Hevserokatiya serdema nû hat hilbijartin
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
15. Civata Giştî ya KNK’ê di roja xwe ya sêyemîn de li Brukselê berdewam dike.
Civata Giştî di beşa duh êvarê ya kombûna xwe de, ji bo hevserokatiya serdema nû ya KNK'ê Nîlufer Koç û Rebûwar Reşîd hilbijart.
15. kombûna Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariya bi sedan endaman di roja duyemîn de dewam kir. Doja duyemîn a kombûnê ku gelek nîqaş hatin kirin û peyam hatin dayîn, bi merasîma sondxwarinê ya 276 delegeyan destpê kir. Piştî merasîmê Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, rapora xebatê ya salekê xwend. Di raporê de xebatên KNK'ê yên di navbera partiyên li Kurdistanê de meşand û karên li qada navneteweyî, hatin vegotin. Dûre partî û delegeyên endamên KNK'ê, li ser raporê nêrînên xwe anîn ziman.
Di encama nirxandinan de hat ragihandin ku sala 2014'an ji bo Kurdan saleke tarî ye û hat destnîşankriin ku bi taybetî komkujiya li Şengalê hat kirin û êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê, ji ber nebûna yekîtiya Kurdan e. Tevî vê rewşa neyînî jî, berxwedana YPG û YPJ'ê ya li Rojava, bidestxistina ruhê yekîtiyê li dijî DAIŞ'ê, weke rewşeke erênî û divê bê pêşxistin hat nirxandin.
Piştî xwendina rapora xebatê, hilbijartin hat kirin. Di kombûna civaka giştî ya ku 176 delegeyan dengê xwe bi kar anîn de, ji bo dema nû Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd weke Hevserok hatin hilbijartin. Tahîr Kemalîzade yê li pîvana du serdeman a ji bo hevserokatiyê aliqî, ji bo Konseya Rêveber a KNK'ê hat hilbijartin. Tevî Kemalîzade ji bo Konseya Rêveber a ji 15 kesan, nûnerên saziyên Êzidî, Asûrî-Suryanî û Kurdên Feylî jî cih girtin. Di rûniştina îro ya 15. Civata Giştî ya KNK'ê de, piştî hilbijartina 'Desteya Dîwana Navberê' tê payîn ku li ser rewşa li Kurdistanê gelek biryar bên wergirtin. Kombûna Civata Giştî, li dû wergirtina biryaran wê bi dawî bibe.