Hevdîtinên li Hewlêrê bi encam bûn
HEWLÊR 24.12.2013 07:07:14 Hevdîtinên ku di 17’ê Kanûnê de li Hewlerê destpêkirîn şevê din bi dawaî bûn. Îlham Ehmed di dawiya hevdîtanan de da diyar kirin ku hemû biryarên hatîn diyar kirin, bi rêzdariya şehîdên Rojava û deydariya malbatên wan re hatîne girtin, wê deriyên Sinore Sêmalkan ji bo alîkariya mirovî û pêdiwîstiyên gel bên vekirin. Ehmed wiha ragihandin; “Eger li Cenevre de rewşa Kurdan neyê nîrxandin, dê Kurd boykot bikin.” Li gorî agahiyên bi dest ketîne wê her dû meclis bi civînekî çapemeniyê nêrînên xwe di derbarê encamên hevdîtinan de ragihînin. Hevdîtinên di navbera Meclisa Gelê Rojava (MGRK) û Encûmena Nîştimaniy a Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) de di 17’ê Kanûnê de destpêkirî bûn. Endamên MGRK’ê di destpêkê de bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hatin çem hev, pişt re jî bi nûnerên El Partî, Yekitî, El Wahde, Partî Azadî û Partiya Peşverû hatin çem hev. Ji ber sedemên nîrxandinên di nava ENKS’ê de hevdîtinên wan hefteyekê dom kirin. Di dema rojên hevdîtin di hatin domandin de hatina Endamê Koalisyona Netewiya Sûriyeyê Ahmed Cerba ya Hewlêrê jî wek yekekiyê asteng bike di hat nîrxandin. Ji berî civînê di daxuyaniya ku ji aliyê KCK’ê ve hatî dayîn de dabûn diyar kirin ku ‘Em desteka tan didinê’ û wiha hatibû gotin; “Eger di vê civînê de di derbarê beşdar bûna civîna Cenevre de xwedî yek helwestin û rêveberiya demî ya şirîk bê xurt kirin, wê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û demokrasîkirina Sûriyeyê de rolekî sereke bileyîze.” Endamê Rêberiya Desteya Rêveberiya KCK’ê Mûsrafa Karassûı jî dabû diyar kirin ku PKK û PDK’ê li ser navê 4 sergotan de li hevkirî ne û da bû diyar kirin ku ji bo astengiyên li Rojava ji rabin, di çarçoveya yeketiya netewî de çareserî dîtin, di vê bi helwestekî hevbeş beşdî Cenevreyê bibin.