1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevserokên BDPê bi Wezîrê fransî re rûniştin
Hevserokên BDPê bi Wezîrê fransî re rûniştin,hevserokên,bdpê,bi,wezîrê,fransî,re,rûniştin

Hevserokên BDPê bi Wezîrê fransî re rûniştin

Hevserokên BDP’ê bi Wezîrê Navxweyî yê Fransî re hevdîtin pêkanî

A+ A-

Parîs - Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ku piştî komkujiya di 9’ê Çileyê de li Parîsê pêk hat û 3 siyasetmedarên jin yên Kurd hatin kuştin, çûn Fransayê bi Wezîrê Navxweyî yê Fransayê re hatin cem hev.

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur piştî ku tevlî merasîma sersaxiyê ya mala şînê ya li Akademiya Hunerê û Çandê ya Kurd hata vekirin bûn, nêzî demjimêr 20.00’an ji aliyê Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Manuel Valls ve hatin qebûlkirin. Nûnerê Ewropayê yê BDP’ê Eyyûp Doru jî di hevdîtinan de cihê xwe girt û heyet ji aliyê Wezîrê Navxweyî, şefê kabînê û berpirsê dîplomasiya wezaretê ve hat pêşwazîkirin.

Nazmî Gur ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku, ewan suîakasta ku 3 jinên Kurd hatin qetilkirin axivîne û diyar kir ku, wan xwestiye ji bo cînayet derkeve holê divê hemû derfetan bikin dewrê. BDP’iyan di derbarê naveroka hevdîtinê de agahî neda.

ANF NEWS AGENCY