'Hetanî tecrîd hebe dê şer jî bidome'
Endama Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kirin diyar kir ku ji bo serokatiyek azad, ji bo nasnameyeke azad, ji bo zimanekî azad û ji bo gelekê azad pêwîste her kes dev ji karê xwe ber de û tevlî vê mîtînga dîrokî bibe
Endama Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kirin diyar kir ku ji bo serokatiyek azad, ji bo nasnameyeke azad, ji bo zimanekî azad û ji bo gelekê azad pêwîste her kes dev ji karê xwe ber de û tevlî vê mîtînga dîrokî bibe.
Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê ya Amedê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocanlan û mîtînga di 14 tîrmehê de bi dûrişmeya ji "Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" bê lidarxistin daxûyanî da çapemeniyê. Daxûyanî li Komeleya Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê pêk hat. Endama Komeleya Dayîkên Aştiyê Havva Kiran axivî û diyar kir ku saleke li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocanlan tecrîteke giran tê meşandin û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê nahêle malbat û parêzerên wî biçin hevdîtinê û dixwaze bi vê polîtîkaya, gelê kurd teslîm bigre. Lê em qet teslîm nabin. Êdî polîtîkayên AKP'ê nikare me bixapîne."
Kiran, anî ziman ku ev tecrîd şermeke mezin a tirkiye yê û wiha domand: "Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Di cihanê de tecrîteke wiha nehatiye dîtin. Cihan hemû çavên xwe ji vê tecrîdêre girtiye û kesek dengê xwe dernaxe. Bi vî rengî em dibînin ku gava pirsgirêk dibe gelê kurd û serokê wî edalet li cem har kesî xelas dibe." Kiran da zanîn ku hetanî tecrîd hebe dê şer jî bidome û wiha got: "Gereke di mîtinga 14'ê tîrmehê de gelê kurd rabe ser piyan û xwedî li îradeya xwe derbikeve. Ji bo serokê azad, ji bo nasnameyeke azad, ji bo zimaneke azad û ji bo gelekê azad pêwîste her kes dev ji karê xwe ber de û tevlî vê mîtînga dîrokî bibe." Kiran destnîşan kir ji bo ev şer bê sekinandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd pêkan bibe divê gelê kurd vîneke mezin divê mîtîngê de derbêxe holê."
Kiran, bang li gelê kurd kir ku tevlî mîtînga 14'ê tirmehê bibin û xwest ku gelê kurd di mîtîngê de vîna azadiya xwe biqîre.
(nd-zk/mae)