1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevdîtina peymana li dijî Kurd îro ye
Hevdîtina peymana li dijî Kurd îro ye,hevdîtina,peymana,li,dijî,kurd,îro,ye

Hevdîtina peymana li dijî Kurd îro ye

Li Franseyê hevdîtina ji bo peymana li dijî-Kurd îro ye

A+ A-

Peymana hevkariya berfireh ya ku di navbera Franse û Tirkiyeyê de dê îro ji aliyê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlementoya Franseyê ve bê gotûbêjkirin. Her wiha ji bo betalkirina peymanê li ser malpera tevgera welatiyên navneteweyî Avaaz.org kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

Ji bo betalkirina peymana ewlekariyê ya ku 7’ê cotmeha 2011 di navbera Enqere û Parîsê de pêk hat û tebaxa 2012 de pêşkêşê Meclîsa Frensîhate kirin li ser înternetê kampanya hate destpêkirin. Di nivîsa kampanyayê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê di girtîgehan de bi hezaran girtiyên siyasî, rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, xwendekar, parêzer û kesên hatine hilbijartin hene.

Di metna kampanyayê de hate destnîşankirin ku di peymanê de tu pênaseyeke ya “terorîzmê” tune ye û ji bo şîrveyan vekirî ye.

Beriya niha jî Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ji bo ku peymana hevkariya ewlehiyê ya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de li dijî Kurdan hatiye îmzekirin betal bibe, kampanya da destpêkirin. PCF, bang li Enqereyê kir ku divê hemû girtiyên siyasî berdin.

PCF’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser biryara dadgehê ya derbarê xwendekara kurd-fransî Sevîl Sevîmlî û got; “Ev serkeftineke yekem û rast e. Ji bo Sevîmlî bê berdan ev bi mehane bû li Fransayê kampanya dihat meşandin.