1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevalê wî ew şiband Diyap Axa
Hevalê wî ew şiband Diyap Axa,hevalê,wî,ew,şiband,diyap,axa

Hevalê wî ew şiband Diyap Axa

A+ A-

Kemal Bûrkay di 30 salên xwe yên dawiyê de bi zimanê dewleta Tirk, li hemberî PKK’ê xebat meşand û niha jî xwe avêtiye ber bextê AKP’ê û xizmeta wan dike. Bûrkay niha ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derdixin çapemeniyê, tenê ji ber dijbertiya wî ya li hemberî PKK’ê ye. Lê gelek pirsên der barê boriya Kemal Bûrkay de yên nehatine bersivandin hene.

Bûrkay ji bo rûreşkirina tekoşîna azadî ya Kurdan a siyasî û çekdarî mil daye milê AKP’ê. Lê belê, hin pirs hene ew bi xwe jî jê direve. Hin pirs û îdîayên ku Parlementerê berê yê SHP’ê Îbrahîm Aksoy, ku berê hevalek nêzîk ê Bûrkay bû, heta niha bê bersiv mane.

ŞIBAND DIYAP AXA

Aksoy ê ku berê yek ji kadroyên PSK’ê bû, di nivîsa xwe ya ku di malpera Navkurd de hatiye weşandin de, wiha dibêje;

-Tu yê di hemû jiyana xwe ji bo avakirina Kurdistaneke Serbixwe xeyal bikî, lê piştre jî li gorî protokolên dewletê li balafirgehê bê pêşwazîkirin. Ev pêşwazîkirin, hinekî dişibe dema ku Mustefa Kemal di sala 1920’ê de li Gara Enqereyê Diyap Axayê Dêrsimî pêşwazî kiribû. Di dema vê pêşwazîkirinê de projeyên tunekirina Dêrsimê di serê Mustefa Kemal de hebûn, lê kes nikare bêje heman proje di serê Erdogan de tune ye.

- Her çendî di çapemeniyê de bêjin 31 salê xerîbiyê lê titşek wiha tune ye. Bûrkay di dema 12’ê Adar û 12’ê îlonê de bi daxwaza xwe çû derveyê welêt. Heta niha dadgehên Tirk tu cezayê girtîgehê nedane Bûrkay. Di sala 1974’ de ji ber endamên sazkar ên TKSP’ê dozek li Bûrkay hatibû vekirin. Ji vê dozê îfade dabû dozger(…)

- Ka em binêrin, ka dê Bûrkay çiqas sûdê bide hewldanên tunekirina PKK’ê, raperîna Kurdistanê û bêdengkirina Kurdan ya ji aliyê Erdogan ve, ji ber ku hêviya Erdogan ji wî ev e.

BURKAY: PIRSGIRÊKA KURD NE PIRSGIRÊKA YEKEMÎN A TIRKIYEYÊ YE

-Gotinên bi îbret ên Bûrkay di rojnameya Zamanê de hate weşandin, ji aliyê her kesê ve hate xwendin. Dibêje “Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka yekemîn a Tirkiyeyê ye.” Ha, ez li vir ji bo Bûrkay li çepikan dixim, ji ber ku kûrahiya rûh û giyanê xwe de aniye zimên. Mirove encex dikare ewqas zelal û aşkere behsa xwe bike. Bravo…..! Ji xwe Erdogan ji ber van nêrînên Bûrkay her tim li pey wî bû, her tişt baş hate famkirin.

- Erdogan; Fikirinên wî ku berê aşkere kiribû û nêrînên wî yên li dijî Barzanî jî baş dizane, dixwaze feydeyê ji van ramanên Bûrkay werbigire. Ji ber ku pêwîstiya siyaseta Tirkiyeya niha bi nêrînên hêja yên Bûrkay heye. Nivîsa wî ya di sala 1977 de nivîsa bi navê “BELGEYÊN XIYANETEKÊ” ku di kovara Ozgurlugun Yolu de hate weşandin Mele Mustefa Barzanî bi xiyanetê sucdar dike û keyfa Erdogan ji Bûrkay re tê.

- Bûrkay berê gotiye ‘Bi kesekî ku li Tirkiyeyê parlementeriyê bike re şeref namîne’ û dibêje, “Bi xwe dema ku hê parêzerekî xort bû, di hilbjartinan de ji lîsta TİP’ê, li Dersîmê, berendamê parlementeriyê (bêşerefiyê) bû, Dersîmiyan bêşerefî jî jê re zehf dît û dengên xwe nedanê”.

- “Ew di nûçeyeke malpera Rizgarî Onlineê de dibêje, ‘Beriya ku Derbeya 12’ê Rezberê çêbe, MİT’ê Abdullah Ocalan derxiste derve’. Baş e, gelo tu jî hem beriya ku 12’ê Adarê, hem jî beriya ku 12’ê Rezberê biqewime derneketî derve? Em bibêjin Apo wisa derket, lê tu çawa derketî derve?”

- “Mirov ji her tiştî bêtir jî dixwazin vê yekê bizanibin. Der heqê Apo de qala ew qas tiştî dike, serên mirovan tevîhev dike. Xuya ye Apo di xewa wî de jî vî zilamî aciz dike.”

- “Te di sala 1995’an de gote min, “heke tu bi ya biryara partiyî ya li Enqereyê hatî wergirtin bikî û vegerî, me jî biryara partiyî wergirt, di sêrî de ez, wê partiyî giş vegerin.”

- “Ez sercem ji ber 86 dozan dihatime darizandin, cezayê min ê hepsê yê 6 salan jî hatibû dakokîkirin, min bi ya biryara partiya xwe kir, ez vegeriyam û li balafirgehê hatim destgirkirin, rast berê min dane girtîgehê. Te û hevalên te bi ya biryara we bi xwe wergirtî nekir, we çiv da xwe û hûn li ser biryara we bi xwe wergirtî rûniştin. Di pey re jî, te ji cimaeta xwe re got, me biryara vegerê wernegirtiye. Te hingê xwe biçûk jî kir û got, li te nagerin.”

BAREGEHA 500 KESÎ BELAV KIR, BAZ DA ÇÛ SWÊDÊ

- “Vî kesî piştî 12’ê Rezberê, li çiyayên Kurdistana Başûr baregehek ava kir. Di nava demeke kin de, li derdora xwe zêdetirî 500 ciwanên Kurd civand. Ev jimar her ku diçû zêdetir dibû. Ji ber ku ciwanên Kurd ji ber Cûntaya Kenan Evren direviyan û bi tenê dikaribûn li wê derê bi cî bibin. Hemû pêdivî jî dihatine dayîn. Lê rojekê vî kesî fîqa xwediyê xwe bihîst û got: “Va ye ez diçim Swêdê, kî dixwaze biçe kû bila biçe.” Bi vî awayî baregeha 500 kesî belav kir, wî bi xwe baz da çû Swêdê. Wê hingê pirr kêm kes li derdora Apo hebûn. Pişt re Apo ev kesên te belav kirî kom kir û wisa lê hat. Dema ku tu êrîşî Apo dikî, gelo tu van qet nahizirî?”

WÎ 3 KES DANE KUŞTIN

- “Piştî vê bûyerê, ev kes dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê û dest bi civandina ciwanan kir. Lê bi mehan li vir ma, tiştek jî nekir. Ji ber ewaretiya xwe, hindek ciwan ji kampê da revandin. Wî jî sê ciwanên reviyayî da girtin û ew dane ber gulleyan. Yek mir, her duyên din jî birîndar bûn. Karekî din ê vî kesî bi serkeftî kirî ev bû. Jixwe pêwîst nake ez ya yekem bibêjim, lê her tim hewil da rewşenbîrên Kurd bê bandor bihêle. Jixwe piştî vê bûyerê vegeriya welatê xwe Swêdê. Gelo gava ku te ciwan dane ber gulleyan, te ji wijdana xwe re çi got?”

PEYWENDIYÊN LI GEL BAYBAŞÎN

- “Êdî zelal dibe çi qasî peywendiyên Huseyn Baybaşîn ê ku niha li Holendayê girtî ye bi Ergenekonê re û têkiliyên wî di çi astê de bi MİT’ê re hene. Gelo ew têkiliyên te bi bazirganê tilyakê, Huseyn Baybaşîn re çi ne? Jixwe te ev yek ji Kurdên welatparêz ên peywendiya te pê re heyî re, li gorî dilê xwe, ji wan re vegotiye. Êdî vê jî bibêje.”

EZ Ê PEYWENDIYÊN LI MELETÊ EŞKERE BIKIM

- “Heke hinekî wêrek bî, behsa van têkiliyan bikî, ez ê jî tiştên dema tu li Enstîtuya Gundan a Argayê, yên li semta Akpinarê ya Meletê bi serê te hatî bi zelalî ji her kesî re behs bikim.”

ANF NEWS AGENCY