1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Heval tu kurdî nizanî!
Heval tu kurdî nizanî!,heval,tu,kurdî,nizanî

Heval tu kurdî nizanî!

A+ A-

GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bi beşdariya lîstikvanên ku ji çar perçeyên Kurdistan û Ewropayê hatin di roja 5'emîn de bê navber berdewam dike. Di navbera lîstikvanên mêvan de hişmendiya ekolojî û hesesiyeta ziman ku di nav lîstikvanan de jî mijarên ku herî zêde balê dikişînin in.

Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin bi tevlîbûna lîstîkvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin bi hemû coşa xwe berdewam dike. Mîhrîcana Mezopotamyayê ku cara yekemîn e tê lidarxistin heya 28'ê mehê dê bidome û nêzî hezar û 300 lîstikvanên her çar parçê Kurdistanê û Ewropayê pêk tê beşdarî mîhrîcanê dibin. Her çiqas piranî lîstikvanan ji Bakûrê Kurdistanê bibin jî ji her du Kantonên Rojava yên Kobanê û Efrîn, bajarên Başûrê Kurdistanê Duhok û Ranya û Ewrpopayê jî gelek lîstikvan beşdarî mîhrîcanê dibin. Ji ber ku lîstikvanên Kantona Cezîrê ji aliyê Dewleta Tirk ve li ser sînor hatin astengkirin nekarîn beşdarî mîhrîcanê bibin. Di beşên werzîşê yên wek basketbol, voleybol, futbol, hentbol, tekvando, karate, tenîsa mesê û kortê, judoya astengdarên kor, basketbola kursiyên bi teker û atletîzmê di nav rojê de lîstik tên lîstin.

Qad bi awayek kurdewarî hatiye xemilandin

Di mîhrîcana yekemîn de, hişmendiya kolektîf û rêzdariya di navbera lîstikvanan de û hesesiyeta kurdî herî zêde mijarên ku balê dikişînin in. Lîstikvan, li Dezgeha Şaxan a Şaraderariya Yenîşehîrê dimînin û mêvanên wan jî qet kêm nabin. Li qadê deh konên spî û bi dehan konên biçûk ji bo lîstikvanên mêvan hatine vedan. Lîstikvanan cihê ku lê dimînin jî bi poster û alên cur bi cur xemilandine. Lîstikvanan qada ku lê dimînin bi alên kesk, sor û zer xemilandine û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dema werzîşê dike li navenda qadê daliqandine. Li ber posterên Ocalan jî ji bo bîranî wêne tên kişandin. Di heman deme de lîstikvanên herêma Botanê jî meşk û xalîçeyên xwe ji bîr nekirine û li ber konên xwe danîne. Lîstikvanên biçûk jî qadê şên dikin û ji aliyê mezinan ve her tim tên perwerdekirin û di warê werzîşê de tecrubeyên mezinan werdigirin.

Gotubêj û govenda lîstikvanan heya derengiya şevê berdewam dike

Lîstikvan piştî xwarinan qadê paqij dikin û dest bi sohbetan dikin. Di sohbetan de jî hesesiyeta kurdî jî heye ku dema kes bi kesek din re bi zimanek cuda diaxive, li rastî pirsa; "Heval tu kurdî nizanî?, Ji kerema xwe bi kurdî biaxive" tên. Hemû nîqaş û gotûbêjên ku tên kirin jî bi kurdî tên kirin. Her wiha di nav rojê de gelek musabaka çêdibin û her çiqas musabakayên ku di navbera jinan de bi aramî derbas bibe jî lîstikên mêran hinek bi hêrs derbas dibin. Lê ev hêr heta piştî vegera qadê dimîne û dema lîstikvan vedigerin qadê bi hev re karên ku dikeve li ser milên wan dikin. Lîstikvanên ku di nav rojê rakîbên hev û du ne li qadê jî wek hevalên hev bi awayek tevlîhev lîstikan dilîzin.

Piştî lîstikên di nav rojê de lîstikvan vedigerin qadê û beşdarî çalakiyên cur bi cur jî dibin. Her şev komek muzikê derdikeve platforma ku hatiye avakirin û lîstikvan stresa ku lîstikan de dijîn bi govendan li ser xwe diavêjin. Her tîm bi sloganên xwe dide ber hev du û demên balkêş derdikevin holê. Bi qedîna konseran govendgerandin naqede û bi stranên ku tên gotin dest bi govendgerandinê dikin. Her wiha bi êvaran hin fîlm jî tên temaşekirin. Piştî fîlman nîqaşa di navbera lîstikvanan de jî ji çavan nareve û nîqaş vedigerin perwerdehiyek navxweyî.

(bd)


Bêjeyên Miftehî