"Heta Ocalan di bin zilmê de be aştî pêk nayê"
PKK: Heta Ocalan di bin zilmê de be aştî pêk nayê
Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê bi bîr xist ku tecrîda li ser Ocalan salek li pişt xwe hişt û got; “Divê êdî bê zanîn ku heta Rêber Apo di bin zilmê de bê girtin, tu caran aştî nayê ser vê axê. Ev gelekî zelal e û bê nîqaş e.” PKK’ê diyar kir ku hemû ruyê faşîzma AKP’ê ku rejima dawî ya tasfiyeyê ye derxistiye hole û got; “Her wiha nîşanî hemû kesî daye ku AKP nûnerek kevneşopiya dewletê ya bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e.”
Daxuyaniya PKK’ê ya di malpera fermî ya înternetê ya www.pkkonline.com de hat weşandin wiha ye: “Pêkanîna îşkenceyê û tecrîda giran a li ser Rêber Apo ku rastiya gelê me yê ji bo ziman, çand, welat, rûmet, paşeroj û mafên mirovî li ber xwe dide afirandiye, sala 13’emîn li pey xwe hişt. Li hemberî van pêkanînên sîstema mêtingehkar û nîjadkuj, li dijî nûnerê wê rejîma AKP’ê berxwedana Rêbep Apo jî didome. Berxwedana ku Rêber Apo bi awayekî kûrtir derxist astek jor jî, sala xwe temam kir. Bi vê munasebetê em careke din berxwedana bêhempa ya Rêber Apo silav dikin û soza xwe ya ku em ê têkoşîna azadiyê bigihînin serkeftinê, dubare dikin.
NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ OCALAN NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ AŞITIYÊ YE
Tê zanîn ku me gelek caran gotiye ku nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo hinceta şer û aşitiyê ye. Di merheleya niha de bi hemû aşkerahiya xwe derketiye holê ku nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê me ye. Ji mînakên cihê tê zanîn ku nêzîkatiya ku gelên ji bo azadiya xwe têdikoşin, di kesayetiya rêber û pêşengên wan de teslîm digire û îradeya wan tê şkandin, nêzîkatiyek dîrokî ya serdestên tirk e. Bi taybetî di vê mijarê de pêkanînên wê yên li hemberî gelê me nehatine jibîrkirin.
Komara Tirkiyeyê ji damezirandina xwe û vir ve, bi awayekî ku pêşengên wan tasfiye bike, pêpeskirina serhildanên kurd û di vê bingehê de esaretkirina gelê me ji xwe re kiriye polîtîkayek bingehîn. Polîtîkaya ku ev 13 sal e li dijî Rêber Apo tê meşandin jî, encama heman zîhniyetê ye. Ev 13 sal e bi sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ku rojê 24 saetan tê pêkanîn re, li ser Rêbertiya me teslîmiyet hatiye ferzkirin û bi polîtîkaya tecrîdê, her roj tunekirin û rizandin hatiye hedefkirin. Ev helwest tenê aydî mêtingehka-riya tirk e û helwestek bêwijdan, bê exlaq û keysbaz e. Ev helwest di 10 salên dawî de ji aliyê faşîzma AKP’ê ve esas tê girtin. Ji ber ku faşîzma AKP’ê dixwaze Rêber Apo bi temamî bêbandor bike û dawiyê de jî tune bike, tehemulî hevdîtina parêzeran a hefteyê carekê tê kirin jî nekiriye, wisa hesibandiye ku dê Rêbertiya me li goristana Îmraliyê veşêre û bide jibîrkirin.
AKP NÛNEREK KEVNEŞOPIYA DEWLETÊ YA BI RENGÊ KESK HATIYE BOYAXKIRIN E
Rêber Apo ji bo çareseriyê li ser navê gelê me daxwazên herî maqul danîn holê, lê hewldanên wî yên ji bo kemilandina çareseriya aştiyane, pêşvebirina nêzîkah û zîhniyeta vê yekê, ji aliyê AKP’ê wekî zeîfiyê hate dîtin, wekî mijara îstîsmarê hate nirxandin û helw hate dayîn ku wekî zemîna tasfiyekirinê bê bikaranîn. Li hemberî van pêkanînan Rêbertiya me pêvajoya berxwedana mezin daye destpêkirin. Ev pêvajoya berxwedanê ku saleke xwe temam kir, hemû ruyê faşîzma AKP’ê ku rejima dawî ya tasfiyeyê ye derxistiye holê. Her wiha nîşanî hemû kesî daye ku AKP nûnerek kevneşopiya dewletê ya bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e.
Faşîzma AKP dizane ka nêzîkahiya li hemberî Rêbertiya me ji bo tevgera me û gelê me tê çi wateyê, lê li gel vê yekê jî, ji polîtîkaya xwe ya zilmê venegeriyaye. Li hemberî meşa azadiyê ya gelê me ku nayê astengkirin, bêyî ku tu rêgezên exlaqî û hiqûqî nas bike, êrîşî Rêbertiya me, gelê me, tevgera me, dostên me û hemû kesên silavê didin dike. Êdî ji bo hemû kesî zelal bûye ku nêzîkatiya dewleta AKP’ê ya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê me û tevgera me ye. Rêber Apo bi bexwedana xwe nîşanî hemû cîhanê daye ku AKP çareseriyê na; qirkirin, asîmîlasyon û tasfiyeyê armanc dike û rejîmek şerê taybet e. Êrîşkariya wê ya bêsînor, avêtina hiqûqê, li şûna vê wekî dewletek çeteyan tevgerkirin, terkirina gotinên xwe yên destpêkê yên nerm û li şûna vê bikaranîna zimanê êrîşkar, neteweperest û tekane, li ser komkujî, zindan û derewan birêvebirina dewletê îspat dikin ku tu çareseriya AKP’ê nîn e.
DYA Û HEMÛ HÊZÊN ROJAVA BERPIRSYAR IN
Faşîzma AKP’ê pêkanîna tecrîdê ya ku 10 sal in dimeşîne, bi taybetî di salek dawî de giran kiriye û veguherandiye îşkenceyê. Di vê pêkanînê de hêza herî mezin ji hêzên modernîst ku xulamtiya wan dike, digire. Hêzên modernîst qasî komploya nav-neteweyî, mîmarên sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ne jî. Lewre di serî de DYA, hemû hêzên rojavayî ji qirkirina kurd ku dewleta AKP’ê dimeşîne û polîtîkayên wê yên şer ên di vê çarçoveyê de berpirsyar in. Ev hêzên hanê çima Rêber Apo her roj di şertên wekî mirinê de digirin, çima dixwazin bi fikrî û fizîkî tune bikin? Di merheleya niha de fêmkirina van mijaran ji bo me qet jî tiştekî ku nayê fêmkirin nîn e.
Sîstema Rêber Apo, alternatîfa vê sîstema ku dijmina xweza, civak û mirovan e ye. Veqetîna ji cîhana raman û hestan a modernîteya kapîtalîst û kevneşopiya dewletparêz ku kapîtalîzm temsîliyeta wê dike ye. Pêkhatinek li ser xîmên azadiyê ye. Lêgerîna jiyana azad, di rastiyê de lêgerîna civaka azad e. Rêber Apo, lêgerîna xwe ya jiyana azad, îro gihandiya asta civakîbûnê ku bi milyonan kes xwedî lê derdikevin û di rêya wê de hemû bedelan didin ber çavên xwe. Ev yek di heman demê de di nava gelê de wekî têkoşîna civakîbûnek nû, dibe xwedî beden. Îro li çar perçeyên Kurdistanê û hemû cihên ku kurd lê dijîn tişta ku têkoşîna wê tê dayîn, jin zilam, ciwan, pîr bi milyonan kes, bi dayîna bedelên mezin bedelên mezin hewl dide ku pêk bîne, civakîbûna demokratîk û azad, afirandina sîstem û mirovên wê ya ku Rêber Apo temsîliyeta wê dike ye.
Ev, çareseriya şaristaniya demokratîk a ku di nava gelê me pêk tê ye û li ser navê mirovahiyê destkeftiya herî mezin e. Ev çareserî seranser, parçeyî nîn e û tenê gelê kurd nagire nava xwe. Ev, çareseriyek kûr, tevahî û gerdûnî ye. Ji bo mirovan jiyana azad, êdî ji utopyayek ku tê xeyalkirin lê di pratîkê de pêk nayê hatiye derxistin, derfeta pêkhatina wê hatiye çêkirin. Êdî qedera têkoşînên azadiyê nabe liser zêdekirina sîstemê. Ji ber ku Rêber Apo û tevgera me li hemberî sîstema şaristaniya dewletî, sîstema şaristaniya demokratîk afirandiye. Sîstema zîhniyeta şaristaniya dewletparêz û nûnera wê ya dawî modernîteya kapîtalîst hilweşiyaye, zîhniyeta civaka azad û wekhev hatiye afirandin. Ev jî di rastiyê de tê wateya têkçûna sîstema şaristaniya dewletparêz.
TÊKOŞÎNA GELÊ ME KU AZADIYA RÊBER APO Û AZADIYA XWE KIRIYE YEK
Gelê me ku tê xwestin daxwaz û mafên wan ên herî xwezayî û mirovî bi komkujiyan bêne pêpeskirin, ji bo ku xwedî li Rêbertî û azadiya xwe derkeve berxwedanê dimeşîne. Vê berxwedanê îro hêza herî çalak a demokrasiyê ya Rojhilata Navîn derxistiye holê. Ne komkujî, ne girtin, ne êrîşên psîkolojîk ku bi awayekî bê exlaqî û bi temamî li ser derewan tên meşandin, ne jî qedexekirin nikarin meşa bihişmet a azadiyê ya gelê me asteng bikin. Têkoşîna gelê me ku azadiya Rêber Apo û azadiya xwe kiriye yek û bi pêşengiya şehîdan çanda berxwedanê kûr kiriye, erefeya azadiyê dijî. Ev ruhê berxwedanê qasî ku dawî li rejîma qirkirinê bîne û pêşiya azadiyê veke, mezin bûye û gihîştiye astek ku li pêşiya wê nayê rawestîn.
Êdî gelê Kurdistanê gihîştiye wê biryarbûnê ku wekî miletek bi rûmet li ser axa Kurdistanê, bi ruh û hişmendiya ji Rêber Apo digire, pêşeroja xwe ya azad ava bike. Gelê Kurdistanê êdî dest bi fikirandin û avakirina Kurdistanek ku mêtingehkariya tirk û sîstema wê lê tuneye, kiriye. Li gel vê yekê di wê hişmendiyê de ye ku rêya jiyana azad, di rêya azadiya Rêber Apo re derbaz dibe û di vê çarçoveyê de pêvajoyek berxwedanê ku her roj mezin û berfireh dibe daye destpêkirin.
HETA RÊBER APO DI BIN ZILMÊ DE BÊ GIRTIN, TU CARAN AŞTÎ NAYÊ SER VÊ AXÊ
Divê êdî bê zanîn ku heta Rêber Apo di bin zilmê de bê girtin, tu caran aştî nayê ser vê axê. Ev gelekî zelal e û bê nîqaş e. Heta ku Rêber Apo azad nebe, gelê me û tevgera me ji bi her awayî pêşvebirina şerê gel ê şoreşgerî qet venagere. Dê hemû hêza xwe deyne holê, serhildanan mezin bike û şerê parastina rewa derxîne astên jor. Teqez e ku emê li dora Rêbertiya xwe bibin yek û bi berxwedana bihişmet û serhildanan vê çembera zulmê bişkînin.
AKP’ê hesap dikir dê bi tecrîdkirina Rêbertiya me, wî ji gelê wî û tevgera wî, dîsa ji alema mirovahiyê ya li azadiyê digere veqetîne û bi vî rengî jî berxwedana gelê me û tevgera me ya azadiyê pêpes bike, lê ji bo ku zanibe ew xefil bûye, dereng namîne. Li hemberî şerê nîjadkujiyê ku li her qadê bi mantiqa çetetiyê dimeşîne, baweriya me tam e ku emê ji vê pêvajoya ku em bi hemû hêzên xwe yên gerîla, gel û dostên xwe re ketine navê, bi serkeftî derkevin. Di vê wateyê de em bang li hemû gel, kadro û milîtanên xwe dikin ku berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê bilind kiriye temam bikin û heta bidestxistina azadiya Rêbertiya me û gelê me berxwedanê bilind bikin.
Divê bê zanîn ku êdî çalakiya herî mezin ew e ku hemû kes xwe di hedefa azadiya Rêber Apo de kilît bike û ji bo vê jî çi pêwîst be bike. Ji ber ku Rêbertiya me ya azad, welatê me yê azad e. Rêbertiya me ya azad, gelê me yê gihîştiye demokrasiyê, mirovahiya azad û jiyana azad dibe ye.
ANF NEWS AGENCY