Hevseroka Meclîsa Damezirîner nexşerê vegot
GIRKÊ LEGÊ – Hevseroka Meclîsa Damezirîner e Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf, nexşerêya îlankirina sîstema federal vegot.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner e Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf, piştî civîna Desteya Rêxistinî ya Meclîsê ku di 23-24’ê Adara 2016’an de li Dêrikê hate lidarxistin û duh (26 Adar) encamnameya wê hate eşkerekirin, li ser nexşerêya Meclîsê ji ANHA’yê re axivî.
Hediye Yusuf, bibîr xist ku Desteya Rêxistinî di civîna xwe de 4 komîteyên bi navê “Komîteya Dîplomasî, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Hevpeymana Civakî û Komîteya Xebatên Civakî” hatine avakirin. Hediye Yusuf da zanîn ku komîteyên hatine avakirin jî piştre li hev kombûne û plansaziyên xwe derxistine.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner da zanîn ku komîteyên wan dê li ser mijarên xwe li derve û hundir danasîna sîstema federaliya demokratîk bikin û amadekariyên îlankirinê bikin.
Hediye Yusuf anî ziman ku Komîteya Xebatên Civakî plansazî derxistiye ku li hemû bajaran bi gel re civînan lidar bixe û nêrîn û pêşniyarên wan ên li ser şekle rêveberiyê de bigirin. Hediye Yusuf, got ku piştî avakirina Meclîsa Damezirîner jî li gelek gundên herêma Girê Sipî û Girkê Legê ev civîn hatine lidarxistin û nêrînên gel hatine girtin.
‘Reşnivîsa hevpeymanê dê bê çêkirin’
Hediye Yusuf destnîşan kir ku Komîteya Hevpeymana Civakî jî li ser amadekirina hevpeymana civakî ku dê mafê hemû pêkhateyan biparêz e, xebatan dimeşîne. Heyide Yusuf got ku ji bo amadekariya hevpeymanê dê serî li nêrîna hiqûqnas û kesên pispor bê dayîn. Yusuf anî ziman ku komîte dê heta 6 mehan reşnivîsê amade bike û pêşkêşî Meclîsa Damezirîner bike.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner li ser nêrîn û nirxandinên hêzên navnetewî û rejîma Baas ên li ser Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê jî axivî û diyar kir ku projeya wan gelekî deng vedaye û ev jî di civîna wan a Desteya Rêxistinî de baş hatiye nirxandin. Hediye Yusuf got ku ev sîstem ji aliyê xwecihên Suriyeyê bixwe ve hatiye amadekirin û dê ji aliyê wan ve bê pêkanîn.
Hediye Yusuf got ku ji bo pêkanîna vê sîstemê pêdivî bi kar û xebatek zêde heye û ev jî dê bi beşdarî û alîkariya hemû pêkhateyên herêmê pêk were. Hediye Yusuf da zanîn ku tevî gelek astengî û hewldanên astengkirina hinek hêzan jî, ev proje dê bi serkeftî pêk were.
(dm/a)
ANHA