Hevserokê KCK’ê: Tirkiyê sûd ji agirbesta me wergirt
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik pêvajoya agirbestê, rewşa partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê, lidarxistina kongreya netewî, bi dawîbuna agirbestê û despêkirina şer û rewşa Kobanê nirxand
ŞOREŞ MİSTEFA
QENDÎL / ROJ NEWS Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik pêvajoya agirbestê ya ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan ve hatî destpêkirin, rewşa partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK, lidarxistina kongreya netewî, bi dawîbuna agirbestê û despêkirina şer û rewşa Kobanê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik beriya ku bersiva pirsên ajansa me bide, pîrozbahiya ajansa me Rojnews kir û got ku ji bo li başûrê Kurdistanê ajansek nû pêşdikeve pîroz dikim û ji xebatkarên wê re serkeftinê dixwazim. Bayik wiha got; “Bi rastî pêwîstiya gelê me yê başûrê Kurdistanê bi ajansek wisan heye, ez di wê baweriyê deme ku wê ev ajans exlaqê ragihandinê ji bo xwe bingeh bigre û erzanî nêzîk nebe.”
Beşa Yekemîn
Ji bo çi pêvajo gihişt vê astê?
Cemil Bayik: Li bakurê Kurdistanê pêvajoyeke du alî nehatiye destpêkirin, herdem yek alî bû û ew jî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Li rexmê zorî, zehmetî, provakasyon û astengiyên dewleta Tirkiyê jî Rêber Apo ev pêvajo yek alî pêşxist. Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên siyaseta demokratîk çareser bibe û pêvajoyê bigihîne muzakereyan, israr kir û tehemûla gelek tiştan kir. Ev yek jî sedemê wê ew bu ku rêber Apo bi tevgera xwe û gelê xwe bawer dikir.
Me xwest em zemînê mûzakereyê ava bikin
Dewleta Tirkiyê tiştek qebul nekir û pêknanî, lê mesele ne yek aliye. Me heya niha 9 caran yekalî agirbest îlankir, herî dawî jî di Newroza 2013’an de ne tenê agirbest pêşxist, me dîlên dewleta Tirkiyê berdan, şer rawestand û vekişîna gerîlla çêbû. Herkes dizane ev pêngav pêwîste dibin çavdêriya aliyek yê sêyan de hatiba avêtin û îmzekirin ji bo ku bikeve meriyetê. Li rexmê aliyê sêyan yê çavdêriyê jî nebû û tiştek nehatibu îmzekirin jî, me ev pêngavên girîng avêt. Armanc ew bû Rêber Apo di xwest zemînê muzakereyan ava bike. Ji ber ku êdî tişta bi diyalogê hatiba çareserkirin çareser bû, ger êdî diyalog berdewam buya wê wateya xwe nemaba. Lê Rêber Apo di nava hemû zorî û zehmetiyan de gavên yek alî avêt û zemînê muzakereyê da avakirin. Rêber Apo di xwest dewlet û hikûmeta Tirkiyê jî bikêşe nava vî zemînî ku muzakere hebe û pirsgirêk çareser bibe.
Dewlet û hikûmeta Tirkiyê pêngav ne avêt
Dewlet û hikûmeta Tirkiyê pêngav ne avêtin, herdem bi axaftinê hêvî çêkirin, xapandin çêkirin û dixwestin gavên ku Rêber Apo avêtî vale bihêlin. Bernameyên xwe ne di şandin, ji ber ku bernameyên ku wan çêdikirin tenê ji bo îxtidariya xwe dewam bikin û hilbijartinan qezenç bikin bû. Bi vê re di xwestin pirsgirêka Kurd bikin qurbanê hilbijartinan û li ser desthilatdariya xwe bi meşînin. Ji bo vê yekê êdî me got bi zorî, zehmetî û şantajan me pêvajo anî vê astê û me got êdî bi vî şeklî nameşe. Me şertê muzakereyê da diyarkirin û me got, ger hun dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, wê demê pêwîste hun muzakereyê qebulbikin.
Me şertên xwe ji wan re gotin
Ji bo muzakere pêşbikevin, pêwîste şertên Rêber Apo bi hatina guhertin, pêwîste azadiya Rêber Apo çêbibe daku bikare kar bike. Ji ber ku gelê me û tevgera me Rêber Apo ji bo muzakereyan da diyarkirin, ji bo wê pêwîst bû şert û mercên rêbertiyê bihatina çêkirin. Ji roja Rêber Apo dîlhatî girtin heya niha tenê guhertinek çêbûye, ew jî heyeta HDP’ê mehê carekê diçe ligel Rêber Apo. Lê dewlet û hikûmeta Tirkiyê mudaxeleyê vê şandê jî dike û li gorî xwe digotin, bila ev kesane biçin hinekan jê derdixistin. Dewleta Tirkiyê hem şanda xwe û hem jî ya me dida diyarkirin, di cîhanê de tiştek wisan nîne.
Ji ber ku di cîhanê de pirsgirêk herdem bi çavdêriya aliyê sêyan çareser dibin, ji bo wê yekê me ji dewletê re got, pêwîste aliyê sêyan yê çavdêriyê hebe. Ji ber ku aliyê sêyan nebe, ne mimkûne pirsgirêk çareser bibin. Me tu sazî yan jî dewlet diyar nekir, me hemû derfet dan pêşiya wan û me ji wan re got, ji bo aliyê sêyan yê çavdêriyê, hun dixwazin bila dewlet yan jî saziyek navnetewî be, yan jî hun bixwazin bila parlamenterên Tirkiyê, saziyên medenî yên Tirkiyê bin. Me got, dema em rast nêzîkî pêvajoyê nebin yan jî hun rast nêzîk nebin yan jî kî naxwaze pirsgirêkê çareser bike, bila ew diyar bikin.
Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayîk û hevkarê me Şoreş Mistefa Me ji wan re got, pêwîste em şanda xwe dirûst bikin û Tirkiyê jî şanda xwe dirûst bike, hêjmar yek be û ev şandane di şertên azadî de runin û muzakereyan bikin. Lê dewleta Tirkiyê heya niha ev şertane ne pejirandiye, herdem propaxandayê dike. Dibêje pêvajo başe, pêşdikeve, gelek kêm maye bigihe encamê. Dewleta Tirkiyê bi vî rengî dixwaze hêviyê ji gel re çêbike, lê di rastiyê de xapandine û di pratîkê de jî tiştek tuneye. Ev şerekî psîkolojîk yê taybete ku li dijî rêbertî, gel û tevgera me tê meşandine. Asîmlasyon û qirkirina çandê hêjî berdewame, çêkirina qereqol, bendav û rêyên leşkerî hêjî dewam dikin. Çetetiyê zêde dikin û yek ji vane nabe şertê agirbestê.
Tirkiye naxwaze pirsgirêk bi rêyên siyasî çareser bibe
Dewleta Tirkiyê tenê operasyonên mezin dane rawestandin, hêjî balafirên keşfê radike. Dewleta Tirkiyê ji agirbestê sûd wergirt, alîkariya DAIŞ’ê kir û mezinkir. Bi vê alîkariyê şer li rojava mezin kir û komkûjiyan li ser gelê me dide meşandin. Ev yek dide diyarkirin ku dewleta Tirkiyê naxwaze pirsgirêk bi rêyên siyasî çareser bibe û armanca dewletê tunekirina Kurdane. Tirkiye ji banga Rêber Apo ya ku di Newroza 2013’an de hatî kirin, sûd wergirt. Dibêjin, Rêber Apo li ber çavê hemû cîhanê îlankir ku wê pirsgirêk bi rêyên siyasî çareser bibe. Dewlet dibêje bi vê yekê jî em çareser nakin, ji xwe ew jî nikarin dest bi şer bikin û gerîla bimeşe. Ji bo wê dewleta Tirkiye çareser nake, tenê hêviyên xapandinê ji bo gel û raya giştî di de avakirin. Bi vê yekê armanca dewleta Tirk ne çareserkirine têkbirine, xapandine û bi asîmlasyonê tinekirina Kurdane. Pêvajo êdî yek alî nameşe
Bi taybet piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê rastiya dewleta Tirkiyê derket holê. Bi vê yekê jî hat dîtin ku dewleta Tirkiyê têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re qut nake û naxwaze pirsgirêk bi siyasî çareser bike, dixwaze pirsgirêk bi şer çareser bike. Ji bo vê yekê dewleta Tirkiyê bingehê agirbestê rakir û pêvajoyê bi dawî kir. Me di xwest em berdewam bikin û wana mecbur bikin daku bên bingehê çareseriyê. Dewleta Tirkiyê vê yekê ji bo me weke lewaziyek dît û pêvajo di aliyê xwe de dawî lê anî. Vê carê hewl dida ka wê çawa tevgera me lewaz û bê bandor bike. Êdî emê di her alî de li hember şer, asîmlasyon û qirkirinê xwe bi parêzin. Ji bo vê yekê wê li hember hemû êrîşan parastina rewa were pêşxistin.
Heger wiha dewam bike bersiv wê hêjî mezintir bibin
Çalakiyên li Bidlîs û Amedê girêdayî têkçûna agirbestê bun yan ne?
Şerê li Kobanê tê meşandin, her çendî li ber çav DAIŞ’e lê di rastiyê de yê ku cesaret, çek û perwerdê dide dewleta Tirke. Dewleta Tirk ne tenê li bakur, dixwaze li rojavayê Kurdistanê jî deskeftiyên Kurda û hêza kurdan yên wê derê ji holê rake. Ji bo wê ye dewleta Tirkiyê DAIŞ rêkir ser Kobanê. Dewleta Tirkiye dixwaze Kobanê bê mirov bihêle, bi destê DAIŞ’ê tank û top kar anî, ji bo wê yekê deriyê xwe vekir û ji gel re got, werin. Ya rastî ewe dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze ji raya giştî re bêje pirsgirêka min a ewlekariyê heye, ji bo wê dibêje pêwîste herêmek tampon were avakirin. Lê di bingeh de armanca vê herêma tampon rojavayê Kurdistanê ye. Dema ev pêkanîn, vê carê wê berê xwe bidin destkeftiyên Kurda û kantonên ku hatin avakirin ji holê rakin. Ger Tirkiyê hê şantaj û tehdîdên xwe dewam bike, wê bersivdayîn dewam bike û ev bersivdayîn wê hêjî mezintir bibe.
Ji despêkirina pêvajoyê heya îro Kurdan û AKP’ê çi qezençkir?
Di vê pêvajoya çareseriyê de hem hikûmeta AKP’ê hem jî gelê Kurd qezenç kir. Eger Rêber Apo pêvajo nedaba destpêkirin û şer dewam bikira, AKP’ê hilbijartin û Erdogan jî serokwezirtiyê qezenç nedikir. Eger pêvajo despênekirba çawa hemû hikumetên berê têkçûn, wê AKP jî wisan têk biçûya, ji bo wê AKP ji vê pêvajoyê sûd wergirt.
Ji ber ku Rêber Apo rewabun qezençkir, dixwestin Rêber Apo ji mirovahiyê qut biki. Wekî Rêber Apo ne rêberê tevgerekê, gel û azadiyê ye dixwestin wisan bidin nîşandan. Dixwestin rastiya ku Rêber Apo û tevgerê di meşand ji aliyê tu kesê ve neyê famkirin û dixestin rêbertiyê bê bandor bikin û heta fizîkî ji holê rakin. Lê belê di Newroza 2013’an de banga rêbertiyê pêşiya vê girt û herkesê dît ku Rêber Apo pêvajoyek yek alî pêşdixe û dixwaze pirsgirêkê bi siyasetê çareser bike. Siyaseta bi salan li hember Rêber Apo didan meşandin hemû têkçûn, herkesê dît ku bê Rêber Apo pirsgirêk çareser nabe. Di derbarê PKK’ê dejî îmajek xirap çêkirbun û xistin lîsteya terorê de, ew biryar bi temamî siyasî bû.
Derket holê ku PKK tevgereke mirovahiye
Li Rojava û Şengalê derket holê ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tevgereke mirovî û azadiyê ye, ne tevgereke terorîste. Bê mafiyek mezin li hember PKK û Rêber Apo çêbûye. Di şexsê PKK û Rêber Apo de bê mafî li hember kurdan çêbuye. PKK tevgerek ya edaletêye, yê ku hemu ol, mezheb û çandan diparêze PKK ye. Bi vê yekê jî PKK îmajek nû pêşxist. Ji bo wê yê PKK xistîn lîsta terorê, niha nîqaş dikin ku derbixin. Hinek ji wan dibêjin pêwîste em PKK’ê ji lîsta terorê derbixin û alîkariya wan bikin. Ji ber ku tenê PKK li hemberî faşîzma DAIŞ’ê radiweste. Bi vê yekê derket holê ku PKK ne tenê tevgerek leşkeriye, tevgereke siyasî, azadiyê, exlaqî û çandê ye. Ji ber ku PKK dixwaze civakek nû, kesayetek nû û jiyanek nû ava bike. Bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya jinê pêşdixe, ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye. Ji bo wê derket holê ku li Rojhilata Navîn tevgera azadî, demokrasî û edaletê tevgera ku Rêber Apo di meşîneye. Bê felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nabe.
Pêwîstiya AKP’ê bi berdewamiya pêvajoyê heye yan ne?
AKP wekî berê dîsan dixwaze pêvajo berdewam bike, daku bikari hilbijartinên parlamentoyê yên 2015’ê qezenç bike. AKP’ê hedefa xwe daniye, ew jî dixwaze heya 2023’an ixtidariya xwe berdewam bike. Ji ber ku 2023 sedsaliya avabûna komarê ye. Di dîrokê de herdem dagirker hemû gemariyên xwe dixin ser pişta bindestan û yê ku li dijî wan tekoşîna azadiyê dikin. AKP jî dixwaze vêyekê bike.
Ger pêvajo bi vî awayî dewam bike, asta tekoşînê wê çawa be?
Ew girêdayî dewlet û hikûmeta Tirkiyê ye, ger dewleta Tirkiyê heqaret, şantaj û tehdîtên xwe dewam bike û bi wî awayî bixwazi gelê me ji holê rake, emê li hemberî wê bi her awayî rawestin. Ev ne tenê bi gerîla wê bi serhildanên gel û çalakiyên cuda jî pêk were. Tirkiye îro di nava tengasiyek mezin deye, me heya niha nexwest em ji vê tengaviyê sûd wergirin. Em bi berpirsyariyên dîrokî tevdigerin, em naxwazin encam ji ferasendên wiha wergirin. Lê diyare dewleta Tirkiyê vêna bi xirabî bi kar tîne.
Îro li Sûriye û Iraqê şer heye, li Îranê çi çêbibe nediyare. Derdorê Tirkiyê şere, her çend AKP dewlet xistiye di destê xwe de, lê nayê wê wateyê di nava Tirkiyê de pirsgirêk nîne. Li Tirkiyê û di nava AKP’ê bi xwe de jî pirsgirêk heye, eger em şer pêşbixin ev pirsgirêk wê hêjî mezintir bibin. Ji bo wê gengaze ger Tirkiye bi vî awayî biçe wê wekî Suriye û Iraqê lê were, ev rastiyek ya Tirkiyê ye û Tirkiye ji vê yekê pir di tirse. Ji bo vê yekê dewleta Tirkiye hewl dide hemû qirêjiyên xwe bêxe ser Kurdan. Wekî em dibînin, dibêje sedemê êrîşên DAIŞ’ê siyaseta PYD’ê ye, vê propaxandayê dike û dixwaze sucê xwe bavêje ser Kobanê. Dewleta Tirkiyê bi xwe alîkariya DAIŞ kir, DAIŞ’ê mezin kir û ajot li ser Kobanê. Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn de jî, behsa rewşa PDK, rewşa Rojava û Kobanê, erkê dikeve ser milê partiyê başûrê Kurdistanê û lidarxistina kongreya netewî ya kurd dike.