1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevseroka KNKê: Pirsgirêk di pêvajoyaçareseriyê de ye
Hevseroka KNKê: Pirsgirêk di pêvajoyaçareseriyê de ye,hevseroka,knkê,pirsgirêk,di,pêvajoyaçareseriyê,de,ye

Hevseroka KNKê: Pirsgirêk di pêvajoyaçareseriyê de ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç diyar kir ku hinek hêz dixwazin yekîtiya netewî parçe bikin, wekî di navbera KCK û PDK-Î de şer hebe nîşan didin. Koç wiha got: “Dixwazin sûd ji vê wergirin. Divê hemû gelê kurd li hemberî hewldanên ku dixwazin di navbera kurdan de şer çêbibe, hestyar tevbigerin.”

Hevseroka KNKê Nîlûfer Koç derbarê aloziyên ev du rojin di navbera PKK û PDK-Î de rûdidin, ji RojNewsê re axivî. Koç wiha got: “Hin hêz hene dixwazin di nava gelê kurd de şer çêbikin. Di van rojên dawiyê de hin hêz hene dixwazin yekîtiya netewî xirab bikin, herwekî di navbera KCK û PDK-Î de şer hebe, tevdigerin û dixwazin sûd ji vê yekê bigirin. Lê ya rast tiştek teknîkiye di navbera wan hêzan de rûdide û di pêvajoya çareserkirinê de ne. Hewldanên di navbera kurdan de şer hene, ji aliyê gelê me ve bi awayekî hestyar hatine vala derxistin.”

Divê rihê yekîtiya netewî bê avakirin

Nîlûfer Koç destnîşan kir ku divê gelê kurd bi rihê yekîtiya netewî tevger bike û wiha pêdeçû: “Ji bo pêşerojek azad a gelê me, firsendekî dîrokî hatiye bidestxistin. Li aliyekê li hemberî faşîzma DAIŞê qehremaniyek heye, li aliyê din jî di qada navneteweyî de ji bo mafê çarenivîsê rojevekî siyasî ya ciddî heye.”

Hevseroka KNKê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ev firsend dikarin bi rihê yekîtiya netewî bigihin serkeftinê. Yekîtiya netewî ji bo kîjan dema pêwîste mirov bêje, ‘Em hemû ji bo yekê û yek ji bo hemûyan.’ Em hemû bi hev re, Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava bi rihê yekîtiya netewî ji bo Kobanê, me xwe ji bo Kobanê kir yek û Kobanê serkeft!’ Divê îro em hemû xwe ji bo Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava bikin yek, ji bo dengê gele me û gelên bidest, HDP di hilbijartinên 7ê Hezîranê de serbikeve. Ji ber serkeftina HDPê, serkeftina me hemûyan e. Herwiha ger HDP derbasî parlamentoyê bû, wê siyaseta Tirkiyê ya zext û gefan a li ser Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava veguhere siyaseteke aştiyane.”

Divê di rojeva Kurdistanê de serkeftina HDPê hebe

Nîlûfer Koç destnîşan kir ku divê niha di rojeva Kurdistanê de hilbijartinên li bakûrê Kurdistanê û serkeftina HDP di van hilbijartinan de bidestbixe hebe.

Hevseroka KNKê Nîlûfer Koç bang li gelê kurd û çapemeniya kurd kir ku di rojeva wan de xebatên hilbijartinê yên HDPê hebin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Kesên yekîtiya gelê me û hêzên Kurdistanê ji bo xwe metirsîdar dibinin, dixwazin bi rojevên bi vî awayî yekîtiya me xirab bikin. Berî hemûyan divê dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê, gel û partiyên siyasî vê rastiyê bibinin. Divê niha rojeva serekî ya Kurdistanê, xebata HDPê ya bi dirûşmeya ‘Em hemû ji bo hemûyan’ li ber çavan bigirin. Îro hêviya Hewlêr, Mihabad û Qamişloyê, qezenca HDPê ya li Amed û Enqereyê be.”

(mo)