Hevserokatiya Cizîrê: Cejna Êzî wê bibe cejna têkbirina çeteyan
Hevserokatiya Herêma Xweser a Cizîrê bi boneya cejna ‘Êzî’ daxuyaniyek da û cejina Êzî li hemû êzdiyan û mirovahiyê pîroz kir
ANHA - AMÛDÊ – Hevserokatiya Herêma Xweser a Cizîrê bi boneya cejna ‘Êzîd’ a kurdên êzdî daxuyaniyek da û cejina Êzîd li hemû bawermendên ola êzdiyan û mirovahiyê pîroz kir û diyar kirin ku cejana Êzîd wê bibe cejna aştî û têkbirina çeteyan.
Di daxuyaniyê de êrîşên komên çeteyên hov ên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Şengalê hatin şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “Êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê ku li dijî herêma Şengal pêk hatin û kuştin, talankirin û revandina jin û zarokên êzdî li dijî hemû mirovahiyê ye. Çeteyan gelek cihên pîroz û gund jî tune kirin. Bi vê yekê dixwazin berxwedan û vîna azad a gelê Kurd a li dijî terorê bişkînin.”
Êrîşên Şengalê komkujiya mezin a sedsala 21'ê ye
Di berdewama daxuyaniyê heta gotin ku komkujî û êrîşên li dijî kurdên êzdî pêk hat li dijî mirovahiyê ye û wiha hate domandin: “Êşa Şengalê komkujiya li dijî mirovahiyê ya sadsala 21'ê û dîroka mirovahiyê ye. Tevlî hemû rewşên zor û zehmet ku gelê me yê êzdî hîn cejna Êzîd pîroz dikin. Gelê me bi vê yekê nameyê didin hemû mirovahiyê ku ew ê heta dawî li dijî hêzên tarî ku çeteyên DAIŞ'ê nûnertiyê wê dikin wê derkevin. Her wiha wê koka hêzên teror û tarî û çanda wan ji ser erê bê rakirin.”
'Êrîşa Şengalê binpêkirina rumeta hemû kurdan e'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên Şengalê li dijî hemû gelê kurd û rumeta gelê Şengalê rumet û şerefa hemû gelê Kurd e û ev tişt hate gotin: “Çeteyan bi êrîşên xwe yên li dijî Şengalê xwestin rumet û hebûna gelê Kurd binpê bikin. Ango êrîşên wan li dijî hemû gelê Kurd û mirovahiyê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de cejna êzîd li hemû êzdiyên Kurdistanê û derve hate pîrozkirin û ev tişt hate gotin: “Wê cejna Êzîd bibe cejna aştî û biratiya di nava hemû pêkhateyên herêmê de. Em bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de herêmên me azad bibin û gelê me yên koçber vegerin mal û gundên xwe û xeterî û tariya çeteyan ji hemû herêmê dûr bikeve.”
(ie)