Hevseroka Tevgera Azad: Tevgera me hêviya azadiya jinên Başûr e
SİLÊMANÎ/ ROJ NEWS Kongreya damezrandinê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan, 17’ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê pêkhat. Di kongereya damezrandina Tevgera Azadî de gelek biryarên girîng hatin girtin û kongre bi pergaleke nû xwe birêxistin kir. Kongreya ku rolê pêşengiyê da jin û ciwanan bi biryara pargala hevserokatiyê, ferq û cudabûna xwe ji hemû partî û rêxistinên li başûrê Kurdistanê bi salane siyaset didin meşandin jî danî holê. Rol û mîsyona Tevgera Azadî dide jinên başurê Kurdistanê.
Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan Şîlan Şakir ji RojNewsê re li ser armancên damezirandina tevgerek bi vî awayî axivî. Şakir, balkişand ser vê yekê ku tevgera wan wê bibe hêviya azadiyê ya hemû jinên başûrê Kurdistanê û wiha got: “Pirsgirêka ku jin û civak pêre rû bi rû mane û bûye wek qeyranekê, wê bi perspektîfa ku tevgera wan xwe gihandiyeyê çareser bikin.”
Sedemên qeyranên li Başûr nezîkatiyên li hember jinane
Di berdewama axaftina xwe de Şilan Şakir balkişand ser qeyrana başûrê Kurdistanê heyî û wiha got: “Bi taybet li başûrê Kurdistanê qeyranek tê jiyankirin. Sedemên vê qeyranê, nezîkatiyên li hember jinane. Rêveberiya herêma başurê kurdistanê di 23 salên derbasbûyî de ji bona ku jin di civak, siyaset, aborî û parastinê de bibe xwedî rol û misyon ti gav neavêtine. Ji ber vê jin nekariye bibe xwedî vîn, xwedî komîn an jî pergalek serbixwe. Di roja meya îro de jî ev wek pirsgirêkek mezin derdikeve pêşiya me. Li hemû parçeyên Kurdistanê din berxwedanî û tekoşîna jina Kurd mînakeke ji bo hemû jinên cihanê. Kobanê bê şîrove li ber çawane. Hêza parastinê ya jin îro di rojeva hemû cihanê de ye. Lê li başûrê Kurdistanê ji ber pergala heyî jina Kurd nikare reng û dengê xwe derxe holê, bi ferq û cudabûna xwe jiyana civakî saz bike. Ji ber ku pergala heyî bi zihniyeta baviksalarî xwe dide meşandin. Ji bona ku em jina Kurd li başûrê Kurdistanê bibin xwedî hêz û vîn, me wek pergal, nûnertiya hevbeş a jin û mêr wek rêgez esas girt û pergala hevserokatiyê da pêş.”
Rola pêşeng ya jin û ciwanan ye
Şîlan Şakir bal kişand ser pergela hevsorakatiyê û got: “Pergala hevserokatiyê tenê ne nave. Em di wê bawariyê de ne ku jin û ciwan xwedî rolek pêşengin di civakê de. Îro ger ku civak di nava qeyranekê de be, sedema wê dûrxistina jin û ciwanan a ji civakê yê. Rol û mîsyona wan a di civakê de hatiye binpêkirin. Ji ber wê em dixwazin, jinê bi rol û misyonekî ku civakê azad bike derxin pêş. Di aliyê siyasî, aborî û civakî de pewîste jin xwedî îrade bibe. Li başûrê Kurdistanê ji derveyî Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), heya niha ti hêzî xwe bi pergalekî bi vî rengî birêxistin nekiriye. Çi hêz dibe bila bibe ger ku dixwaze bibe bersiv ji pirsgirêkên ku civak pêra rû bi rû dimîne re, wê demê pewîste pêşengiya jinê derxe pêş. Wek Tevgera Azadî me jin bi rol û misyonekî wisa derxistiyê pêş û em ji xwe pir bawerin ku emê di wê hêlê de gavên pir mezin jî bavêjin.
Pergala hevserokatî wê di siyasetê de bi bandor be
Şakir di berdewama axaftina xwe de balkişand ser ked û mirateya jinên başûrê Kurdistanê û wiha berdewam kir; “Jinên pêşmerge dema ku li bazarên Silêmaniyê dimeşiyan, henekên xwe pê dikirin. Lê piştî berxwedaniya Kobanê ev nêrîn hate guhertin. Başurê Kurdistanê jî ji van pêşketina ne dûre. Armanca hêzên DAİŞ’ê, jina ku bûye xwedî vîn û rêxistin e. Dixwazin asta ku jina Kurd xwe gihandiyê ji holê rakin. Ji bona wê jî dest dirêjî jinan dikin. Ji ber ku jin wek namûs tê dîtin. Îro hemû zilam jî li xwe mukir tên ku ‘jin ne namûsa me, lê belê namûsa me diparêze.’ Ez di wê baweriyê de me ku wê tevgera me bibe bersiv ji hemû pirsgirêkên ku jin pêre rû bi rû dimînê re. Di heman demê de wê ji pirsgirêka ku civak jiyan dike re jî bibe bersiv. Em di xwazin jin hîn bêhtir rola pêşengiyê bileyîze. Tevgera me wê bibe hêviya azadiyê ya jinên başûrê Kurdistanê û civaka wê bi giştî. Êdî emê ji wê sistema takperest , desthilatdar û ya ku bûye milkê çend kesên jor re emê bêjin na. Emê xebatên xwe bêhtir berfireh bikin û bibin hêvî. Bi rêxistinkirina jin û ciwanan bibin bersiv ji pirsgirêkan re û daxwaziya civakê.”
Hevseroka Tevgera Azad Civaka Demokrat Şîlan Şakir peyamek pêşkêşî jinên başûrê Kurdistanê kir û wiha dawî li axaftinen xwe anî: “Ew ji vir û şûnde ne bi tenê ne. Bila hêviyên xwe yên azadiyê bilind bikin û li derdora tevgera me ya azadiyê kom bibin. Xwe di bin ban û perspektîfa tevgera me de birêxistin bikin.”
Şilan Şakir sala 1983’an li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di malbatek welatparêz de mezin bûye û di nav tevgerên civakî û siyasî de cih girtiye. 4 salan edîtoriya kovara Tirûske kiriye û wek rêveber di Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ê de bi salan cih girtiye.