1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevdîtina BDPê bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê re
Hevdîtina BDPê bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê re,hevdîtina,bdpê,bi,serokê,parlamentoya,kurdistanê,re

Hevdîtina BDPê bi Serokê Parlamentoya Kurdistanê re

Heyata BDP'ê bi Serokê Parlementoya Kurdistanê re hevdîtin pêkanî

A+ A-

Heyeta BDP’ê dûh di saetên êvarê de li ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin bi Serokê Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin pêkanî.

Heyeta BDP’ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’yê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk di hat, ji bo nameya duyemîn ya Ocalan bigihînin berpirsiyarên KCK'ê çûbûn Qendîlê û pîştî ku name radestî berpirsiyarên KCK’ê kirin duh saet di 21:00’an de hatin Hewlêrê. Piştî ku heyeta BDP’ê duh bi Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîn saet di 18:30’an de bi Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz re li avahiya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hevdîtin pêkanî.

Hevdîtina ku ji çapemeniyê re tenê demek kurt vekirî hatî kirin de, Serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayîz keyfxweşiya xwe ji bo serdana heyeta BDP’ê nişanda. Bayîz di axafitina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatiye destpêkîrin pir girînge û wiha got: "Pêvajoya ku li ser bingehê aştiyane ya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyê hatiye destpêkirin, di çareseriya pirsgirêkê de pêngavek girînge. Ji bo vê jî em bi keyfxweşî pêşwazî dikin û heta dawiyê em piştgiriyê bidîn vê pêvajoya dîrokî." Bayîz da zanîn kû Herêma Federal a Kurdistana Başûr ji bo ku pirsgirêka kurdên Bakûrê bi riyên aştiyane çareser bibe her tim di nava hewildanan de bûne û têkoşîna wan her tim ji nêz ve bi baldarî dişopînin û wiha axivî: "Kurd ji dewleta Tirk cûdabûnê, rakirina sinoran û serbixwetiyê naxwazin. Berevajiyê wê dixwazin mafê kurdan bên naskirin û bi gelên Tirkiyê re di nava aştî û wekheviyê de bijîn. Lewra em ji vê pêvajoyê gelek bihêvîne ku gelê kurd bigihije azadiya xwe û wê jibo gelên herêmê di riya jiyana azad û wekhev de pêşengtiyê bike. Ji ber vê serdana şanda BDP’ê bi keyfxweşî pêşwazî dikim û dibêjim ev hevditine wê bibe parçeyek ji bihêzkirina û pêşxistina pêvoja aştiyane ya çareseriya pirsgirêka Kurd ya Tirkiyê.”

Piştî kû hevdîtin heyata BDP’ê û Bayîz bi dawî bû li ser mijara hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ne hate dayîn.

(wd-ad/bd)