çeteyan re li hev kirine, gule berdidin ser çeperên şervanan.
Şervanên YPG'ê her car li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyan lidardixe û çete di van çalakiyan de windahiyên giran didin. Şervanên kurd li hemberî çeteyên ku bi çekên giran êrîş dikin, bi teqemeniyên destan hatine çêkirin zirar didin çeteyan. Hêzên YPG'ê ku derfetên xwe baş bikartînin, li hemberî tang, top û fuzeyan bi çekên alternatîf bikartîne.
Li Kobanê, bavê 70 salî bi keç û kurê xwe di çeperan de şer dike. Ev jî dide nîşan dan ku ev berxwedana gel qet têk naçe. Dayîkên Kobanê ku dumahiya eniya şer dimînin jî ji bo şervanan xwarin çêdikin û alîkariya lojîstik ji çeperên şervanan re dibin. Şervanên YPG ku di çeperan de axa xwe ya pîroz diparêzin dibêjin, "Kobanê ne Misul e, heta ku em li vir bin tu kes nikare têkeve Kobanê"
Di vê berxwedanê de gelek şervan ku heta niha bi dehan caran birîndar bûne, li şûna nexweşxaneyê di çeperan de şer dikin. Di çeperên şer de gelek şervanên ku serê wan an jî destê wan pêçayî hene. Şervanê ji bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê Siyabend Zagros ku heta niha du caran birîndar bûye, got ku berxwedana Kobanê ji bo wî weke derman tê. Zagroz gotina, "Kobanê namûsa hemû kurdan e" bikaranî û got, "Heta ez bi rêhevalên xwe re axa xwe neparêzim namirim" Zagros, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê û wê heta dawî Kobanê biparêzin.
Fermandarê YPG'ê yê Eniya Rojavayê Kobanê Şivan Faraşîn jî heta niha 10 caran birîndar bûye, li gel hemû birînên li ser laşê wî dev ji berxwedanê bernade û di çeperên şer de berxwedana xwe didomîne. Faraşîn, beriya niha jî di şerê li Serêkaniyê de jî 5 caran birîndar bûbû, yekemîn tang wî ji çeteyan girtibû. Disa ev fermandarê YPG'ê wekî pisporê şerê parastinê tê nasîn û heta niha ji tu eniyan paşve nekişiyaye. Fermandar Faraşin ku niha gelek perçeyên şarapnelê di laşê wî de ne, dev ji çeperan bernade û berxwedanê didomîne.
Şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî çeteyên hov ku tu dewletên xwedî artêşên heybet jî pê nikarin, şerê xwe yê şeref, namûs û rûmetê didomînin.
(lg)