1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Heta ziman azad nebe gel azad nabe'
‘Heta ziman azad nebe gel azad nabe',heta,ziman,azad,nebe,gel,azad,nabe

‘Heta ziman azad nebe gel azad nabe'

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk: Heta ziman azad nebe gel azad nabe

A+ A-

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, diyar kir ku di xebata NY'ê ya derbarê ziman de kurdî di nava 3 hezar zimanên cîhanê de di rêza 30'emîn de cih girt û wiha got: “Di tû welatan de hîn kurdan helbestvanên kurd nederxistin e. 25 helbestvanên kurd ên jin hene. Ji ber vê yekê heta ziman azad nebe gel azad nabe."

Komeleya Piştgirî û Çanda Demokrasiyê ya Kurd a Enqere (KURD-DER), li Salona Dehwetê ya Alyansê şevekî piştevaniyê li dar xist. Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Enqere Ahmet Aday, Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, endamên Meclîsa BDP'ê Mehdî Perînçek û Zekî Altun, Nivîskar Nacî Kutlay, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, rêveberên Şaxa ÎHD'ê yên Enqere û gelek kesên din tevlî şevê bûn. Di salonê de pankartên "Li her qada jîyanê de bi Kurdî biaxvin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin" û “Ziwanê ma rûmetê ma yo” hatin daliqandin.

Serokê KURD-DER'ê Mustafa Karaman, diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de her tim li ser zimanê kurdî ramana înkar û îmhayê hate meşandin û wiha got: "Tirkiye bûye goristana zimanên cuda. Ji hemû kesî re zextên tirkbûnê hatin meşandin. Ji bilî tirkî bi tu zimanên din perwerdehî nehate dayîn. Ev yek jî hilberîna ramana yek ziman, yek dewlet û yek al e. Îro li Tirkiyeyê 34 ziman tên axivîn. 34 çand û netewe hene. Hemû rengên li Tirkiyeyê tên înkarkirin."

‘Bila operasyon rawestin'

Karaman, anî ziman ku heta niha bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Bi şer re pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Mirina ciwanên kurd û tirk tu kesî keyfxweş nake. Her tim rondikên dayîkan barandin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila demildest operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin, çek bêdeng bikin û hevdîtinên aştiyê û muzakere berdewam bikin. Bila tu kes li ser xwînê polîtîkayan neke."

‘Heta ziman azada nebe civak azada nabe'

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî ziman de xebatekî pêk anî û di nava 3 hezar zimanan de kurdî di rêza 30'emîn de cih girt. Ozçelîk, anî ziman ku ligel zimanên fermî yên ji yekî zêdetir li welatiyên Ewropa tên axivîn kurdî di aliyê çand û hûnerê de bêtir hilberîn pêk anîniye û wiha got: "Li mûzeyekî Întîlîstanê de kevirê tê pêşandan ê ayîd 2 hezar û 330 sal berê li esr helbertên kurdî hatiye nivîsandin derket holê. Ji ber vê yekê kurdî hem û zimanê nivîskî û hem jî zimanê devkî ye. Ev yek jî nîşaneya kesên dibêjin kurdî zimanê zivîsê nîn e vala derdixe. Li tu welatan hînî kurdan helbestvanên kurd tunene. 25 helbestvanên kurd hene. Heta ziman azada nebe kes azada nabe, heta kes azad nebe gel azad nabe."

Piştî axaftinan guhdariya mûzîkê pêk hat.

(bd/mae)