1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Heta niha ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirine"
"Heta niha ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirine",heta,niha,enks,ê,di,nava,xwe,de,li,hev,nekirine

"Heta niha ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirine"

Îlham Ehmed: Heta niha ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirine

A+ A-

09:56 23.12.2013 1 / 2 NÎHAT KAYA / MIHEMED TAHÎR

HEWLÊR (DÎHA) – Endama rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed, li ser civînên di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de diyar kir ku hevdîtin didomin û heta niha ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirine. Îlham Ehmed, da zanîn ku ger doza kurd di kongreya Cenefre 2 de neyê guftûgokirin, dikarin wekî kurd helwesta xwe diyar bikin û bêjin "Em naçin civînê û me eleqedar nake" Ehmed, da zanîn ku mafê her kesî heye tevlî nava YPG û asayîşê bibe.

Endama rêveberiya TEV-DEM’ê Îlham Ehmed ji DÎHA’yê re axivî û li ser sedemen xetimîna civînên di navbera herdu encûmenan de wiha got: “Hinek mijaran hene, divê ENKS biryarên xwe li ser bide yan jî bersivekê bide me. Heta niha wan di nava xwe de li hevnekirine. Ew diçin civînan çêdikin û ji bo bigihin zelalbûnekê, dem derbas dibe. Pêwîst bû di civîna îro de hinek encaman derketiban, lê heta niha li ser hinek mijaran nêrînên me û wan nabe yek. Ji bo wê jî divê despêkê ew di nava xwe de zelal bikin.”

ENKS dibêje, bila şand ne li ser navê DBK’ê be

Îlham Ehmed bersiva pirsa ‘Li ser beşdarbûna kurdan a bi şandekî serbixwe di kongreya Cenevre 2 de ti pirsgirêk hene?’ da û wiha got: “Tişta heta niha me di nava xwe de li ser lihevkirî, mijara çûna Cenevre ya bi şandekî serbixwe. Ji bo ev di kongreyê de bibe rojev û danûstandin li ser pirsa kurd bên kirin. Hêzên navneteweyî niha dibêjin, divê du şand hebin. Yek ji wan ya mûxalifet û ya din jî ya rejîma Sûriyê be. Mijara were destgirtin jî tenê pirsgirêka di navbera herdu aliyan de bê nîqaşkirin e, wekî din behsa pirsa kurd nayê kirin. Ji bo wê jî me got, divê şandeke serbixwe biçe û em dixwazin li ser navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) be. Ji bo bibe fermî û mûxatab were girtin. Lê tiştê ew beşdar nabin û rast nabînin, dibêjin bila ne bi navê DBK’ê be û bila bi navê kurdan be.” Li ser destnîşankirina wan kesan jî Îlham Ehmed wiha got: “Ew dibêjin bila herdu encûmen di aliyê xwe de diyar bikin. Em jî dibêjin na, DBK heye û madem dibêjin, em çalak bikin û bi hev re xebatê bikin, hem wiha dibêjin û hem jî dibêjin na bila ne bi navê DBK’ê be. Hinek nakokî di vir de hene. Divê ew beşdarbûn bi navê DBK’ê be, ji bo vê jî ew niha di nava xwe de vê mijarê nîqaş dikin.”

Ger doza kurd neyê guftûgokirin em naçin Cenevre 2

Îlham Ehmed diyar kir ku ger doza kurd di Cenevre 2 de neyê guftûgokirin, em naçin civînê û wiha got: “Ger di kongreya Cenevre de doza kurdan neyê rojevê û nîqaşkirin, ji bo wê em dikarin wekî kurd helwesta xwe diyar bikin û bêjin, em naçin civînê û me eleqedar nake. Çima? Ji ber ku civînek em di nav de beşdar bibin, pirsa min neyê nîqaşkirin û mafê min nebe; wê demê beşdarnebûna me çêtire. Ji bo ez nebim celladê xwe û derbarê xwe de biryarên şaş negirim. Bi kêmasî ez dikarim bêjim ev civîna çêbûyî, bêyî min çêbûye, biryarên tê de hatine wergirtin nakeve di berjewendiya min de û îtirafê bi vê civînê nakim. Ez dikarim bibim xwediyê helwestekî wisa.” Nahêlin kurd di Cenevre 2 de bibin xwediyê mafê axaftinê Li ser pirsa ‘Ger bi navê DBK’ê beşdarbûna kurdan çênebe, egera wê yekê heye hûn beşdarî kongreya Cenevre 2 nebin?’ Îlham Ehmed wiha got: “Belê, ger li ser vî navî çênebe beşdarbûn çênabe û fermiyeta wê dernakeve holê. Ya din jî tişta tê xuyakirin heta niha tişta tê axaftin kurdên di nava refên mûxalifetê de biçin civînê, nahêlin ew baxivin. Mafê axaftinê ji wan re nayê dayîn, bi nav wê bêjin vaye kurd jî di nava me de hebûn. Kurd jî beşdar bûne û yên bi navê kurdan beşdarbûne di civînê de hene. Tenê dixwazin bi şiklî beşdar bikin, ji bo wê lîstokek pir xirab di Cenevre de heye û dixwazin di serê kurdan de pêk bînin.”

Di hatina el-Cerba ya Hewlêrê de lîstokek heye

Rêvebera TEV-DEM’ê behsa hatina serokê mûxalifeta Sûriyê Ehmed el-Cerba ya ji bo Hewlêrê jî kir û wiha pêdeçû: “Di dema lidarxistina civîna herdu encûmenan de, hatina Ehmed el-Cerba ya ji bo Hewlêrê û ji bo civînek taybet bi ENKS’ê re çêbike û wêneyê carek din kurd nabin yek, bidin cîhanê ye. Di vir de jî lîstokek hebû. Em vê hêvî dikin ku ENKS di zanabûna van lîstokan de be û bizanin ku dixwazin bi rêya wan van lîstokan bileyîzin. Em nabêjin ev li dijî PYD û MGRK’ê ye, ev lîstok li dijî tevayî kurdan e û di serî de li dijî ENKS’ê ye.”

Me hê nîqaş li ser xalên Peymana Hewlêrê nekirine

Li ser pirsa ‘Piştî hatina el-Cerba ya Hewlêrê û hevdîtina wan a bi ENKS’ê re di helwesta wan de cûdabûnek çêbûye, bandorek li civînên we kiriye?’ Îlham Ehmed wiha got: “Xuya dike, dema dibêjin na em bi navê DBK’ê naçin civînê. Em bawer dikin ev bandora wê ye.” Li ser navê ENKS’ê di çapemeniyê de tê gotin ku civînên di navbera MGRK û ENKS’ê de li ser meseleya lihevnekirina li ser hêzên leşkerî û asayîşê, qezenca dergehê Sêmalka PYD ji xwe re digire û parve nake, xetimîn çêbûye. Li ser van îdiayan û pirsa ‘Gelo di civînê de ev tişt hatin nîqaşkirin?’ endama TEV-DEM’ê wiha got: “Ev nehatine nîqaşkirin. Me di nava xwe de gotiye divê em ji nû de li ser Peymana Hewlêrê nîqaş bikin. Li ser DBK’ê em guftûgoyan bikin, lê hê berfirehiya wê nehatiye guftûgokirin. Me hê nîqaş li ser xalên Peymana Hewlêrê nekirine. Lê wekî dixuyê di rojeva wan de ev tişt hene û bêxin rojevê, lê heta niha nehatiye rojevê. Ji bo vê berî bi me re bê nîqaşkirin, dikeve çapemeniyê. Di warî şirîkîtiyê de dixwazim wiha bêjim, em welatek wekî du meclisên kurdî di nava xwe de parçe bikin; despêkê ev şirîkatî şaş e. Şirîkatî li ser destkeftiyên hatine kirin û bi vî awayî şêwazê parvekirinê, ji bingeh de şaş e. Me peymanek çêkir û îmze kir, ji bo nêrînekî kurdan a hevpar çêbibe. Ji bo em bikarin bi hev re vî welatî bi rêve bibin, ev peyman hat îmzekirin û heta niha jî me diparêzin.” Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew ne li dijî Peymana Hewlêrê ya di navbera herdu encûmenan de hatî îmzekirin in û wiha got: “Lê bi şêwazê YPG bo ya MGRK’ê û pêwîste hêzekî leşkerî ya ENKS’ê jî çêbibe, ev mantiqekî şaş e. Nizanim asayîşa heyî bûye ya PYD’ê, divê asayîşekî cûda ya ENKS’ê hebe; ev bi xwe welat parçekirine. Hêz parçekirin û ji hev dûrxistine. Çawa di vîna siyasî de parçebûnek çêbû ku beşeke wê çû tevlî mûxalifeta Sûriyê bû û beşek jî li derve ma, bi vî awayî parçekirina nêrîna kurdî di pratîkê de hêza çêbûyî jî wê parçe bibe. Ji şirîkatiya vê yekê zêdetir, hêzek li ser erdê heye.”

Mafê her kesê heye tevlî YPG û asayîşê bibe

Endama TEV-DEM’ê da zanîn ku mafê her kesê heye tevlî YPG û asayîşê bibe û ragihand: “Her welatî dikare di nav de cih bigre, mafê her kesê heye di nava YPG û asayîşê de cih bigre. Ji xwe rêveberiyek çêdibe û rê li ber hilbijartinan vedike. Di hilbijartinan de hêza kîjan partî û meclisê, kê bixwaze ligel kê rêkeftinê çêbike û tevlî hilbijartinan bibe, mafê wan heye. Em ji vê re jî amadene. Ango şîrîkatî û demokrasiya rast, ya em li ser daxivin û dixwazin bêxin pratîkê li ser vî bingehiye. Ev rêveberî hatiye ragihandin, lê hê temam nebûye.” Îlham Ehmed bilêv kir ku ew bi encamên ku di hilbijartinan de derbikevin razîne û got: “Bila her kes û neteweyek (kurd, ermenî, asûrî, ereb û hwd...) rêkeftina xwe çêkin û bikevin hilbijartinan, kî bi ser bikeve em dipejirînin. Em razîne piştî hilbijartinan kî bixwaze vî welatî bi rêve bibe. Kî bi ser bikeve, em razîne û bi rêzdarî nêz dibin. Ji ber vîna gel e. Lê şêwazê hêzekî leşkerî heye bila ya min jî hebe, asayîşa te heye û bila ya min jî hebe û qezenca ji deriyan tê, em di bikin nîvî; bi rastî ev şerm e. Di piraniya malbatên me de pariyek nan nîne û di rewşekî hejar de dijîn, em wek kurd rûnin û bêjin li ser pereyê ji dergehê sînoran tê û li ser vê hesabê bikin, te çend qurûş birine û bila hinek ji min re jî bin, ev şermekî mezine di vê demê de bikeve rojevê.”

Li ser îdiayên ‘PYD qezenca dergehê Sêmalka li ser şervanên YPG’ê belav dike, gelo ev qezenc çawa tê parvekirin?’ endama TEV-DEM’ê Îlham Ehmed wiha got: “Me berê wekî DBK ev di nava xwe de nîqaş kir. Me got tişta herî zêde niha pêwîstî pê heyî; parastin, asayîş, tendirûstî û wekî din karûbarên girêdayî DBK’ê ne. Ger pêwîstiyek hebe, mirov dikare jêre veqetîne. Li gor hatî diyarkirin, sedî 50’ê ji bo parastinê û sedî 25 ji bo asayîşê ye. Ji ber pêwîstiya wan bi çek, cil û çûyînhatine heye. Ya din jî tendirûstiye û ya dimîne jî ji bo partî û saziyan e. Ger xerciyetek ji bo wan pêwîst kir, dikarin jêre veqetînin.Çend caran ev yek ji ENKS’ê re hat gotin”

Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed da zanîn ku EGRK ti pereyan wernagire û wiha dawî li axaftinên xwe: “EGRK’ê ti pereyan nastîne. Heta niha endam û partiyên di nava EGRK’ê de, mehane alîkariyê didin. Gel bi xwe dide û EGRK di nava xwe de budceya xwe ava dike. Ti carî ji cihekê nexwestiye û ev nebûye kevneşopî. Lê dîsa me got ger ji bo ENKS’ê tiştek pêwîst kir, bila hêjmarekê bidin û dikarin ji vê darayiyê tiştekê wergirin. Lê wan bi xwe di nava xwe de lihevnekirin û gotin; ‘Fifty-Fifty.’ Çawa di peymana Hewlêrê de dibêjin Fifty-Fifty; di wir de jî wisa dikin, nîvî wê MGRK û nîvî jî wê ENKS ji xwe re bibe. Me ev rast ne dît û piraniya endaman ENKS’ê ev rast nedîtin. Ji ber ev tiştên hatine gotin, ne bi navê tevayî ENKS’ê bû. Çend partîbûn ev nêrîn ferz kirin, lê piraniya partiyên ENKS’ê wiha negotin û gotin pêwîstî ji bo parastin, asayîş û tendirûstiyê heye. Me timî gotiye bila lijneyeke darayî were çêkirin, hemû parvekirin di bin banê vê lijneyê de çêbibin.”

(mt/mae)

23.12.2013 - 09:53:23